Daxwazên bazirganên bazara Qeyser li Hewlêrê rewa ne

Kurdistan 09:22 PM - 2024-05-08
Saadî Pîra li Hewlêrê serdana Bazara Qeyser kir Buroya Çapemeniyê ya Saadî Ehmed Pîra

Saadî Pîra li Hewlêrê serdana Bazara Qeyser kir

YNK Hewlêr

Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Saadî Ehmed Pîra ji bo guhdarîkirina dikandar û bazirganan û dîtina ziyanan serdana bazara Qeyser a Hewlêrê kir.

“Em piştgiriya hemû daxwazên rewa yên xwediyê dikanan û bazirganan dikin û divê bi lezgînî nûkirina sûkê were cîbicîkirin, da ku esnaf beriya Cejna Qurbanê dest bi karê xwe yê rojane bikin.’’Got
Saadî Ehmed Pîra got: “Bazara Qeyser li Hewlêrê navendeke bazirganî û cihê debara bi hezaran bazirganên bajêr e, di heman demê de beşek ji çanda Hewlêrê ye.Bazar beşeke ji dîroka yekgirtî ya Hewlêrê, divê aliyên peywendîdar bi ciddî sedema şewatê eşkere bikin ji ber ku van bûyeran asta baweriya bazirganan bi cihê kar û asayîşê ji bo parastina milkên xwe kêm kiriye.

Wî her wiha got: "Hikûmet û aliyên peywendîdar divê di zûtirîn dem de qerebûyên qurbaniyan bidin û hemû pêwîstî û xizmetguzariyan ji wan re peyda bikin, di warê ewlehiya bazar, elektrîk û sîstemek karîger a vemirandina agir de ji bo dilniyakirina kardêr û bazirganan.Divê di navbera welatiyan û hikûmetê de bawerî were vegerandin da ku ewlekariya mal û cihên kar pêk bê.

Berdevkê YNKê got:"Divê bi lezgînî nûkirina sûkê were cîbicîkirin da ku bazirgan karibin berî Cejna Qurbanê dest bi karên xwe yên rojane bikin, lê derfet ji dest nedin ku rojên berî Cejnê ji pê re  mijûl bin û em piştgiriya hemû daxwazên rewa yên xwediyê dikanan û bazirganan dikin."


PUKMEDIA


zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket