Mam Celal, parêzvanê doza Kurdî li her çar parçan
Nêrîn 10:35 AM - 2025-04-12
Nivîskar: Dawûd Çîçek
Temenek tejî xebat û tekoşîn û zehmetî û kesayetiyekî jîr û lêhatî û zana parêzvanê doza gelê kurd li herçar parçeyên Kurdistanê xwedî bîr û bawer bi azadiya gelê xwe û hemû temenê xwe ji bo vî gelî terxan kir ew jî serkirdeyê mezin û rewanşad Serok Mam Celal Talebanî ye.
Mam Celal Talebanî ji serê çiyayên Kurdistanê bi tekoşîna Pêşmergatiyê jibo doza gelê Kurd destpê kir û xebat û tekoşîna xwe berdewam kir heta ku bû Serokomarê Êraqê.
Encumena Niştimanî ya Êraqê bi piraniya dengên endamên wan, Serok Mam Celal Talebanî wek yekem serokomarê Êraqa Federal hilbijart. Her weha di sala 2010an de careke din Serok Mam Celal Talebanî wek serokomarê Êraqê hat hilbijartin, piştî ku bi piraniya dengên endamên perlemana Êraqê careke din bo wê postê hate hilbijartin.
Serok Mam Celal Talebanî endazyarê pêvajoya aştiyê li Tirkiyê bû ku cara yekemîn di sala 1993`an li ser destê Serok Mam Celal Talebanî destpê kir. Her weha danûstandinên aştiyê di sala 2012`an de jî ku dirêjpêderê hewlên çareseriyê yên rewanşad Mam Celal bû, ku bîngeha wê di salên 90`an de hatibû danîn.
Mam Celal li ser astê cîhanê parêzvanê doza Kurdî bû, azadiya gelê Kurtd û Kurdistanê armanca wî ya sereke bûye yekem kes bû ku di civata neteweyên yekbûyî li Newyorkê bi zimanê Kurdî dest bi gotara xwe kir û yekem kes bû li koşka Spî li Waşîntonê bi kurdî axaftina xwe destpê kir di gelek boneyên cuda li ser astê cîhanê behsa doza gelê kurd dikir û berevanî li doza rewa a Kurdistanê dikir û daxwaza çareseriya pirsa kurd li her çar parçeyan dikir.
Serok Mam Celal di pirtûka xwe ya (Dîdara Temen) de behsa xebata xwe li Rojavayê Kurdistanê dike û dibêje:
"Di sala 1955an de, me hizra damezrandina partiyeke kurdî li Sûriyê wek partiya me li Êraqê, kiribû. Di nav kurdên Sûriyê de tu tevger û fikreke avakirina partiyeke kurdî tunebû. Piraniya kurdên li wir di nava Partiya Komunîst de bûn, Partiya Komunîst jî rê neda ku partiyeke kurdî ya hevrik derkeve holê. Bi alîkariya bira (Apo Osman Sebrî) me karî bandorek li ser hin ciwanên kurd ên Sûriyê bihêlin. Di nav wan de mamosta (Ebdulhemîd Derwîş, Nûreddîn Zaza) û hin birayên din. Dema ku ez di sala 1957an de vegeriyam Şamê, min atmosferek amade dît ku avakirina partiyeke kurdî li wê derê ragihînim û ez li bendê bûm ku ji Êraqê ferman bê dayîn ji bo destpêkirina pêngavên pratîkî bikin. Hevdîtinên min li gel Mela Mistefa û beşdarbûna min di festîvala Moskowê de wek nûnerê PDK`ê li Êraqê hemû xalên erênî bûn ku piştgiriya min ji bo avakirina partiyê li Sûriyê kir. wan ciwanan rola min di vî warî de bilind nirxand. Ji ber vê yekê me xwest ku em partiyê ava bikin û (Dr.Nûreddîn Zaza) bû sekreter. Me mekteba siyasî ava kir, ku ji birêzan (Apo Osman Sebrî, Ebdulhemîd Derwîş, Reşîd Hemo, Beşîr Sebrî û Xelîl Mihemed) pêk dihat. Wan rêzdaran di sala 1957an de bi alîkariya me partî ava kirin."
Mam Celal sînga Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNKê ji kurdên her çar parçeyan re vekir ku kesayetiyên wek Necmedîn Bûyûkkaya (şehîd Neco) ji bakûrê Kurdistanê alîkariya şoreşa nû bike her weha Mam Celal pêşwaziya xebata gelê kurd li Bakûr Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê jî dikir ku serkirdeyê mezin Ebdulrehman Qasimlo dostê herî nêzîk yê Mam Celal bû.
Mam Celal heya dawiya temenê xwe hizir û ramanên xwe ji bo azadiya hemû kurdistanê bû, hemû pêwendiyên xwe yên siyasî û diplomasî xistibû xizmeta gelê Kurd.
Serok Mam Celal giraniyek xwe û rêz û hurmeta xwe di nava serokên cîhanê de hebû. hemû serokan şahîdiya wê yekê dikin ku (Mam Celal) kesayetiyekî karîzmatîk û siyasetmedar û dewletmedarekî mezin bû.
Piştî nexweşketina Serok Mam Celal, Êraq berev rewşeke siyasî ya xirap ve çû her weha çendîn pirsgirkên siyasî û mezhebî rûbirûyê Êraq bûn. Bi şahîdiya siyasetmedarên mezin yên cîhanê û Êraqê û Kurdan take kesê ku karî hevsengiya siyasî di navbera aliyên siyasî û pêkhateyên cuda yên Êraqê de ragire tenê Serok Mam Celal bû.
Serok Mam Celal di 3/10/2017 `an de li nexweşxaneyekî bajarê Berîlên ya Almanyayê dilê xwe yê mezin ji lêdanê radiweste û diçe ber dilovaniyê Xwedê lê rêbazeke dewlemend li şûna xwe bicî hêşt ji bo nifşên pêşerojê û ji bo hemû gelê Kurdistanê.
PUKMEDIA/ XELAT
zêtir bibînin
-
Nûnerê Almanî û Mezlûm Ebdî rewşa Helebê gotûbêj kirin
10:46 PM - 2026-01-09 -
Gideon Sa'ar:Erkê exlaqî ya Civaka Navdewletî li hemberî Kurdên dijî DAIŞê şer kirine heye
03:07 PM - 2026-01-09 -
Kurdên li Şêx Meqsûdê
09:56 PM - 2026-01-08 -
Serokkomarê derbarê şerê li Helebê banga vegera ser maseyê û rawestana pevçûnê kir
02:32 PM - 2026-01-08
zortrin xwendraw
-
Gideon Sa'ar:Erkê exlaqî ya Civaka Navdewletî li hemberî Kurdên dijî DAIŞê şer kirine heye
Kurdistan 03:07 PM - 2026-01-09 -
Pijîşkek û karmendekî Nexweşxaneya Osman hatin şehîd kirin
Kurdistan 05:23 PM - 2026-01-09 -
Hêzên Asayîşê depoyek çekan li nêzî Şîhan teqandin
Kurdistan 11:14 PM - 2026-01-09 -
Êrişek bo ser taxa Şêx Meqsûdê hat têk birin
Kurdistan 04:48 PM - 2026-01-09 -
Civata taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê:Em radest nabin,berxwedan jî berdewam e
Kurdistan 01:26 PM - 2026-01-09 -
Heyva Sor ya Kurd banga rawestandina êrîşên li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û vekirina korîdorên dike
Kurdistan 12:56 PM - 2026-01-09 -
Tom Barak: Em hewl dirêjirina agirbestê li Helebê didin
Cîhan 09:32 AM - 2026-01-09 -
Jiyana 70 birîndarên li Nexweşxaneya Xalid Fecir di metirsiyê de ne
Kurdistan 10:29 PM - 2026-01-09



Aplîkêşin

