Vîn û dengên 45 milyon Kurdan li Qamîşlo
Nêrîn 06:49 PM - 2025-04-27
Konferansa Qamîşlo ya ji bo Yekîtî û Hevgirtina Kurd waneyek
nû û gaveke wêrek, berpirsiyar û neteweyî bû,ku wê yekê selamand ku eger Kurd
yekgirtî bin, ew dikarin destkeftiyên girîng ji bo gelê Kurd bi dest bixin û ji
aliyê cîranên xwe û cîhanê ve jî werin rêzgirtin.
Konferansa Qamîşlo deng û vîna 45 milyon Kurdan ji cîhanê re
ragihand, ji ber ku bêyî ku yekî din tawanbar bike û sivikatiyê bike, bêyî ku
dûr bikeve an boykot bike, bêyî ku beşek ji Kurdistanê li ser yekî din şîrove
bike, ew yek ji mafên rewa yên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bû,her hemû mîna Newroza îsal, hemûyan heman peyam hilgirt, ku ew jî peyama aştî,
yekîtî û hevgirtina gelê Kurd û piştgiriya mafên rewa yên gelê Kurd li Rojavayê
Kurdistanê bû.
Di peyamekê de,General Mazlûm Ebdî spasiya serokên ku ji bo
serkeftina konferansê hewl dane kir û yek ji serokên ku wî behs kir, heval Bafil
Talabanî, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bû,û anîna ziman navê
serokê YNKê tê wateye belgeya helwestên neteweyî yên YNKê ye, bi taybetî
helwestên Serok Bafil Talabanî, ku di du salên borî de di gelek merasîmên fermî
de wiha gotiye: Eger Kurdên li hemû beşên Kurdistanê bibin yek, hemû cîhan dê
rêzê li wan bigire û daxwaza dirustkirina yekîtîyeke neteweyî kir û welatên
cîhanê dê neçar bimînin ku rêzê li dengê (45) milyon Kurdan bigirin.
Bi xêra xwedê, ev
daxwaz îro li Qamîşlo hat cî bi cîkirin, ev hêviyeke demdirêj ya YNK û Heval
Mam Celal bû, ku Ji bo vê armancê, roj( 01/12/1977)an de li ser daxwaza Heval
Mam Celal civîneke lûtkeyî li bajarê Beyrûtê ji bo dirustkirina yekîtiyeke
neteweyî hatibû lidarxistin ku ev yek wekî gava yekem ya pratîkî ji bo dirustkirina
yekîtiya neteweyî bû.
Konferansa Qamîşlo
û gihîştina belgenameyek siyasî ji bo Kurdên Rojava vê rastiyê diselmîne ku bi
yekîtîyê, Kurd dikarin gef û dijwarîyan ji bo berjewendî û pêşeroja gelê Kurd
veguherînin derfetên girîng, ji bo berjewendî û pêşeroja gelê Kurdistanê.
Letîf Nêrweyî
Endamê Serkirdayetî
û Berpirsê Burda Ragihandinê
PUKMEDIA
zêtir bibînin
-
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27



Aplîkêşin

