Manşêt; Pizîşkiyan û Zimanê Kurdî û Silêmanî
Nêrîn 12:07 PM - 2024-09-18
Manşêtên herî germ û balkêş di serdana Serokomarê Êranê (Mesûd Pizîşkiyan) bo Êraqê û Herêma Kurdistanê, daxuyaniya `Pizîşkiyan` a bi zimanê Kurdî bûye û her weha serdana xwe ya taybet ji bajarê Silêmaniyê û mezargeha Serok Mam Celal û hevdîtina Serokê YNK`ê Bafil Celal Talebanî bûye.
Weku protokol Pizîşkiyan serdana Bexdadê kir û li gel Serokomarê Êraqê yê Kurd (Letîf Reşîd) civiya, serokê du welatên bi bandor li rojhilata navîn ku herdu welat jî bîngeha şaristaniyeta rojhilata navînin yek ji wan bi welatê Mezopotamya welatê herdu çeman (Firat û Dîcleyê) tê naskirin û ya dinê welatê Fars (Pars) ku dîrokeke xwe ya dûr û dirêj heye ji hukimranî û şaristaniyeta rojhilata navîn.
Herdu serokên Êraq û Êranê li koşka Selam a serokatiya Komarî li Bexdadê (serokomarê Êraqê Letîf Reşîd û serokomarê Êranê Mesûd Pizîşkiyan) bi zimanê kurdî di çarçoveya protokola siyasî de bi hevre axivîn derbarê peywendiyên herdu gelan û berjewendiyên hevbeş û dostane de. Ev hevdîtina herdu serokan û diyaloga wan bi zimanê Kurdî rewatiyek mezin da zimanê şêrîn ê Kurdî û hêşt vê carê medyayên cîhanê ji zimanê Kurdî wergerînin zimanên cîhanî. Eve jî bi saya wê yekê ye ku Serokomarê Êraqê para Kurdan e û cara destpêkê rewanşad Serok Mam Celal Talebanî bû ku di civîna bilind a Neteweyên Yekbûyî li Amerîkayê de bi kurdî gotara xwe destpê kir û di gelek boneyan de Mam Celal zimanê Kurdî di protokolên navdewletî de rewatiya zimanê Kurdî û Kurdan da nasandinê.
Hêjayî gotinê ye ku Serokomarê Êraqê (Dr. Letîf Cemal Reşîd) di 10ê Tebaxa 1944an de li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye û hevlingê serok Mam Celal e û zavayê ronakbîr û siyasetvanê mezin rewanşad (Îbrahîm Ehmed e), her weha Serokê Komara Îslamî ya Êranê (Mesûd Pizîşkiyan) di 29ê Îlona 1954an de li bajarê Mehabadê ya rojhilata Kurdistanê ji dayîk bûye û bi gotina wî bi xwe dostê kevin yê rewanşad Mam Celal bûye.
Serokê YNK`ê Bafil Celal Talebanî jî derbarê serdana serokomarê Êranê (Mesûd Pizîşkiyan) taybet ji bajarê Silêmaniyê got; "Serdana dîrokî ya Birêz Pizîşkiyan giringiyeke xwe ya taybet heye ji bo Êraqê û Herêma Kurdistanê û bi taybetî jî Silêmaiyê û YNK`ê, ev serdane berdewamiya peywendiyên kûr û kevin ên di navbera me û gelê komara îslamî ya Êranê ku serok Mam Celal endazyar û bingeha wê danî ye".
Her weha di wê serdana xwe de Pizîşkiyan serdana mezargeha rewanşad serok Mam Celal Talebanî jî kir û di deftera bîranînan de weha nivîsî: (Em rêzê li fîdekarî û mezinahiya Serok Mam Celal digrin, xwedê ruhî wî şad bike û yad û bîreweriyên wî bi berdewamî ji aliyê şoreşgeran û azadîxwazên dunyayê bi zindî bihêle).
Piştî vegera xwe ya Êranê jî Mesûd Pizîşkiyan li ser tora civakî X`ê jî peyamek bi zimanê kurdî (Soranî) derbarê naveroka serdana xwe ya ji bo Êraqê û Herêma Kurdistanê belav kir û ew peyama ji her yek li Serokê YNK`ê Bafil Celal Talebanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re şandiye.
Di baweriya min de ev serdan wê li pêşiya qonaxeke nû veke di xizmeta doza Kurd li ser astê navçeyê û cîhanê û bi taybetî jî rola Silêmanî û YNK`ê li ser astê Êraqê bi giştî ji bo parastina proseya demokrasî û netewî.
PUKMEDIA/ XELAT
zêtir bibînin
-
Parlamenterekî Brîtanî bo piştgiriya Kurdên Rojava pêşnûmeyek pêşkêş dike
05:07 PM - 2026-02-01 -
Zelensky: Emê bi navbeynkariya Amerîka digel Rûsya bicivin
04:28 PM - 2026-02-01 -
Pirsa serok Komar serokê parlementoyê û serokên fraksiyonan kom dike
01:56 PM - 2026-02-01 -
Keşnasî: Barîna berfê dest pê dike
11:38 AM - 2026-02-01
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil: Em tekez li biratî û yekîtîya me ji bo ax û gel dikin
Kurdistan 02:29 PM - 2026-02-01 -
Parlamenterekî Brîtanî bo piştgiriya Kurdên Rojava pêşnûmeyek pêşkêş dike
Kurdistan 05:07 PM - 2026-02-01 -
Macron digel Mazlûm Ebdî û Şereh Rêkeftina Agirbestê gotûbêj kir
Kurdistan 09:20 PM - 2026-02-01 -
Zelensky: Emê bi navbeynkariya Amerîka digel Rûsya bicivin
Cîhan 04:28 PM - 2026-02-01 -
Rifet Abdulah: Bila salvegera 1ê Şibatê handera yekîtiya me be
Kurdistan 12:30 PM - 2026-02-01 -
Pirsa serok Komar serokê parlementoyê û serokên fraksiyonan kom dike
Êraq 01:56 PM - 2026-02-01 -
22 sal bi ser êrîşa terorîstî ya 1ê Şibatê re derbas bûn
Kurdistan 09:39 AM - 2026-02-01 -
Qubad Talebanî: Erkê me ku em li hember dijmin yek helwêt bin
Kurdistan 10:35 AM - 2026-02-01



Aplîkêşin

