Rêbaza Mam Celal kilîta çareseriyê ye
Nêrîn 03:20 PM - 2024-10-03
Dema ku mirov dibêje demokrasî an wekhevî an pêkvajiyanê an
jî lêborînî an jî mafperwerî û nîştimanî, yekser Mam Celal tê bîra mirov. Gelo
çira wiha dibe?
Wek ezmûna min a 20 salî di nava kar û xebatên rojnamegeriyê
de û bi taybet rojnamegeriya di bin sîberê rêbaza serok Mam Celal de, ev
rastiya ji min re derket holê ku rêbaza serok Mam Celal kilîta çareseriya hemû
pirsgirêk û arayîş û kêşeyên heyî li Kurdistan û li gel welatên cîran jî.
Di rastiyê de, rêbazê serokê rewanşad Mam Celal ne tenê ji
bo gelê kurd çareseriye, lê ew ji bo hemû pêkhatên ku lin Kurdistan û li
hevsînorên Kurdistanê dermana herî çaresere.
Ji ber wê yekê, dema ku Mam Celal serokkomar bû, di hemû kar
û çalakiyên navnetewî ên serokkomartiyên navnetewî de, ji aliyê Êraqê, Mam
Celal cihê xwe digirt û gotarên xwe wek pêwîst û bi wêrekî pêşkêş dikir.
Dema ku mirov vegere dîroka berê, di serdema xebata rewanşad
serok Mam Celal de, mirov wê wan rastiyên ku niha ez tînim sernivîs li ber
çavan bibîne. Ji ber ku ew karên ku Mam Celal dikir gelek dîrokî û cihê rêz û
pêzanîn û rastiyan bû.
Dema ku mirov ew rastî dihanî ser ziman, bi bawerî û
serfirazî dihanî û heya roja me ya îro jî her we ye. Dema ku ez vê nivîsê
dinivîsim, ez ji dil û ji kûrantiya mêjk û hizrên xwe tînim sernivîs. Ya yekê,
ji zarokatiya min ve, ji ber girêdana birayê min mezin Mihemed Bavê Şiyar bi
rêbaza serok Mam Celal û bi raman û kar û xebat û liva giştî ya Mam Celal ve,
her weh xaletiyê bavê min nemir Nebî Elî Riza bavê Mihemed ku herdem çêra
rastiya kar û siyaset û peywendiyên dîplomasî û xebat û tekoşîna serok Mam Celal
dikir û ji aliyekî din ve jî, Dr. Xelîl Mihemed ku yek ji endamê demezrênerê
yekemîn partiya kurdî li Rojavayê Kurdistan û Sûriyeyê bû, gelek caran bi
hûrgilî li ser rastiya peywendiyên xwe û Mam Celal diaxivî û çawa ew û Seydayê
nemir helbestvan û siyasetmedarê mezin ê kurd Cegerxwên ji Rojavayê Kurdistanê
hatine Bexdadê ji aliyê nemir Mistefa Barzanî û rewanşad Mam Celal ve hatine
pêşwazî kirin. Her weha çêrokekî xwe ji min re anî ser ziman ku derbarê hatina
xwe Bexdadê û şandina ji Rûsiyayê re ji bo xwendina bilind ku bi vê awayî bû:
Diktor Xelîl Mihemed Ebdula ku ji Efrînê ye û yek ji endamên
desteya damezrêner ê yekemîn partiya kurdê Rojavayê Kurdistanê û Sûriye ye ku
niha jî her xweş û baş li Amerîkayê dijî, ji min re got, xwerzi were ez
rastiyeke Mam Celal ji te re vebêjim, û got; Di sala 1959`an de, ez û Seydayê
Cegerxwîn hatin Bexdadê û em ji aliyê nemir Mila Mistefa Barzanî û Mam Celal ve
hatin pêşwazî kirin. Wê demê Mam Celal endamê serkirdeyetiya PDKê bû û berpirsê
karûbarê Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bû. Ji me pirsiya ku hûn dixwazin çi karî
bikin, Seydayê Cegerxwîn got; Ez hez dikim di karbûbarên rojnameya Xebat de
bixebitim û pişt re dest pê kir. Ji min jî pirsî, min got eger derfeta Radyoya
kurdî hebe, ezê kar bikim û pişt re di radyoyê de min kar kir.
Diktor Xelîl aşkire kir ku rojekê Mam Celal bangê min kir û
got; Ji ber ku ez dibînim tu jîr û zîrekî, ez dixwazim te bişînim Rûsiyayê,
gelo tu amadeyî biçê bo xwendina bilind li Yekîtiya Sovyetê.? Min got eger
derfet hebe ne kêşeye.. Piştî çend rojan bangê min kir û ji min re got xwe
amade bike.. Piştî ez çûm Rûsiyayê û min xwendina diktora di aboriyê de anî,
min jê re got ez niha amade me vegerim Kurdistanê û bi we re bixebitim, Mam
Celal ji min re got; Keke niha neyê, rewşa me neliheve, em bi hevdu ketine û em
û aliyê Mela Mistefa nakokin. Tu li wir be tako tu bikaribê xizmeta kurdên
Sûriyê bikî. Min xizmeteke bê berember û bê hember kir wek erkê ser milê min.
Diktor aşkire kir ku ev gotin û helwest gelek ji min re
watedar bû. Ez bawer dikim kî buya wê ji min re bigotina were xwe bike aliyê me
û wê heman helwestê Mam Celal nebûya.
Her weh Elî Şahîn ku ji Efrînê ye li Lîbyayê di dema ku
rêveberê otêleke de bû rewanşad Mam Celal li wê otêlê dima û bû yek ji kesên
cihê baweriyê li ba Mam Celal û dede Hêroxanê, Elî Şahîn jî gelek caran çêra serok Mam Celal û şêwazê danûstandin û
riya çareserkirina arîşe û aloziyan û qezenckirina mirovan û karkirin bi bê
berember ji min re aniye ser ziman.
Her weha gelek kes û kesayetiyên navdar û nêzîk Mam Celal
wek rewanşad (Lale Serhed Xelîfe Yunis û Ehmed Xan Zêro Begê Herkî) û gelek
kesên din. Koça Mam Celal ziyaneke mezin ji bo doza rewa a gelê kurd û
Kurdistanê bû.
Tê wê wateyê ku Mam Celal karîzmeya Kurdistanî û navçeyî bû
ye û kilîla çareseriya aloziyan bû ye. Rewanşad û cih beheşta berîn be.
Bi boneya 7`mîn salvegera koça dawî ya rewan şad Mam Celal
ez serxweşî li xwe û tevahiya gelê kurd û Kurdistanê û bi taybetî malbata Mam
Celal, Dede Hêro û serokê YNKê Bafil Celal Talebanî û kak Qubad Talebanî dikim.
PUKMEDIA
zêtir bibînin
-
Berdevka Çavdêrên Şefafiyet: Ji bo çavdêran pirsgirêk hene
05:45 PM - 2025-11-11 -
Şalaw Kosret Resûl: Îro rojeke dîrokî û çarenivîse
02:09 PM - 2025-11-11 -
Serokkomar daxwaza beşdarbûna berfireh di hilbijartinan de dike
01:29 PM - 2025-11-11 -
Berdevkê YNK: Dengê xwe bidin partiya ku xizmeta we dike
10:12 AM - 2025-11-11
zortrin xwendraw
-
Serokê YNKê serkeftina hilbijartinê li welatiyan pîroz dike
Kurdistan 08:23 PM - 2025-11-11 -
Dest bi Proseya hejmartina dengan hat kirin
Kurdistan 05:59 PM - 2025-11-11 -
Serok Bafil: Ji bo xizmetê ya çar salan bi lez biçin ser sindoqan
Kurdistan 05:18 PM - 2025-11-11 -
Li Silêmanî, Kerkûk, Helebçe, Raperîn, Koyê û Germiyanê, YNK hêza yekem e.
Kurdistan 07:54 PM - 2025-11-11 -
Xalid Şiwanî: Baweriya me bi dengderên me heye
Kurdistan 03:48 PM - 2025-11-11 -
Komîsyon: Hilbijartin pir baş birê diçe
Kurdistan 11:26 AM - 2025-11-11 -
Serokkomar daxwaza beşdarbûna berfireh di hilbijartinan de dike
Êraq 01:29 PM - 2025-11-11 -
Serok Bafil deng da
YNK 07:07 AM - 2025-11-11



Aplîkêşin

