Roj bi êlekê nayê veşartin
Nêrîn 01:50 PM - 2023-05-06
Bersiva daxuyaniyên Aştî Berpirsê Şaxa 17 ya Partiya Demokrat
a Şengalê!
Ji xelkê Şengalê re ne veşartî ye ku Partiya Demokrat a
Kurdistanê ji dema rûxandina rêjîma hilweşiyayî ve li herêmê desthilatdar e, lê ti tişt ji
rastiya bajêr neguhert û nekarî di warê rêvebirina dadwerî, ewlekarî û
rêvebirinê de têkçû û delîlê herî mezin revandin û vekşîna hêzên leşkerî dema
êrîşa DAÎŞê û radestkirina bi hezaran Êzdiyên bê guneh bo DAÎŞê .
Her wiha em tekez dikin ku Partiya Demokrat ev 8 sal in
koçberên Şengalê di kampên darê zorê di her piroseyek hilbijartinan de bikar tîne ji bilî wergirtina alîkariyên madî ji
xêrxwazan li ser hesabê koçberan, ji bilî sînordarkirin û nehiştina vegera
awareyan û daxuyaniya wezîrê koç û koçberan ya vê dawiyê baştirîn belgeya wê
yekê ye.
Wek her kes
dizane niha Herêma Kurdistanê di qonaxekê de ye ku ji aliyê Partiya Demokrat ve
bi yek desthilatdar tê naskirin, bi taybetî li parêzgeha Duhokê û hewl dide
dengên azad qut bike, lê heta niha kesek ji wan kesên ku di vê dawiyê de hereşe
li ser Êzdiyan kiribûn ne hatine cezakirin, lê wan dîsa tenê lêborîna
xwestin bêyî ku ti tedbîrek rastîn ku wan bi axaftinên nefretê û binpêkirinên
li dijî gelê Êzidî yên ku rastî tawanên herî hovane ji aliyê terorîstên DAIŞê
ve hatine kirin, sînordar bike.
Derbarê lidarxistina hilbijartinên Herêma
Kurdistanê de Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê herdem amadeye ji bo vê piroseya
demokratîk, lê rêjîma deshilatdar ya ku ji aliyê Partiya Demokrat ve tê
birêvebirin, sedema sereke ya van nakokî û pirsgirêkên Herêma Kurdistanê ye. bi
bikaranîna kotaya pêkhateyên olî û kêmneteweyên li herêmê re li gor
berjewendiyên xwe derbas dibe, ji ber ku em tekez dikin ku em li gel mafê hemû
pêkhateyan ne, bi taybet gelê Êzidî bi mercê ku ew nûnerên rasteqîn bin û nebin
alavek di destê demokratan de!.
PUKMEDIA
zêtir bibînin
-
Komîsyonê ji %90ê amadekariyên hilbijartinan temam kirine
12:02 PM - 2024-05-04 -
Qubad Talebanî: Mirina çend endamên komeke çiyageran em hemû xemgîn kir
10:53 PM - 2024-05-03 -
Asayîşê dest danî ser kargeheke çêkirina madeyên hişber
06:08 PM - 2024-05-02 -
Rêveberiya Dijî Terorê girtina terorîstekî DAIŞê radigihîne
11:14 AM - 2024-05-02
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil û Helbûsî: Parastina jiyana xelkê û aramkirina welat
Kurdistan 06:55 PM - 2024-05-03 -
Qubad Talebanî: Mirina çend endamên komeke çiyageran em hemû xemgîn kir
Kurdistan 10:53 PM - 2024-05-03 -
Komîsyonê ji %90ê amadekariyên hilbijartinan temam kirine
Kurdistan 12:02 PM - 2024-05-04 -
Kurdistan û Pêwîstiya Hilbijartinê
Nêrîn 05:27 PM - 2024-05-04 -
Talebanî ji Amerîkayê re: Paşxistina hilbijartinan zirarê dide Kurdistanê
Kurdistan 04:23 PM - 2024-05-04 -
Serok Bafil diçe Amerîka
Kurdistan 05:42 PM - 2024-05-04 -
Şandeke YNKê li Dubey girêbestên çandinî û veberhênanê îmze dike
Kurdistan 08:32 PM - 2024-05-04