Rola nehevsengî yê Rûsiya li Sûriyê
Nêrîn 11:45 AM - 2023-07-27
Nûnerê taybet ê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bo çareserkirina
siyasî li Sûriyê Alexander Lavrentyev ragihand ku dibe ku Serokê Sûriyê Beşar
Esed û Serokomarê Tirkiyê Receb Tayb Erdoxan bi amadebûna Vladimir Putin
bicivin, û wê berpirsê Rûsî ji kanalên Rûsî re tekez kir ku civîn dê piştî bidawîbûna
nexşerêya asayîkirina peywendiyên navbera Sûriyê û Tirkiyê were lidarxistin.
Moskow û hewldana lihevkirina Sûrî-Tirkî
Li gorî Lavretyev, proseya asayîkirina peywendiyên di navbera
Sûriyê û Tirkiyê de sist nebûye, belku berovajî vê yekê bi demê re ber bi pêş
ve diçe, ku ev yek rola nehevsengiya Rûsyayê li Sûriyê eşkere dike, ji
destpêkirina qeyrana Sûriyê heta niha ji ber ku Rûsiya palpişt û hevkare ji
Şamê re bi hemû hêz û karîna serbazî û pêwendiya dîplomatîk, her çend li
Moskovayê bi rayedarên kurd re hevdîtin pêk aniye û her dem ji rola kurdan û
peywendiyên bi Amerîkayê re ditirse, lê tu zextek li Şamê nekiriye ku dest bi
danûstandinên cidî û berpirsiyar bi kurdan re bike ku bibe sedema çareseriya
siyasî li Sûryê.
Rûsya baş dizane
ku li Sûriyê du hêz hene ku dikarin nexşerêya çareseriyê diyar bikin ew jî
Serokê Sûriyê Beşar Esed û Kurdên li wî welatî ne ji ber vê yekê diviyabû Rûsya
roleke erênî li Sûriyê bilîsta, ne ku piştgiriya asayîkirina pêwendiyên Şam û
Enqerê bike, nemaze ku Tirkiyê roleke nerênî di alozkirina kirîza Sûriyê de
lîstiye.
Berjewendiyên
Moskow û Enqereyê qeyrana Sûriyê aloztir dike û çareseriya siyasî ya çaverêkirî
li Sûriyê paşguh dixin.
Şerê Ukraynayê
Dagirkeriya
Rûsiya bi şerê demdirêj bi Ukraynayê re, ji hewldana nêzîkkirina Şam û Enqereyê
bernedaye, ku dîsa wê li ser hesabê gelê Sûriyê be, ku Mosko wek aliyekî erênî
ji aloziya Sûriyê dibîne ku niha bûye aliyeke neyênî di nav wê pevçûnê de ji
ber ku xwe ji hemû têgihiştinên xwe yên bi Kurdan re veşartiye.
Mîna ku Rûsya
dibêje: “Rewş bêyî hebûna leşkerî ya Amerîka li Sûriyê dê baştir bûya.” Ev
neheqî li Kurdan û hêzên hevpeymaniya navdewletî ye ku li Sûriyê li dijî terorê
şer dikin û heta niha jî şerê terorê dikin, ji bo avakirina rewşeke guncaw ji
bo diyalog û danûstandinan, danûstandinên ku gelê Sûriyê li benda wan e, piştî
salên şer, wêranî û derxistina bi darê zorê.
Ji ber vê yekê divê
Mosko roleke baştir bilîze wek hêsankarê çareseriya siyasî ya ku gelê Sûriyê lê
digere, ne ji îmzekirina rêkeftinên siyasî li ser navê hikûmeta Şamê ji ber ku
ew piştgirî dide wê, ew ê krîza kujer li Sûriyê dirêj bike.
Pêwîstiya
lihevhatineke Rûsî-Amerîkî heye
Belê, pêwîstiya
Sûriyê bi lihevhatineke Rûsî-Amerîkî heye, lê berî her tiştî pêwîstiya wê bi
lihevhatineke di navbera Kurd û rêjîma Şamê de heye, ji ber ku bingeha
çareseriyê navxweyî ye, ne jinavbirina pirojeyên Sûriyê tenê bo xatira Enqereyê
û dilniyakirina wê welatî ku piştevaniya mîlîşên radîkal kiriye ku Sûriye wêran
kirine.
PUKMEDIA
zêtir bibînin
-
Parlamenterekî Brîtanî bo piştgiriya Kurdên Rojava pêşnûmeyek pêşkêş dike
05:07 PM - 2026-02-01 -
Zelensky: Emê bi navbeynkariya Amerîka digel Rûsya bicivin
04:28 PM - 2026-02-01 -
Pirsa serok Komar serokê parlementoyê û serokên fraksiyonan kom dike
01:56 PM - 2026-02-01 -
Keşnasî: Barîna berfê dest pê dike
11:38 AM - 2026-02-01
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil: Em tekez li biratî û yekîtîya me ji bo ax û gel dikin
Kurdistan 02:29 PM - 2026-02-01 -
Parlamenterekî Brîtanî bo piştgiriya Kurdên Rojava pêşnûmeyek pêşkêş dike
Kurdistan 05:07 PM - 2026-02-01 -
Macron digel Mazlûm Ebdî û Şereh Rêkeftina Agirbestê gotûbêj kir
Kurdistan 09:20 PM - 2026-02-01 -
Zelensky: Emê bi navbeynkariya Amerîka digel Rûsya bicivin
Cîhan 04:28 PM - 2026-02-01 -
Rifet Abdulah: Bila salvegera 1ê Şibatê handera yekîtiya me be
Kurdistan 12:30 PM - 2026-02-01 -
Pirsa serok Komar serokê parlementoyê û serokên fraksiyonan kom dike
Êraq 01:56 PM - 2026-02-01 -
22 sal bi ser êrîşa terorîstî ya 1ê Şibatê re derbas bûn
Kurdistan 09:39 AM - 2026-02-01 -
Qubad Talebanî: Erkê me ku em li hember dijmin yek helwêt bin
Kurdistan 10:35 AM - 2026-02-01



Aplîkêşin

