Rastiya karesata Colemêrgê
Kurdistan 04:45 PM - 2023-08-08
Amadekar Arêz Husên
Beşa Yekem
Di sala 1978ê de serkirdayetiya YNKê biryar da ku hêzên xwe ji Nawzang û Çiyayê Qendîlê ber bi Bradostê veguhêze û biryar da ku hêzên xwe di sê beşan de bişîne.
Nuşêrvan Mistefa Emîn di pirtûka xwe ya bi navê Trajediya Colemêrgê de dibêje, rêkeftina vê hêzê di demekê de hat ku piştî rêkeftina Cezayîrê di navbera Şahê Îranê û rêjîma Beisê de, di sala 1977an de, rejîma Iraqê rêkeftineke din a bi vî rengî gel Tirkiyê îmze kiribû pêk hatibû.
“Hêzên Îranê ji aliyê wan ve dest bi êrîşa li ser hêzên YNK’ê kirin, dema ku vegeriyan aliyê Iraqê, hêzên Iraqê dest bi êrîşan kirin, ji aliyê Tirkiyê ve jî eşîrên kevneperest dest bi amadekariyan kirin û MÎT û saziyên îstixbaratê jî dest bi şopandina wan kirin. ‘’Mistefa dibêje.
Her wiha dinivîse:’’Piştî yekbûna pêkhateyên duyem û sêyem ên hêzên YNKê, ji ber hebûna hêzên serkirdatiya demkî ya PDKê li ser sînor û nehiştina şer ligel wan, hêzên YNKê dê 7 rojan li Bakurê Kurdistanê bimînin, piştre jî hêzên YNKê dê biryarê bidin ku kûrtir derbasî Bakurê Kurdistanê û sînorên Rojavayê Kurdistanê bibin û nêzîkî cihê wergirtina çekan bibin û Pêşmergeyên bêçek bi wan re çekdar bikin.
Nuşêrvan Mistefa Emîn di pirtûka xwe ya bi navê Trajediya Colemêrgê de dibêje:“Serkirdayetiya demkî PDKê piraniya eşîrên Bakurê Kurdistanê teşwîq kiribûn dijî YNK’ê bibin bi hinceta ku hêzên YNK’ê gundan talan dikin, mêran dikujin, jinan dîl digirin û kafir û ateîzmê belav dikin ev jî bû sedem ku eşîrên Şemzînan, Çelê û Uludere hêzên çekdar li dijî hêzên YNK’ê kom bikin û herêmên stratejîk kontrol bikin.’’
Di 1/6/1978ê de li devera Baze di navbera YNK û serkirdayetiya demkî de şer derket û di encamê de hejmarek zêde kuştî û birîndar ji her du aliyan çêbûn û hejmarek pêşmergeyên YNKê jî ji wê hêzê qut bibin.
Şevê din hêzên YNK’ê ji ber bêtecrubeya herêmê ji hev cuda vegeriyan Başûrê Kurdistanê, hêzên PDK’ê ketin kemînê û gule berdan wan. Lê ji ber bêtecrûbe û westandina hêzê rewş nehat kontrolkirin û zêdetir belav bûn.
Grûpek bi hêviya hatina koma duyem dîsa li hev dicive û ava dibe, koma duyem neçar dimîne ku vegere nuqteya herî nêzîk li Iraqê û xwe radest bike, koma sêyem ji aliyê hêzên serkirdayetiya demkî û eşîran ve rastî êriş û çek lê standinê tê.
Di koma sêyem de di nav kesên ku dîl hatibûn girtin de fermandarê hêzê Elî Askerî, Tayerî Elî Welî, Seyîd Kaka ku piştre di roja 7 Têmûzê de heman salê de Elî Askerî, Xalid Seîd û Hisên Babaşêx ji aliyê rêveberiya demkî ve bi çekên RPG şehîd kirin.
Koma yekem ya hêzên YNKê, piştî ku ji hatina hêzên din bêhêvî bûn, piştî çend rojan man, neçar man biçin gundê Kehî nêzîk Colemêrgê û xwe birêxistin çûn nav Eşîretê pêştir lê bûn ,piştî şer û pevçûnên çend saetan, hejmareke zêde ya hêzên YNKê şehîd, birîndar û dîl hatin girtin û radestî rêveberiya demkî hatin kirin.
Li gorî belgeyên ku piştre hatine bidestxistin, biryara şehîd xistina Elî Askerî , Dr. Xalid û Şêx Husên Babaşêx di “dadgehkirina Qereqûşî” de bi Serokatiya “Kemal Kerkûk’’ hatibû dayîn.
PUKMEDIA
zêtir bibînin
-
Guterres: Li dijî mafên mirovan êrişeke berfireh heye
02:57 PM - 2026-02-23 -
Bi kêmbûna tirsa ji zêdebûna nakokiya di navbera Amerîka û Îranê de, nirxê petrolê daket
11:25 AM - 2026-02-23 -
Danûstanên navbera Tehran û Washingtonê roja Pêncşemê li Cinêvê dê bên kirin
11:52 PM - 2026-02-22 -
Partiya Wihde ya Demokratîk ya Kurd: Serok Mam Celal endezyarê yekdengiya gelê Kurd bû
10:25 PM - 2026-02-22
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil li Bexdayê hewlên xwe ji bo hilbijartina serokkomar û pêkanîna hikûmetê zêde dike
Kurdistan 04:17 PM - 2026-02-22 -
Partiya Wihde ya Demokratîk ya Kurd: Serok Mam Celal endezyarê yekdengiya gelê Kurd bû
Kurdistan 10:25 PM - 2026-02-22 -
Fermandarên Asayîşê li Efrînê danûstanên bo vegera Efrîniyan dikin
Kurdistan 07:23 PM - 2026-02-22 -
Serok Bafil û Reyan Keldanî tekezî li ser parastina aramiya welat kirin
Kurdistan 09:32 PM - 2026-02-22 -
Danûstanên navbera Tehran û Washingtonê roja Pêncşemê li Cinêvê dê bên kirin
Cîhan 11:52 PM - 2026-02-22 -
164 Heftaneya dijîtal ya Înglîzî hat weşandin
Cîhan 09:32 AM - 2026-02-23 -
Bi kêmbûna tirsa ji zêdebûna nakokiya di navbera Amerîka û Îranê de, nirxê petrolê daket
Aborî 11:25 AM - 2026-02-23 -
Amerîka leşkerên xwe ji Qesrikê vedikşîne
Kurdistan 03:40 PM - 2026-02-23



Aplîkêşin

