Di roja 6ê Kanûn`ê de rojek ji bo Pêşmerge jî
Kurdistan 10:49 PM - 2025-01-04
Weke gelê Kurd gelek bîranînên me hene, piraniya wan tal û
hinek jî şîrîn, carinan serdest in û bîrê li ser me zal
dikin... Belkî em jê re bibêjin yadweriya ne çarî.
Di 6ê Kanûna Pêşîn ya sala 1921 an de, bi pêşengiya Cefer
Eskerî, kurdekî Kerkûk`ê, artêşa Êraq`ê ji aliyê komek azadîxwaz û welatparêzên
payebilind ku piraniya wan kurd in, hat avakirin.
Ji serdema padîşahiyê ve û heya îro, her sal di 6ê Kanûn`ê
de li seranserê Êraq`ê, tevî cudahiyên di sîstem û rêbaza rêveberiyê de, ew salveger
tê pîrozkirin.
Dîroka vê artêşê
tijî bûyerên tal û şêrîn e, mixabin ev artêş ji bilî derbeyên li pey hev li
hundirê Êraqê û tepeserkirina şoreşên Başûrê Kurdistan`ê, beşdarî hinek şerên
curbicur yên Êraq`ê û navçeyê bûye.
Ev artêş nebû
artêşeke niştimanî ji bo hemû pêkhateyên Êraq`ê, mixabin di destê rejîman de bûye alaveke kujer ji bo tepeserkirina gelê Êraq`ê.
Ji bo me Kurdan, ji
ber zilma dîrokî ya li ser me, dibe ku em nezanin ji bo vê salvegerê çi bêjin?
Werin em wê cejneke netewî ya rewa bihesibînin û pîroz bikin, yan jî cil û
bergên reş li xwe bikin û ji bo wê şînê bigrin û bi hatina rojên zilmê re li
ser me bin!
Bi kurtî û Krmancî ne hêsan e ku meriv vê salvegerê wekî
şanazîyek netewî bibîne, çawa ku meriv ne hêsan e rola vê artêşê tenê di warê
hovîtiya rejîman, jenosîd, enfal, kîmyabaran û şewitandina gundên me de bibîne û
wê bi reftarên şovenîst yên desthilatdarên Êraq`ê yên li dijî gelê Kurd di
dirêjahiya dîrokê de heta rûxandina Beisê tevlihev bikin!
Li vir rewa ye ku em pirsekê ji xwe bikin, çima rojek me ji
bo bîranîna Pêşmerge nîne ku Pêşmerge sembola şoreş, têkoşîn û azadiya me ye?!
Gelo ev gunehê dijmin û dagîrkerên Kurdistan`ê ye yan jî
encama xemsariya me û nakokiyên navxweyî ye!?
Li Kurdistan`ê kesek nîne ku rola Pêşmerge weke rizgarkerê
parastina mafên rewa yên gelê Kurd û weke çeqê parastina Kurdistan`ê li hember
dijminan nizanibe, jixwe di rojên tarî û dijwar yên Kurdistan`ê
de ronahiya qada şerê berxwedanê û hêzên parastina gel in.
Pêşmerge xwedî dîrokek xwe ya dûr û dirêj a têkoşînê heye,
ji bo mafên rewa yên gelê Kurd bi hezaran can dane û rûbarek xwînê daye û bi
hezaran jî astengdar bûne.
Îcar çi mafê hêzên Pêşmergeyên Kurdistan`ê heye ku di warê
mûçe, jiyan û debara jiyanê de di nava jiyaneke bi perîşan û mirinê de bin?!
Li vir tevî rêzgirtina hemû rojên me û bibîranîna curbicur
di van rojan de û li Herêma Kurdistan`ê bo çîn û beşên cuda, lê sembola
Pêşmerge ya azadîxwaz û tekoşîna pîroz a gelê Kurd rojek nemaye ku qurbaniyên
xwe bi bîr bîne? !
Gelo bi rastî ne rewa ye ku piştî derbasbûna zêdetir ji 30
salan ji damezrandina Hikûmeta Herêma Kurdistan`ê û hebûna dezgeha serokatuyên
herêmê û saziyên din yên desthilata me, rojekê ji bo Pêşmerge diyar bikin?
Gelo erkê exlaqî û niştimanî yên hemû partî, rêxistin û
civaka sivîl li Kurdistan`ê bi giştî û serokatiyên herêmê ye?
Ma ne bi taybetî pêkanîna vê daxwazê ye?
Girîng e bi destpêkirina civîn û çalakiya şeşem a Parlemana
Kurdistan`ê re ji bo cîbicîkirina vê erkê netewî destpêşxeriyek bê kirin, lewra
ev rûniştina parlemanê dê di karê yasayî yê Kurdistan`ê de serweriyeke dîrokî
hebe û giyanê hemû şehîdan û dilê Pêşmergeyên qehreman jî şad bike.
Bê guman em hêvîdar
in ku ev yek rê li ber yekgirtina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê veke, ku ev yek
daxwaza hemû gelê Kurd e û garantiya parastina pêkhateyên herêmê û bingeheke
bingehîn a serkeftina li dijî pîlana dijminan e.
PUKMEDIA
zêtir bibînin
-
Berdevka Çavdêrên Şefafiyet: Ji bo çavdêran pirsgirêk hene
05:45 PM - 2025-11-11 -
Şalaw Kosret Resûl: Îro rojeke dîrokî û çarenivîse
02:09 PM - 2025-11-11 -
Serokkomar daxwaza beşdarbûna berfireh di hilbijartinan de dike
01:29 PM - 2025-11-11 -
Berdevkê YNK: Dengê xwe bidin partiya ku xizmeta we dike
10:12 AM - 2025-11-11
zortrin xwendraw
-
Serokê YNKê serkeftina hilbijartinê li welatiyan pîroz dike
Kurdistan 08:23 PM - 2025-11-11 -
Dest bi Proseya hejmartina dengan hat kirin
Kurdistan 05:59 PM - 2025-11-11 -
Serok Bafil: Ji bo xizmetê ya çar salan bi lez biçin ser sindoqan
Kurdistan 05:18 PM - 2025-11-11 -
Li Silêmanî, Kerkûk, Helebçe, Raperîn, Koyê û Germiyanê, YNK hêza yekem e.
Kurdistan 07:54 PM - 2025-11-11 -
Xalid Şiwanî: Baweriya me bi dengderên me heye
Kurdistan 03:48 PM - 2025-11-11 -
Komîsyon: Hilbijartin pir baş birê diçe
Kurdistan 11:26 AM - 2025-11-11 -
Serokkomar daxwaza beşdarbûna berfireh di hilbijartinan de dike
Êraq 01:29 PM - 2025-11-11 -
Serok Bafil deng da
YNK 07:07 AM - 2025-11-11



Aplîkêşin

