MAM.. LI ŞAM (8)
Nêrîn 08:38 PM - 2023-02-11
(Dayika dilovan.. Rewşen Bedirxan)
Elî Şemdîn
Em nikarin li ser mana Mam Celal bi axivin dema ku li Şamê
bû di salên pênciyê de ji sedsala bîstan, eger em navê Emîre (Rewşen Bedirxan),
di bîra xwe ne înin, ji ber ku mala wê di wê çaxê de bûbû mîna hêlîneke aram, û
hemî kurdên ku dihatine Şamê li wir di civiyan û di hatin hembêz kirin, çi ji
kurdên sûriya yan jî kurdên parçeyên kurdistanê yên dinê ku serdanî Şamê
dikirin, û mala wê navendek bû ji hevdîtina kesayetiyên siyasî û rewşenbîrî û
kultûrî yên kurdî û kurdistanî re, û di pêşiya wan de jî Mam Celal.
Lewma, her ji dema ku Mam Celal piyê xwe danî ser xaka Şamê
di sala (1955)‘de, mala Rewşen Xan jêre bûbû penagihek, û ew ji wê malê nehate
birîn ta ku li Şam bû, û li ser vê qonaxê Mam Celal li berdem komelek rewşenbîr
di axivê, ku di (23.4.2004), li hevîngiha Dokan kom bûbûn bi boneya salvegera
Rojnamegeriya Kurdî, û derbarê Rewşen Xan Mam Celal dibêje: (Çaxê ku em li Şamê
bûn, mala Rewşen Bedirxan penagiha me bû, me pena dibire wir her dema ku me
hest bi tirs û nîgeraniyê dikir, û hin carên dinê jî em diçûne mala wê dema ku
me bêriya xwarina dayika xwe dikir, çimkî mala wê mîna mala her kurdekî bû, û
wê jî xwe dayika her kurdekî didît..).
Rewşen Bedirxan xwe ji alîkariya her kurdekî ku pena
biribane mala wê ne dida paş, û hewil dida ku hemî pêwendiyên xwe bi karbîne û
sûd li wan pêwendiyan wergire di rêvebirina karûbarê wan kurdan de, û dema ku
Mam Celal hate girtin di sala (1957)‘de, li ser sînorê (sûriya û îraqê), ji ber
ku ew bi belgeyên sexte yên ne yasayî di derwaza (Til Koçe)‘re, derbas bûbû, û
ew hatibû guhestin bo zîndana Hesekê (Hisiça), û piştî ku bêçare dimîne êdî
pêwendiyê bi Rewşen Bedirxan re dike û rewşa xwe jêre dibêje, ew jî ji aliyê
xwe ve yekser pêwendiyê bi Eqîd (Mihemed Zilfo)‘re dike û wî radispêre ku vê
kêşeyê çareser bike, û bi rastî jî ew efserê kurd Mam Celal ji zîndanê azad
dike, û piştî ku digihe Şamê pêwîstiya wî bi belgeyên fermî çêdibe ji bo ku
biçe Warso beşdariyê bike di kongireyê xort û qutabiyên cîhanî de, û tevî ku
hîç riyek tunebû Mam Celal wan belgeyan bi dest bixe, lê Eqîd Mihemed Zilfo li ser daxwaza Rewşen Xan ev pirs li
xwe girt û soz da ku çareser bike, ji ber ku pêwendiyên wî yên xêzanî hebûn li
gel (Ebdul Hemîd Serac), ku ew bixwe zavayê malabata Zilfo Axa bû.
Rewşen Bedirxan, li gor gotina nivîskar (Dilawerê Zengî),
gelekî guhdan bi Mam Celal dikir û ew weke yekî ji zarikên xwe di jimar, cilê
wî di şûştin û xwarin jî jêre amade dikir, û ew cuda dikir ji hevalên wî yên
dinê, û di got: (Bê goman gelek xebatkerên kurd yên çalak hene di warê
rêxistinî de, lê Mam Celal ji bilî karê wî yê rêxistinî, ew di warê siyasî de
jî siyasetmedarekî zîrek û jêhatiye, û pêşeroja wî ya siyasî wê gelekî geş û
giring be..), û di vî warî de Sînem Xan (Keça berêz Rewşen Bedirxan‘e), jî ji
mere di got ku: (Mam Celal berdewam di hate mala me, û ew her dihat yekser di
pirsî: We çi xwarin çêkiriye? û carekê daiyka min jêre got ku xwarina me bi
tenê nan û penîre, Mam Celal jî bi henekî lê vedgerîne: Eger wa bê, xwa hefîz
!), Sînem Xan axaftina xwe li ser Mam Celal berdewam dike, û dibêje: (Bi rastî
Mam Celal kesekî gelekî wefadar bû û dest vekirî bû li gel me, û piştî ku
hevjînê min xaneneşîn bû, û Mam Celal zanî bû ku ew mûçeyê xaneneşînî beşê me
nake, yekser mûçeyekî mangane û baş ji mere terxan kir, û ev alîkariya wî
berdewam kir ta ku çû ser dilovaniya xwe, herwiha li Silêmaniyê qutabxaneyek
vekir bi navê dayika min Rewşen Bedirxan, ev ji bilî ku wî ferhanga bavê min
Celadet Bedirxan jî di sala 2009’de çapkir li ser erkê xwe yê taybet û erkê
berêz Hîro Xan..).
Wek rêzgirtinekê ji bîrhatina Rewşen Bedirxan re, û
wefadariyekê ji xizmeta wê re ji bo pirsa kurdî, Mam Celal bi alîkariya her yek
ji (Ebdul Hemîd Derwîş, û Kemal Burqayê), di (30.4.1997)‘de, bi nûjen kirina
aramgeha (Rewşen Salih Bedirxan), û ya hevjînê wê (Celadet Alî Bedirxan), û ya
kalikê wê (Bedirxan Mîrê Botan), rabû û avakir, ku ew aramgih di keve nav
goristana (Mewlana Xalidê Neqşebendî)‘de, li taxa (Ruknel Dîn), li Şamê.
Rewşen Bedirxan (1909- 1992), kiye? Ev jina kurd ya
rewşenbîr û nivîskar û wergêr û perwerdekar, ew keça Salih Bedirxane, ji
dayikbûya bajarê Istanbolê ye, ku ji wir hatiye veguhestin li gel malbata xwe
bo Şamê di sala (1913)‘de, û li vir jî xwendina xwe ya (Xana Mamostayan), bi
dawî aniye di sala (1923)‘de, û li gel kur mamê xwe Celadet Alî Bedirxan
hewsergîrî kiriye û zewiciye di sala (1935)‘de, û bûye endam di yekîtiya jinên
sûrî de, û nûneratiya wan kiriye di kongirê cîhanî yê jinan li Qahîre di sala
(1944)‘de, û di radiyoya sûrî de karkiriye di sala (1947)‘de, û her wiha li gel
girûpek rewşenbîrên kurd Komeleya Vejînkirina Kultûra Kurdî li sûriya
damezirandiye di sala (1955)‘de, û ew ji aliyê Mam Celal ve hatiye şandin bo
Yewnan ku nûneratiya miletê kurd bike di kongirê nehiştina kolîdar û
regezperestiyê di sala (1956)‘de, û Rewşen Xan gelek ziman dizanîn li tenişt
zmanê xwe yê dayikê, mîna zimanê Erebî û Firensî û Turkî û Ingilîzî û ta
radeyeke baş jî zimanê Elmanî, û di dawî de li bajarê (Baniyas) koça dawî kir
di sala (1992)‘de, û di goristana Mewlana Xalid de li taxa Ruknel Dîn hate
veşartin.
Ev Emîra kurd ya rewşenbîr di wê qonaxê de naskirî bû bi
bîra û ramanên xwe yên netewî yên kûr, û bi hestên xwe yên bilind derbarê
xelkên kurd, û ew mîna konekî bû ku bi dihan rewşenbîr û siyasetmedarên kurd
xwe di binde komdikirin, û ew bûbû dayika hemiyan ya dilovan.
12.2.2023
zêtir bibînin
-
73 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:35 AM - 2024-05-12 -
Emê bibin alîkar ku peywendiyên Kurdistanê û Iraqê bihêztir bibin
02:15 AM - 2024-05-12 -
Xanima Yekem: Desteserkirina mafên her welatiyekî dijberî xwezaya civakê ye
11:48 AM - 2024-05-11 -
Encumena Nûneran dê hefteya bê serokê xwe hilbijêre
04:50 PM - 2024-05-09
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil: di rêvebirina welat de bi hevkariyeke rasteqînî bawer in
Kurdistan 06:33 PM - 2024-05-11 -
73 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:35 AM - 2024-05-12 -
Serok Komarê tekezî li ser pêwîstiya parastina çavkaniyên avê ji qirêjiyê dike
Êraq 01:51 PM - 2024-05-12 -
Emê bibin alîkar ku peywendiyên Kurdistanê û Iraqê bihêztir bibin
Kurdistan 02:15 AM - 2024-05-12