Şêx Ce`ifer ji bo malbatên şehîdan: Dengê xwe bidin YNKê ji bo hikûmeta giştî
Kurdistan 10:21 PM - 2024-09-28
Berpirsê Civata Parastina Berjewendiyên Bilind yên Yekîtiya
Nîştimanî ya Kurdistan`ê (YNK) Şêx Ce`ifer Şêx Mistefa ragihand ku, pêkhateya
Herêma Kurdistan`ê bi xwîna şehîdan hatiye avakirin û berhema xwîna şehîdan e,lewra
daxwaz ji kesûkarên serbilind yên şehîdan dikin ku, her kes roja 20ê mehê biçe
ser sindoqan û dengê xwe bide lîsteya 129 ya YNK`ê û namzedên ku dê êş û azarên
we bigihînin hola parlemanê, "ku ew ji bo çareserkirina wan kar dikin û
hewl didin ku hikûmeteke nîştimanî ya Kurdistanê ava bikin, hikûmeteke ku
cudahiyê neke navbera bajar û navçeyên cuda.
Ev gotinên Berpirsê Civata Parastina Berjewendiyên Bilind yên Yekîtiya Nîştimanî
ya Kurdistan`ê (YNK) di civînek e berfireh de digel malbatên şehîdan yên
Silêmaniyê bû ku berpirsa Mekteba Şehîd û Têkoşeran Bilêsa Cebar Ferman,Ziyad Şehîd Cebar berpirsê rêxistina Silêmaî û Daban
Şedele, Cotyar Nûrî û mamosta Cewamêr amade bûn.
Berpirsê civatê behsa
lehengiya şehîdan û malbatên wan kir û got: Hûn ew kes in ku di dil û derûniya
gelê Kurdistan`ê de xwedî cihekî taybet
in, hemû destkeftiyên dîrokî
yên gelê me encama fedekarî û xwîna geş yê lawên qehremanên we ne,lewra çi ji bo wan bê kirin jî kêm e û nagihêje dilopek ji xwîna pîroz yên lawên we.
Berpirsê civatê tekez li ser wê yekê kir ku tevî bêkarî û kêmasiyên hikûmetê li herêmê, divê hikûmeta me xwîn û êşa şehîdan û malbatên wan hilgire, û wek çavên xwe wê biparêzin , ji ber ku ev pêkhate hêviya her kurdekî ye,herwaha got: Roja 20ê meha bê, biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin lîsta 129 ya YNK`ê û berbijêrên ku hewla pêkanîna hikûmeta giştî ya Kurdistan`ê didin, hikûmetek e ku cudahiyê naxe navbera bajar û navçeyên cuda.
PUKMEDIA
zêtir bibînin
-
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27



Aplîkêşin

