127 saliya rojnamegeriya Kurdî serfiraziya me ye
Kurdistan 11:02 AM - 2025-04-22
Di vê roja mezin de, bi boneya 127 salvegera derçûna yekemîn
Rojnameya Kurdî bi navê “Kurdistan” ez we hemû hevpîşeyên xwe ên xebata
rojnamegeriyê pîroz dikim.
Pîroz be li tekoşer û xebatkar û rojnameger û serok û
serkideyên kurperwer ên rewanşad û nemirin.
Pîroz be li jin û zarok û ciwan û keçêm kurdperwer yên xwedî
helwestên netewî.
Pîroz be li ax û xwezayî û deşt û çiya û newalên Kurdistanê.
Pîroz be li malbata Bedirxan ya kurdperwer û xwedî rêbaza azadiya Kurd û Kurdistamê.
Îro roja sêşemê 22-4-2025`an, roja rojnamegeriya Kurdî ye ku
127`an, anku 127 sal beriya niha yekemîn rojnameye bi navê “Kurdistan” ê ku ji aliyê rojnamevanê mezin ê
kurd Miqdad Midhet Bedirxan ve li bajarê Qahîreyê paytexta Misrê hatibû
derxistin û weşandin ku piştre ew roj wek roja rojnamegeriya kurdî hate nasandin ku
rojeke girîng û pîroz e.
Divê em ji bîr nekin ku di 21-3- me cejna Newrozê pîroz kir
û di dawiya meha Adarê de jî, me cejna rojiyê jî pîroz kir û piştre jî cejna Ekîdo bû dîsan me pîroz kir û çarşema derbasbûyî ji kurdên me Êizdî re cejna Çarşema Sor bû û me pîroz kir û duh jî cejna xiristiyanan bû me pîroz
kir û evroj jî cejna rojnamegeriya kurdî ye, ez wek rojnamevan û rojnamevanekî
ku ji sala 2005 ‘an ango ji 20 salan ve, di wê xebatê de dirêjpêder im, ez bi
berdewamî di vê pîşe û behreyê de kar dikim ku ev roj salvegera rojnamevaniya
kurdî ya 127`mîn a rojnameya “Kurdistan” ê
ye, ez ji dil ev roja giranûbiha û watedar li we gişikan pîroz dikim.
Her weha roja 22 Nîsanê ji hemû salekê wek roja
Rojnamegeriya Kurdî an jî Cejna Rojnamegeriya Kurdî ji aliyê hemû alî û
kesayetiyên kurdî ve hatiye nasandin.
Di vê rojê de, gelê kurd bi awayekî hevdeng û hevseng dest
bi pîrozkirin û bilindragirtina wê yadgeriya pîroz ku bo yekemîn care ku kurd
xwedî destkefteke we girîng û bi berhem be ji aliyê rewşenbîriyê ve ku wek tê
zanîn kurd di aliyê leşkerî de ti pirsgirêkên xwe tune ne, lê mixabin her dem
ji aliyê siyasî û dîplomasî û ragihandinî ve ketiye aloziyan, lê di vê serdemê de, êdî kurd bû ye xwedanê her tiştî.
Bi hatina 127`mîn salvegera rojnameya “Kurdistan” , ez vê
roja pîroz û bihadar û pir bi nirx, li tevahiya rojnamevan , rewşenbîr , hemû
çîn û tiwêjên gelê Kurd û Kurdistanê, bi taybetî giyanpak û canpakiya
rojnamevan û wênegerên şoreşger yên li şerê azadiya welat li Rojava û Başûr û
Bakur û Rojhilatê Kurdistanê tevlî karwana nemiran bûne, pîroz dikim û hêviya
serkeftin û serfiraziyê û bîr û ramanên azad bi awayekî berferehtir ji hemû
kesekî pênûsdarê Kurd yên welatparêz û xemxwerê parastina doza rewa yê gelê kurd
û Kurdistanê dixwaz im.
Her weha li vir dibe mirov hinek rastiyan ji bîr neke ku yek
ji wan rastiyan ewe ku nemir û windayê nerewa û doza giran Serokê rewanşad Mam
Celal yek ji rojnamevanen herî bijarde yên rojnamegeriya kurdî û peyva azad li
Kurdistan û Êraqê bû.
Her weha wênegir û rojnamevana jin ya pêşmerge û şoreşger li
ser çiyayên Kurdistanê Hêro Îbrahîm Ehmed bi boneya 127`mîn salvegera
rojnamegeriya Kurdî ez wê jî pîroz dikim.
Hêro Îbrahîm Ehmed di derbarê rojnamegeriya kurdî de wiha
digot: Emê her demê baweriya xwe bi rojnamegeriya azad bînin û piştevaniya
rojnamevanan bikin û emê li ser rêya pîroz a ku Mam dariştiye û projekiriye
berdewam bike.
Wek tê zanîn ku Dade Hêro Xan yekek ji wan wêniger û
rojnamevanên herî naskirî û pêşketî bû di nava xebatên çiyayên Kurdistanê de.
Xwedana bîrokeya alîkarî û xizmetkirina rojnamegeriya kurdî
ye, bi riya damezrandina kenala ezmanî a Kurdsatê dikarî xizmeteke pir baş û
pak ji bo vejandina çand û huner û rojnamegeriya kurdî a resen bike
Dade Hêro hem keça rojnamegerê mezin yê kurd nemir
mamoste Îbrahîm Ehmed û ronakbîra mezin a kurd Gelawêj Xanê ye û hem jî hevjîna
rojnamevanê mezin rewanşad serok Mam Celal e.
Bi destpêkirina rengên jiyanê yên bihara Kurdistanê ya
xweşbîn û rengîn, gupik û kûlîkên bax û baxistanên welatê rojê pişkiviyan û
rojanameya Kurd ya bi navê Kurdistan jî di mêjî û hizrên gelê me de, vejiya û
bîranîna wê her sal di 22 nîsanê de te pîroz kirin.
Di hersalê de roja 22-04'an de, salvegera vêketina mûma
yekemîn ya vebiriqandina navê rojnameya bi navê “Kurdistan” herdem li ser
destpêka rûpelên rojname,govar, malper û serlêvan e, her weha di wê rojê de
destpêkirina dîroka weşana rojnamegeriya Kurdî hatiye bi destnîşan kirin û bûye
bi rojeke girîng ji tevahiya gelê me re.
Weku tê zanîn ku em hemû ji bo vê rojê xwe bi berpirsyar
dibînin û ji bo pêşxistina pirojeyên azadiyên bîr û remanan û hizir û hişên
neteweyî yên ku ji aliyê malbata welatparêz û ser rêberên Kurdan, Bedirxaniyan
ve destpêkiribû, em baş dizanin ku ji wê roja ve, kar û xebata wê malbatê
mîna nasnameya me yê rewşenbîrî û çandî hatiye naskirin.
Di dîrokê bînerê rastiya 127 salên borî de, yekemîn rojnameya
Kurdî yê bi navê "Kurdistan" ku di 22-04- 1898’an de, ronahiya xwe da
ser rûpelên dîroka gelê me yê aştîxwaz û mafperwer wek şoreşeke hizrî û
ramanwarî we bû.
Her weha bi serpereştiya herdu bira yên ronakbîr û
rewşenbîr, Miqdad û Ebdirihman Midhet Bedirxan Beg li paytexta Misirê Qahîreyê
dest bi weşana hejmara yekemîn ya Rojnameya Kurdistan kirin,pitşre li bajarê Cinêv û
London û careke din Qahîreyê berdewamiya wşanên xwe dikir.
Weke tê zanîn ku weşandina rojnameya Kurdistanê, mîna
xebateke niştîmanperwerî û çandî ji aliyê hemû Kurdan ve tê naskirin.
Ji bo
berdewamîya wana di nava kar û xebatên şoreşa hizrî neteweyî kurdî de, dibe ev
roj, bi rojeke cejin tê nasandin û bi taybet bi wergerandina we rojê bo warî
piraktîkî û bi dilsozî bê pêşxistin û parastin.
Ev roj roja derketina hizrên rast û dirûst in, roja
ronahîkirina rastiyên veşartîn e, roja bi destxistina bîr û nêrînên azade, roja
nehîştina sitem û ne rewatiya li dijî gelê Kurd e.
Baweriya min bi pêşxstin û serkeftina vê rojê heye ji
tekoşîna ramyarî û ta tekoşîna hizrî, bi nêrîneke azad dibêjim salên li pêş me,
dê bibin salên azadî û serfiraziya gelê Kurd û Kurdistanê.
Ji ber vê rojê, ez roja rojnamegeriya Kurdî li tevahiya gelê
Kurd û Kurdistanê yên dilsozên parastina doza rewa pîroz dikim, û serkeftina
rojnamegeriya rasteqîne ya dûr ji ecnîde û firoştina pênûsan li pênûsdarên
xemxwar yên gelê xwe yên bi wîjdan pîroz dikim.
Di vê rojê de jî ez pakrewanê rojnamevan yên ku di heyama kar û xebatên rojnamegeriyê de tevlî karwana nemirên Kurd û Kurdistanê bûne serê rêz ê ji wan re datinîm û ji dil û can ve wan bi bîrtînim.
Hozan Efrînî
Sernivîserê Govara Xelat
Endamê Çalak yê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê
Endamê Fedresyona
Rojnamegeriya Navneteweyî (IFJ)
PUKMEDIA
zêtir bibînin
-
Srokatiya Komarê: Pesendkirina biryara nasandina du grupan wek terrorist red dike
08:15 PM - 2025-12-05 -
Zelalbûnek derbarê biryara di rojnameya Îraqê de hatiye weşandin, Sûdanî daxwaza lêpirsîna lezgîn dike
04:56 PM - 2025-12-04 -
9 namzed ji bo posta Serokwezîrê Federal
11:49 AM - 2025-12-04 -
Rêxistina Peyamnêran xelatek navneteweyî wergirt
02:29 PM - 2025-12-03
zortrin xwendraw
-
Seidî Pîre: Derhênerê sînaryoya vê carê jî ne baş bû
Kurdistan 12:02 PM - 2025-12-05 -
Xwepêşandan li bajaroka Xebat berdewam e
Kurdistan 08:05 PM - 2025-12-05 -
Dahata hefteya borî zêdetir ji 11 milyar dînare
Kurdistan 10:04 AM - 2025-12-05 -
Srokatiya Komarê: Pesendkirina biryara nasandina du grupan wek terrorist red dike
Êraq 08:15 PM - 2025-12-05



Aplîkêşin

