Rêgirî li peyama Îmraliyê
Nêrîn 12:16 PM - 2025-02-23
Rêveberê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Baxçelî, di 22 Oktobir
sala borî de bombeyek siyasî teqand û daxwaz kir ku Ocelan PKK hilweşîne û
çekan deyne di berdêla vê de jî divê çewisandin bê rakirin û ji bo
serbestberdana wî qanûnek bê dîtin û yekitî û biratiya neteweyî pêk were û ji
bo bidawîbûna tundiya 40 salan li welat hêviyek nû derkeve holê.
Ew hêvî û umêd êdî heta radeyekê bûye rastiyek, li hundir û
derveyî Tirkiyê tevgerên dîplomatîk derxistiye hole. Dadgehê Tirkiyê 4 sal
qedexeya serdanên parêzerên dozê ji bo serdana Îmraliyê rakir û Enqere bi xwe
jî alîkariya serokên DMP partî û siyasetmedarên din ên kurd li Tirkiyê kir ku
ji bo bidawîkirina terorê û çareseriya aştiyane asankariyê bikin. Di van
tevgeran de bi kurdên Rojava û Başûrê Kurdistanê re jî şêwirîn ku gîştiye qonaxekê
ku bi rêya Îmraliyê peyam ji gelên Tirkiyeyê re bê belav kirin ku ew peyam bibe
nexşerêyek ji bo destpêkirina çareseriyeke aştiyane û bidawîkirina şerê çekdarî
yê kurdên bakur.
Tiştê ku tê zanîn ewe ku tevî dijberiya hin partiyên
netewperest ên tirk û hin saziyên çapemeniyê jî niha prose li benda umêd û du
dilî û gumana berdewam de ye, îro li Tirkiyê hemû çav li ser Îmraliyê ye ku
peyamê belav bike, lê vê care astaniyeke din derketiye hole. Wezîrê Dadê yê
Tirkiyê Yalmaz Tonç bûye pirsgirêkeke nû. Ew dibêje ku di qanûnên welat de ewe tuneye
ku sûcdar bi peyamên vîdyoyî biaxive. Li gor tiştê ku duh li medyayên Tirkiyê
belav bûne de Tonc dibêje: Peyama vîdyo li dijî yaya ye, deng û rengê Ocalan ku
digihêje civaka Tirk, Kurd û Elewiyan li dijî qanûnên me ye.
Ev helwesta nû hinek gumanan dixe ser pêvajoya aştiyê li
Tirkiyê. Ger Baxçelî rêveberê partiyek neteweperest ku li dijî doza pirsgirêka kurd, di wê
baweriyê de ye ku divê kurd hembêz bikin û Ocalan bikeve nav parlemanê û ji wir
peyama xwe bide. Niha ger destûr neyê dayîn ku peyam bi vîdyoyê were weşandin
jî dê guman zêde bibin.
Hevserokê DEM’ê
Tuncer Bakirxan, her çendî rasterast bi wezîr re rexne lê kiriye û li medyayên
Tirkiyê belav bûye, lê nihe ev astengî li pêşiya peyama Îmraliyê weke
pirsgirêkeke yasayî bûye ,lê pirsiyaek heye Gelo
dewleta Tirk li pişt vê astengiyê ye, an jî şîroveya Wezîrê Dadê hêjayî
nirxandinê ye?
PUKMEDIA
zêtir bibînin
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



Aplîkêşin

