Guhertinên nû li Sûriyê tên
Nêrîn 10:56 AM - 2023-08-20
Fethullah Husênî
Di warê vebûna Erebî de ji rêjîma Sûriyê re ti encam û binpêkirin
nehatine ragihandin, tevî derbasbûna sê-çar qonaxên destpêkê yên vebûnê, û dema
ku çavdêr nêzîkî hêdîbûnakê di rêya asayîkirina normalkirina erebî bi Şamê re
bûne li wir hinek hebûn ku ev nêzîkbûna wek xeyalekê didîtin, yan jî
pozbilindiyek ji aliya Esed ve ku ew bêtir xwe dispêre rola Îran û Rûsyayê ji
rola erebî zêdetir.
Hikûmeta Şamê hêvî dikir ku vebûna Erebî bi awayekî erênî li
ser wê derbikeve, çi di warê siyasî û çi aborî de, lê di çar mehên borî de
wêneyekî cuda ji wê re dan, û bû sedem ku medyayên nêzîkî rêjîma Sûriyê behsa
"encamên sifir" bikin” tevî hemû daxuyaniyên biratî û hestiyar ên ku
asoyê Erebî dagirtin.
Mijara "qaçaxkirina madeyên hişber" ji Sûriyê bo
Urdun û welatên kendavê hîn jî heye, di heman demê de ku Erebistana Siûdî,
Urdun û Misir di wê baweriyê de ne ku topê erebî niha di meydana rêjîma Sûriyê
de ye, bêyî destpêşxeriyeke eşkere ji aliyê Şamê ve.
Krîza Sûriyê gelek encamên wê hebûn, û hemû pirsgirêk di
şevekê de nayên çareserkirin, lê belê destpêkirina rêya Erebî ji bo
piştgirîkirina aboriya Şamê ya têkçûyî, û pêkanîna siyaseta "gav bi
gav" hîna rawestiyaye, ti nîşaneyên çareseriyeke erebî û navneteweyî tune
ne.
Rêveçûna peywendiyên
Erebî bi Şamê re ketiye bin bandora hin guherbaran, ya yekem "têkiliyên
hin hêzên navdewletî û nêrîna wan li ser xwezaya rêjîmê û tevgerên wê di dema
dawî de, Û pêdagiriya wî li ser peywendiyên herêmî bê yên erebî, wek Tirkiye û
Îranê, û paşguhkirina diyaloga navxwe ya ku divyabû Şam dest pê bike piştî ku
kurd û hevkarên wan li bakur û li Rojavayê Kurdistanê li ser wê israr kirin ku
ev jî bandora xirap li ser Şamê dike.Ji ber vê yekê li pêşiya Şamê ti çare
nemaye ji bilî danûstandina bi Kurdan re, çavkaniyên wan ên neftê û erdên wan
ên bi bereket di dema dirêjkirina temenê krîz û şer de.
Çareserkirina kêşeyên hilpesartî di navbera Şam û Kurdan de
divê bibe serekî li çarçoveya hewildanên Şamê de bi taybet piştî têkçûna rêyên
çareseriyê.
Dibe ku di paşerojeke nêzîk de guhertinên berbiçav hebin, wek
guhertina hevsengiya hêzê di navbera rêjîma Şamê û opozisyona erebî , piştî
nêzîkbûna Erebî bi Şamê re, û dûrketina Tirkiyê ji opozisyona ku zêdetir ji deh
salan piştgirî kiriye, yan jî belkî nêzîkbûna Şamê bi Kurdan re, nemaze piştî
qeyrana aborî ya dijwar li deverên rêjîmê, û ya herî girîng jî pêwîstiya Rêjîmê bi guhertina reftar û serhişkiya xwe li
ser tiştên ku li Sûriyê diqewimin di warê koçberkirin, niştecihkirin,
derbiderkirin û guhertina demografî de di nava dagîrkeriyên tund ên ku bêyî
îradeya gel bi xwe û bêyî îradeya rejîmê li ser gelê Sûriyê hatine ferzkirin.
PUKMEDIA
zêtir bibînin
-
Nûnerê Almanî û Mezlûm Ebdî rewşa Helebê gotûbêj kirin
10:46 PM - 2026-01-09 -
Gideon Sa'ar:Erkê exlaqî ya Civaka Navdewletî li hemberî Kurdên dijî DAIŞê şer kirine heye
03:07 PM - 2026-01-09 -
Kurdên li Şêx Meqsûdê
09:56 PM - 2026-01-08 -
Serokkomarê derbarê şerê li Helebê banga vegera ser maseyê û rawestana pevçûnê kir
02:32 PM - 2026-01-08
zortrin xwendraw
-
Gideon Sa'ar:Erkê exlaqî ya Civaka Navdewletî li hemberî Kurdên dijî DAIŞê şer kirine heye
Kurdistan 03:07 PM - 2026-01-09 -
Pijîşkek û karmendekî Nexweşxaneya Osman hatin şehîd kirin
Kurdistan 05:23 PM - 2026-01-09 -
Hêzên Asayîşê depoyek çekan li nêzî Şîhan teqandin
Kurdistan 11:14 PM - 2026-01-09 -
Êrişek bo ser taxa Şêx Meqsûdê hat têk birin
Kurdistan 04:48 PM - 2026-01-09 -
Civata taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê:Em radest nabin,berxwedan jî berdewam e
Kurdistan 01:26 PM - 2026-01-09 -
Heyva Sor ya Kurd banga rawestandina êrîşên li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û vekirina korîdorên dike
Kurdistan 12:56 PM - 2026-01-09 -
Tom Barak: Em hewl dirêjirina agirbestê li Helebê didin
Cîhan 09:32 AM - 2026-01-09 -
Jiyana 70 birîndarên li Nexweşxaneya Xalid Fecir di metirsiyê de ne
Kurdistan 10:29 PM - 2026-01-09



Aplîkêşin

