Fermandarên Asayîşê li Efrînê danûstanên bo vegera Efrîniyan dikin

Kurdistan 07:23 PM - 2026-02-22
Şanda Asayîşa Rpjava û Asayîşa Hikûmeta Heleb û Efrînê Medya

Şanda Asayîşa Rpjava û Asayîşa Hikûmeta Heleb û Efrînê

Fermandarê Hêzên Asayîşa Nevxwe Mehmûd Xelîl, fermandarê Hêzên Asayîşa Nevxwe yên parêzgeha Hesekê Serbaz Merwan El Elî ji bo vegera koçberên Efrînê, gihaşt bajarê Efrîn.

Ji Fermandarên Hêzên Asayîşa Nevxwe Mehmûd Xelîl (Siyabend Efrîn), Fermandarê Hêzên Asayîşa Nevxwe yê parêzgeha Hesekê Merwan El Elî, fermandarê Hêzên Asayîşa navxwe yê parêzgeha Helebê Mihemed Ebdulxenî û Fermandarê Hêzên Asayîşa Nevxwe yê Helebê Suraqa Emûrî gihîştin bajarê Efrînê. Fermandarên Hêzên Asayîşa Nevxwe di çarçoveyê vegera koçberên Efrînê de wê bi rêveberiya bajarê Efrînê re civiyan.

Serdan di çarçoveya Rêkeftina 29`ê Çile ya navbera Hêzên Sûriye Demokrat û hikûmeta Demkî ya Sûriyê de hat kirin ku yek ji bendên wê vegera ewle ya koçberan bo herêmên wan e ku di serdanê de wê vegera ewle ya koçberên Efrînê misoger bibe.

Bi sedhezaran koçberên Efrîn, Şehba, Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li xwendingeh û mizgeftên bajarê Qamişlo, Hesekê, Dirbesiyê, Amûde, Tirbespiyê, Çilaxa, Girke Legê û Dêrik dimînin.

Roja 16ˊê Sibatê jî Kombenda Civakî ya Efrîn, Meclisa Koçberên Efrîn û Şehba û Nûnerên Civaka Sivîl yên Ewrûpa li pêşiya avahiya Civata Koçberên Efrîn û Şehba ya li bajarê Qamişlo ji bo vegera koçberan, daxuyanî dabûn ku wê nêzî 400-500 malbatên Efrînê weke koma detspêkê vegerin Efrîn ku di vê hefteyê de wê roja vegera Koçberên Efrîn û Şehba were diyarkirin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket