Rewangeha Sûrî: HSDê 5 çekdar li Celebiyê dîl girtin
Kurdistan 09:53 AM - 2026-01-20
Medya
Bajarê Kobanê
Hêzên Sûriya
Demokratîk (HSD) êrîşeke grûpên çekdar yên alîgirê hikûmeta Sûriyê li derdora
bajarokê Celebiyê ya bajarê Kobanê têk bir, piştî şer û pevçûnên dijwar di
navbera her du aliyan de.
Rewangeha
Sûrî bo Mafên Mirovan aşkere kiriye ku, piştî ku grûpên çekdar hewl dan ber bi
çeperên HSDê yên li dora bajêr ve pêşve biçin, pevçûn rû dan ku hejmarek çekdar
hatin kuştin û birîndar bûn û ,HSDê bi serkeftî êrîş têk bir, pênc çekdaraên
wan jî dîl girtin.
Çavkaniyan
piştrast kirin ku di pevçûnan de çekên navîn û giran hatine bikar anîn, di nav
koçberiya sivîlan ji gundewarê (Kobanê) ber bi bajêr ve,li herêmê rewşa
hişyariya bilind hate ragihandin, lê hîna jî derbarê qurbaniyên sivîl de çi
agahî ne hatiye wergirtin.
Ev êrîş di
demekê de tê ku li gundewarê Kobanê aloziya leşkerî berdewam dike.
Rewangeha
Sûrî bo Mafên Mirovan hişyariyê dide li ser bandorên şerê berdewam li ser rewşa
mirovî û ewlehiyê ya li herêmê.
Rewangeha
Sûrî bo Mafên Mirovan ragihand ku li derdora bajarokê Celebiyê, ku di navbera
gundewarê Girê Spî û gundewarê Kobanê de ye, di navbera Hêzên Sûriye Demokratîk
(HSD) û grûpên dilsoz ên Hikûmeta Demkî ya Sûriyê de pevçûnên dijwar rû dan.
Sûriyê piştrast
kir ku êrîş ne tenê bi Celebiyê ve sînordar bû, lê di heman demê de çend gundên
din yên Kurdan jî armanc girtin, di nav wan de Xanmamed, Kirbinab, Mirasir û
Xerab Raz, û di nav niştecihan de tirsek belav çêkir û hin ji wan neçar kirin
ku ji malên xwe birevin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Guterres: Li dijî mafên mirovan êrişeke berfireh heye
02:57 PM - 2026-02-23 -
Bi kêmbûna tirsa ji zêdebûna nakokiya di navbera Amerîka û Îranê de, nirxê petrolê daket
11:25 AM - 2026-02-23 -
Danûstanên navbera Tehran û Washingtonê roja Pêncşemê li Cinêvê dê bên kirin
11:52 PM - 2026-02-22 -
Partiya Wihde ya Demokratîk ya Kurd: Serok Mam Celal endezyarê yekdengiya gelê Kurd bû
10:25 PM - 2026-02-22
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 07:05 PM - 2026-02-23 Saziya Vîzyonê lêkolînek berfireh ji bo xurtkirina aboriya Silêmaniyê dest pê dike
Amerîka leşkerên xwe ji Qesrikê vedikşîne
03:40 PM - 2026-02-23
Piştî kuştina "El Mencho", li Meksîkayê kiryarên tundûtûjî û êrîşên tolhildanê dest pê kirin
01:06 PM - 2026-02-23
Kampa Holê hat valakirin û daxistin
11:35 AM - 2026-02-23
164 Heftaneya dijîtal ya Înglîzî hat weşandin
09:32 AM - 2026-02-23
zortrin xwendraw
-
Partiya Wihde ya Demokratîk ya Kurd: Serok Mam Celal endezyarê yekdengiya gelê Kurd bû
Kurdistan 10:25 PM - 2026-02-22 -
Fermandarên Asayîşê li Efrînê danûstanên bo vegera Efrîniyan dikin
Kurdistan 07:23 PM - 2026-02-22 -
Serok Bafil û Reyan Keldanî tekezî li ser parastina aramiya welat kirin
Kurdistan 09:32 PM - 2026-02-22 -
Danûstanên navbera Tehran û Washingtonê roja Pêncşemê li Cinêvê dê bên kirin
Cîhan 11:52 PM - 2026-02-22 -
164 Heftaneya dijîtal ya Înglîzî hat weşandin
Cîhan 09:32 AM - 2026-02-23 -
Bi kêmbûna tirsa ji zêdebûna nakokiya di navbera Amerîka û Îranê de, nirxê petrolê daket
Aborî 11:25 AM - 2026-02-23 -
Amerîka leşkerên xwe ji Qesrikê vedikşîne
Kurdistan 03:40 PM - 2026-02-23 -
Saziya Vîzyonê lêkolînek berfireh ji bo xurtkirina aboriya Silêmaniyê dest pê dike
Kurdistan 07:05 PM - 2026-02-23




.jpg)

Aplîkêşin

