Li Dêrezorê çi rû dide û çi dibe?
Nêrîn 11:36 AM - 2023-09-11
Fethullah Huseynî
Piştî jinavbirina dewleta xîlafeta
îslamî û azadkirina gundewarên bakur û rojhilatê Dêra Zorê, piştre avakirina
meclîsên leşkerî dest pê kir, ku di nav wan de meclîsa leşkerî li Dêra Zorê û
bi navê Ehmed El-Xebîl (Ebû Xewla) ji bo hevserokatiya vê encumenê hat
destnîşankirin ku endamek eşîra "El-Akîdat" e û di heman demê de li
Dêra Zorê di çarçoveya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de Meclîsa
Sivîl hate avakirin.
Rewş li hemû navçeyên Rêveberiya
Xweser di nav de herêma rizgarkirî ya Dêrezorê aram bûye û Rêveberiya Sivîl di
hemû warên tenduristî, perwerde, aborî, xizmetguzarî, civakî û çandî de dest bi
xebatên xwe kiriye û di hemû waran de pêşkeftin bi dest xistiye. lê hêzên
dijminên Rêveberiya Xweser, bi pêşengiya Tirkiye, Îran, rêjîma Sûriyê û şaneyên
DAIŞ'ê li dijî vê yekê bûn û saetekê jî bêdeng neman, lewma dest bi danîna kamployan
û kurên êlên Ereban xapandin û pirsgirêk û alozî derxistin, yek ji destkeftiyên
herî metirsîdar ên van hêzên dijmin binpêkirina encumena leşkerî ya ku Ehmed
El-Xebîl nûnertiya wê dike bû û xwe veguherand mîrekî ku ji mîrên DAÎŞê cudatir
nine û dest bi çewsandina xelkê û mezinên êlan kirin û xelk teşwîqî bazirganiya
madeyên hişber, û qaçaxçîtiya di navbera herdu qiraxên çemê Firatê de kir, û ya
herî metirsîdar di van hemûyan de peywendiya wê bi Tirkiyê û rêjîma Sûriyê re
bû, û Derfet çêbû ku bi hev re şerê Hêzên Sûriyeya Demokratîk bikin.
Serkirdayetiya HSDê sînorek ji vê
diyardeya metirsîdar dînena ji ber nêrînên wê bi xw, cezanekirina Xabîl û hin kesên
din di dema xwe bû sedema alozbûna rewşê û zêdekirina metirsiyan, û dema ku
serkirdayetiya "HSD" biryar da ku pêwîste van metirsiyan çareser bike
û El-Xebîl û çend kesên din jî li gel wî bin Serhildan mezin bû û zemînek komployê
çêbû ji ber destwerdana rasterast a rêjîma Sûriyê, Tirkiyê û çeteyên wê û şanên
DAIŞê yên ku ji rewşê sûd werdigirin û komên çekdar ava kirin.
cezakirina “El-Xebîl” pêdiviyeke pêwîst bû,
yekem ji bo paqijkirina xelkê herêmê ji xirabiyên wî, û dûyem ji bo pûçkirina
pîlanên ku ji aliyê dijmin ve dihatin çêkirin, lewma proseya “pêşxistina
ewlehiyê” ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk ve dest pê kir, bi hevkariya hêzên
hevpeymaniya navdewletî, ji bo rawestandina aloziyê û vegerandina aramiyê, û
tiştê ku niştecihên herêmê pê ve girêdayî ye, ku HSD karibe tiştan vegerîne
rêzê, û ew bikarin qeyranê birêve bibin.
Tiştê ku li Dêrezorê qewimî û hê
jî diqewime, ti pêwendiya wê bi ti nakokiyên erebî-kurdî re nîne, belkî
pêvajoyeke bibiryar e ji bo rizgarbûna ji serhildêran li dijî yasayên aramiyê.
PUKMEDIA
zêtir bibînin
-
Nûnerê Almanî û Mezlûm Ebdî rewşa Helebê gotûbêj kirin
10:46 PM - 2026-01-09 -
Gideon Sa'ar:Erkê exlaqî ya Civaka Navdewletî li hemberî Kurdên dijî DAIŞê şer kirine heye
03:07 PM - 2026-01-09 -
Kurdên li Şêx Meqsûdê
09:56 PM - 2026-01-08 -
Serokkomarê derbarê şerê li Helebê banga vegera ser maseyê û rawestana pevçûnê kir
02:32 PM - 2026-01-08
zortrin xwendraw
-
Gideon Sa'ar:Erkê exlaqî ya Civaka Navdewletî li hemberî Kurdên dijî DAIŞê şer kirine heye
Kurdistan 03:07 PM - 2026-01-09 -
Pijîşkek û karmendekî Nexweşxaneya Osman hatin şehîd kirin
Kurdistan 05:23 PM - 2026-01-09 -
Hêzên Asayîşê depoyek çekan li nêzî Şîhan teqandin
Kurdistan 11:14 PM - 2026-01-09 -
Êrişek bo ser taxa Şêx Meqsûdê hat têk birin
Kurdistan 04:48 PM - 2026-01-09 -
Civata taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê:Em radest nabin,berxwedan jî berdewam e
Kurdistan 01:26 PM - 2026-01-09 -
Heyva Sor ya Kurd banga rawestandina êrîşên li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û vekirina korîdorên dike
Kurdistan 12:56 PM - 2026-01-09 -
Tom Barak: Em hewl dirêjirina agirbestê li Helebê didin
Cîhan 09:32 AM - 2026-01-09 -
Jiyana 70 birîndarên li Nexweşxaneya Xalid Fecir di metirsiyê de ne
Kurdistan 10:29 PM - 2026-01-09



Aplîkêşin

