Qubad Talebanî: Astengkirina hilbijartinan paşeroja welatê me dixe ber çarenivîseke ne diyar

Kurdistan 09:52 PM - 2024-05-09
Civîna Qubad Talebanî digel şanda Amerîkî Ragihandina cîgirê serokwezîran

Civîna Qubad Talebanî digel şanda Amerîkî

Qubad Talebanî

Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Ezra Ziya wekîlê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo karûbarên asayîşa sivîl, demokrasî û mafên mirovan kir.

Qubad Talebanî di hevdîtinê de got: Ji ber baldariya me ya ji bo paşeroja Herêma Kurdistanê, em nîgeran in li hember hemû hewl û pêngavên ku armanca wan paşdexistin û astengkirina proseya hilbijartinan e, ji ber ku ev yek ziyaneke bêveger digihîne pêgeh û saziyên herêmê. paşeroja welatê me dide ber çarenûseke nenas.

Cîgirê serokwezîr got: Me bi şanda Amerîkî re li ser dosya hilbijartinan axivî û di heman demê de li gel ku tekezî li ser pirensîp û bingehên xwe yên saxlem di jiyana xwe ya siyasî de kir, lê em amade ne ji wan nirx û prensîban paşde biçin, lê belê belku em di hewleke berdewam de ne ji bo baştirkirina şert û mercên azadiya çapemeniyê û mafên mirovan li Herêma Kurdistanê û em bi hemû hêzê xwe li herber tundetûjiyê li hember jinê disekinin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket