Xalû Gulmrayî û şêweyê têkoşîna siyasî ya hemdem
Kurdistan 01:55 PM - 2025-08-03
Di nav çîrokên Kurdewariyê de ku gelek pend û wane têde hene
ku dikarin bibin helwest û baweriyên di jiyana me yên siyasî de, di van rojan
min çîrokek di navbera Hecî Mayxan û Xalû Gulmra de li Xaneqîn ya taxa Celwe bi
bîr anî.
Hecî Mayxan ji dûr ve qêriya û got: Ey Xalo Gulmrayî, xwe
biparêze, Xalo Egwer dema ku hûn baxçeyê xwe av didin hindek dê şerekî bifiroşe
te, ji ber ku tu nikarî baxçeyê xwe av bidî, Gulmrayî bersiv da: Ew şer difroşe
lê ez jî nakirim!
Bajarê Xaneqîn heta endazeyek e zor pişte xwe dide çemên şil
û kesk yên taxa Celewe, ku xwedî axek pîroz bû,êvarê, wan golik û Qantir bikar
dianîn daku berhemên xwe bibin Xaniya Xurmeyan û bazara tarî ya bajêr, di
havînê de, ew ji çemê Elwen derbas dibûn û diçûn bajêr.
Ew li ser pira mezin dimeşiyan û diçûn bajêr, carinan jî
komek sebzeyan belaş didan hin xort û jinên belengaz yên li Celewe, ku ew jî
dibûn xwarina wan a şîvê.
Hin ji akinciyên Celewe baxçevan û cotkar bûn,carinan ew li
ser ava bîra Alyia gotûbêj dikirin,piraniya wan ji şer dûr diketin daku ji
xwînrijandinê dûr bikevin ji tirsa bikaranîna ax, kevan, kêr û çengelan.
Heya niha jî, piştî guhertinên di cîhana siyasetê û
têgihîştina felsefî û çandî de ji bo me gelê Kurdistanê bi giştî, gotinên Xalo
Gulmara tijî kerrbûna rewşê ne, divê em bi çi caran şerê şerfiroşan nekin, ji
ber ku rewş ji hêla siyasî, civakî, aborî, leşkerî û teknolojîk ve guheriye, bi
awayekî ku êdî di berjewendiya şoreşa çekdarî, şer û pevçûnê de nîne, ji ber ku
nêrîna hêza biryardanê ya navendî li cîhanê guhertiye û têgeha şer berdewamiya
siyasetê ye û şerê dadperwer û şerê ne rewa êdî îdeolojiya serdest nîne, hewldan
jî hene ku locikê şer biguherîne ji bo pevçûna siyasî û gotûbêjên aştiyane, ji ber
ku şer wekî kuştin û wêrankirin tê xuyakirin.
Bê guman, Kurdistan demek e dirêj e bi bê vîna gelê xwe bi
awayekî ne rewa li ser çar welatan navendî hatiye dabeşkirin, ku ev yek bûye
sedema serek e ya destpêkirina şoreşên Kurdistanê ji bo rizgarî û derxistina
dagirkeran û serxwebûnê bi baweriya têgeha (Hêza Siyasî ji Lûleya Çekê Diherike),lê
di vê serdemê de ji ber sedemên jorîn, stratejî û taktîkên tevgera Kurdistanê
guherîn li dewsa ku desthilatdariya siyasî bi riya lûleya çekê were
misogerkirin, bi xebata siyasî û (Bi Hilbijartin û bir Riya Dengderan) xebat
hatiye gerentîkirin.
Guhertinên li cîhanê diselmînin ku pirsgirêkên her beşek ji
Kurdistanê dê di çarçoveya dewleta xwe ya navendî de, ku ew jî sîstemeke
demokrasî, azadî û Azadî û Şaristaniyê de dê were çareserkirin.
Xweşbextan e, di vê demê de şoreşa çekdarî nebûye amûra
sereke ya têkoşîna Kurdayetiyê li Kurdistanê, ji ber ku her beşek ji Kurdistanê
bi riya nirxên demokrasî û mafên mirovan ji bo mafên xwe xebatê dikin.
Aşkere ye jî bi hukmê pêgeh û hejmare, ew nikare bi tena
serê xwe li her çar dewletên bindest bibe hêza sereke û pêdiviye ku bi aliyên
din yên li dewleta navendî re hevpeymaniyan çêbike, ku ev jî dîsa lihevkirin,
hevkarî û rêkeftin pêwîst dike .
Serkeftina vî rengî têkoşînê bi yekîtiya gelê Kurd ve
girêdayî ye,eşkere ye ku pêvajoya aştiyê li herêm û cîhanê, bi taybetî li Bakur
û Rojavayê Kurdistanê, bûye defacto, ku bi serê xwe şêweyekî nû yê têkoşîna
neteweyî ye,ev pêvajo niha ne aram e, hem dost û hem jî dijminên wê hene,rast e
ku aştî bi tenê ji aliyekî ve nayê bidestxistin, lê şer dikare ji aliyekî ve
derkeve!
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji destpêka
damezrandina xwe ve û heya îro baweriya xwe bi rêbazê aştiyê aniye,û di
çarçoveya Îraqek e demokratîk de, di bin dirûşma (Demokrasî Ji bo Îraqê û Mafê Çarenûsî
ji bo Kurdistanê) şoreşeke nû ji bo aştî û jiyana hevbeş da destpêkirin.
Her weha çar dirûşmên
wî yên sereke hene ku evin: (Aştî, Demokrasî, Mafên Mirovan û Mafê Çarenûsê),
ku rêbazên têkoşîna wê bûn,û di kirdarî de jî di mijara aştiyê de li pêş bû.
Li gorî van xalan, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) piştgiriyê
dide tevahiya pêvajoya aştiyê li her çar beşên Kurdistanê, ku ew wekî riya rast
ji bo têkoşîna gelê Kurdistanê îro dibîne, ku ji aliyê Rewanşad Mam Celal ve ew
yek hatiye damezrandin.
Ji ber ku dem û cih di tevger di guhertinê de ne, peywendiyên
civakî, siyasî û aborî jî bi heman awayî di guhertinan de ne,ji ber vê yekê, piştî her guhertinek di form
û amûrên têkoşîna tevgera Kurdewariyê de, destpêkirina vejandina şêweya kevnar ya
têkoşînê û rexnekirin li şêweya nû ya têkoşînê, tiştekî ne rewa ye, û eger şêweyê xebata nû jî bidin ber şîroveyên
ne rast e , ew yek ji lojik dûr e.
PUKMEDIA
zêtir bibînin
-
Kurdên li Şêx Meqsûdê
09:56 PM - 2026-01-08 -
Serokkomarê derbarê şerê li Helebê banga vegera ser maseyê û rawestana pevçûnê kir
02:32 PM - 2026-01-08 -
Nirê Zêr û Dolar
11:25 AM - 2026-01-08 -
Îro Pêncşemê bihayên petrolê di bazirganiya Asyayê de bilind bûn,
10:47 AM - 2026-01-08
zortrin xwendraw
-
Tom Barak: Em hewl dirêjirina agirbestê li Helebê didin
Cîhan 09:32 AM - 2026-01-09 -
92 sazî û kesayetî derbarê Rojava de hişyariyê didin kenala El-Cezîra
Kurdistan 05:29 PM - 2026-01-08 -
Kurdên li Şêx Meqsûdê
Kurdistan 09:56 PM - 2026-01-08 -
Heleb: Komên çekdar taxên Kurdan armanc digirin û bangên navneteweyî ji bo hêminbûnê
Cîhan 04:42 PM - 2026-01-08 -
Îro Pêncşemê bihayên petrolê di bazirganiya Asyayê de bilind bûn,
Cîhan 10:47 AM - 2026-01-08 -
Mezlûm Ebdî: Belavkirina Tankan û Bombebarankirina Sivîlan li Helebê derfetên lihevkirinê kêm dike
Kurdistan 10:48 PM - 2026-01-08 -
Encûmena Bilind a Îslamî ya Elewîyan tepeserkirina li Helebê şermezar kir
Cîhan 04:24 PM - 2026-01-08 -
Serokkomarê derbarê şerê li Helebê banga vegera ser maseyê û rawestana pevçûnê kir
Êraq 02:32 PM - 2026-01-08



Aplîkêşin

