HPG: Petrola Başûrê Kurdistanê Hedef Nehatiye Girtin

kurdistani 04:35 PM - 2015-08-02
HPG: Petrola Başûrê Kurdistanê Hedef Nehatiye Girtin

HPG: Petrola Başûrê Kurdistanê Hedef Nehatiye Girtin

Navenda Ragihandina HPG`ê di daxuyaniyekê de diyar kir ku ti têkiliya Gerîlayên wan bi çalakiya sabotajê ya li dijî boriya petrolê li Silopiyê tune ye. Her wiha ragihand ku ew êriş ji aliyê yekîneyên herêmî ve bi însiyatîfa wan hatiye lidarxistin. HPG`ê da zanîn ku divê her kes nêzîkatiya wan ya bi berpirsyarî li hemberî berjewendiyên Başûrê Kurdistanê zanibe, her wiha hin daxuyaniyên rayedarên Başûr jî ne rast bi nav kir.
Di 29'ê Tîrmehê de li hemberî lûleya petrolê ji aliyê gerîlayên me ve êrîş nehatiye kirin.

HPG di daxuyaniyê de wiha got:

''Li dijî tevgera êrîşa topyekûn a artêşa T.C a dagirker li hemberî qadên me yên gerîla dimeşîne, roja 29'ê Tîrmehê li navçeya Şirnex Silopiyayê, yekîneyên herêmî bi însiyatîfa xwe çalakiyeke sabotajê pêk anîne. Ev çalakiya li hemberî lûleya petrolê, bi biryara hêzên me yên gerîla nehatiye kirin.
Weke Hêzên Parastinê yên Gel, ti helwesteke me li hemberî berjewendiyên Başûrê Kurdistanê nîne. Pêwîste helwest û nêzîkatiya me ya hesas, hestyar û bi berpirsyarî ya di vê mijarê de were zanîn. Daxuyaniyên ji aliyê rayedarên Başûrî ve hatin kirin, hem ne rast in hem jî tehrîk dikin.
Yekîneya ev çalakî pêk aniye, bêyî ku zanibe xeta lûleyê ya kê ye çalakî lidar xistiye. Bi awayekî cuda nirxandina vê yekê û berevajîkirina rastiyê, wê bi kêrîkesî neyê."

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket