Yekemîn koma Gerîlayên HPG`ê gihştin Herêmên Parastinê yên Medyayê
kurdistani 12:05 PM - 2013-05-14
Koma yekemîn a gerîla gihaşt Herêmên Parastinê yên Medyayê
Koma yekemîn a gerîla gihaşt Herêmên Parastinê yên Medyayê.
Koma ji 15 gerîla ya bi gotina gerîla ji “Eyaleta Wanê”, nîvê şevê sînorê Bakûr û Başûrê Kurdistanê derbas kir û seet di 6.30’an de gihaşt Herêmên Parastinê yên Medyayê. Merasîma pêşwazîkirina koma yekemîn a gerîla, ji aliyê hejmareke zêde rojnamevanan ve hat şopandin. Kom, piştî silavdayîna li merasîma pêşwazîkirinê, daxuyaniyek da.
7 ROJAN MEŞIYAN
Li ser navê komê Cegerxwîn Firat daxuyakirin, ku ew li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine û got, “Em dixwazin feydê li pêvajoyê bikin.” Firat diyar kir, ku ew bi 14 hevalên xwe re 7 rojan meşiyane û gihaştine Başûrê Kurdistanê û got, “Di rê de firînên keşfê û tevgera leşkerî zêde bû. Me vê salê xwe ji bo şer amade kirin, em ne li bendê bûn pêvajoyeke bi vî rengî destpê bike. Lê perspektîfa Rêberê me, ji bo me ferman e.”
Ji endamên komê Savuşka Sêrt jî got, “Ne Rêberê me bûya, ti kesî nikarîbû me vekişanda. Rêberê me vîna me ye.”
ŞEVEK BI GERÎLA RE
Rojnamevanên ji bo hatina koma yekemîn a gerîla bişopîne hatin Herêmên Parastinê yên Medyayê, şevek bi gerîla re derbas kirin. Hatina komê, ji aliyê ANF, DİHA, Nuçe TV, Sterk TV, Newroz TV, Sabah, Bianet, Agos, Dijle TV, İHA, AA, DHA, Hürriyet, Kanal D, Cihan, Reuters, T24, El Cizire Arabi, Kurdsat, Gali Kurdistan, Kurdistan TV, El Cizire Îngilîzî, Birgün, France Express, Radikal, Cumhuriyet û rojnamevan Hasan Cemal ve hat şopandin.
HASAN CEMAL: EV DEMA DÎROKÎ GELEKÎ BI HEYECAN E
Rojnamevan Hasan Cemal bi koma yekemîn re demeke kin meşiya û got, “Ji bo min, şahidiya ji vê pêvajoyê, rewşeke gelekî bi heyecan e. Min vekişîna komeke çekdarî dît û ev yek gelekî xweş bû. Ev gav ji bo aştiyê gelekî bi feyde ye. Li gorî min fêm kir, wê ev pêvajo dewam bike. PKK vê rewşê gelekî ciddî digire. Gerîlayên hatin jî dibêjin, ew bi Rêberê xwe ve gelekî bi bawer in.”
PUKmedia..ANF
hewal ziyatr
-
Berdevka Çavdêrên Şefafiyet: Ji bo çavdêran pirsgirêk hene
05:45 PM - 2025-11-11 -
Şalaw Kosret Resûl: Îro rojeke dîrokî û çarenivîse
02:09 PM - 2025-11-11 -
Serokkomar daxwaza beşdarbûna berfireh di hilbijartinan de dike
01:29 PM - 2025-11-11 -
Berdevkê YNK: Dengê xwe bidin partiya ku xizmeta we dike
10:12 AM - 2025-11-11
zêdetir tamaşe bike
Li Silêmanî, Kerkûk, Helebçe, Raperîn, Koyê û Germiyanê, YNK hêza yekem e.
07:54 PM - 2025-11-11
Dest bi Proseya hejmartina dengan hat kirin
05:59 PM - 2025-11-11
Serok Bafil: Ji bo xizmetê ya çar salan bi lez biçin ser sindoqan
05:18 PM - 2025-11-11
Xalid Şiwanî: Baweriya me bi dengderên me heye
03:48 PM - 2025-11-11
zortrin xwendraw
-
Serokê YNKê serkeftina hilbijartinê li welatiyan pîroz dike
Kurdistan 08:23 PM - 2025-11-11 -
Dest bi Proseya hejmartina dengan hat kirin
Kurdistan 05:59 PM - 2025-11-11 -
Serok Bafil: Ji bo xizmetê ya çar salan bi lez biçin ser sindoqan
Kurdistan 05:18 PM - 2025-11-11 -
Li Silêmanî, Kerkûk, Helebçe, Raperîn, Koyê û Germiyanê, YNK hêza yekem e.
Kurdistan 07:54 PM - 2025-11-11 -
Xalid Şiwanî: Baweriya me bi dengderên me heye
Kurdistan 03:48 PM - 2025-11-11 -
Komîsyon: Hilbijartin pir baş birê diçe
Kurdistan 11:26 AM - 2025-11-11 -
Serokkomar daxwaza beşdarbûna berfireh di hilbijartinan de dike
Êraq 01:29 PM - 2025-11-11 -
Berdevka Çavdêrên Şefafiyet: Ji bo çavdêran pirsgirêk hene
Kurdistan 05:45 PM - 2025-11-11






Aplîkêşin

