HSD û Şamê peymanek ji 14 xalan îmze kirin
Kurdistan 08:37 PM - 2026-01-18
PUKMEDIA
Ala Sûriyê û Hêzên Demokratîk ên Sûriyê (HSD)
Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Sûriyê Ehmed ŞerEH
peymanek ji 14 xalan îmze kirin û li gorî rêkeftinê, divê
agirbestek tavilê û berfireh li hemû eniyên şer û xetên şer di navbera hêzên
hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriye Demokratîk (HSD) de were sepandin.
Naveroka peymana 14 xalî ya di navbera HSDê û Şamê de:
Yekem:Agirbestek tavilê û berfireh li hemû eniyên şer û xetên şer di
navbera hêzên hikûmeta Sûriyê û Hêzên Sûriye Demokratîk (HSD) de, bi vekişîna
hemû avahiyên leşkerî yên HSDê li rojhilatê Çemê Firatê wekî pêngaveke pêşîn ji
bo ji nû ve dabeşkirinê.
Duyem:Radestkirina tavilê û bi temamî ya parêzgehên îdarî û leşkerî
yên Dêra Zorê û Reqa ji bo hikûmeta Sûriyê,ev yek veguhestina hemû sazî û
baregehên sivîl, bi derxistina tavilê ya fermanan ji bo bicihkirina karmendên
heyî di wezaretên taybet ên dewleta Sûriyeyê de vedihewîne.
Sêyem:Yekkirina hemû saziyên sivîl yên li parêzgeha Hesekê di nav
saziyên dewleta Sûriyê û pêkhateyên wê yên îdarî de.
Çarem:Hikûmeta Sûriyê hemû deriyên sînor, zeviyên petrolê û zeviyên
gazê yên li herêmê kontrol dike, ku ji aliyê hêzên rêxistinkirî ve têne
parastin da ku vegera çavkaniyan bo dewleta Sûriyê misoger bikin, bi
berçavgirtina şert û mercên taybet yên deverên Kurdî.
Pêncem:Piştî vekolîna ewlehiyê ya pêwîst, tevlîkirina tevahî ya hemû karmendên
leşkerî û ewlehiyê yên HSDê di nav avahiyên Wezaretên Parastin û Karên navxwe yên
Sûriyê de li ser bingehek "takekesî", digel pileyên leşkerî, mafên
darayî û pêdiviyên lojîstîkî.
Şeşem:Serkirdayetiya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) wê pabend be ku
bermahiyên rejîma berê nexe nav refên xwe û lîsteyek ji efserên ku bermahiyên
rejîma berê li bakur-rojhilatê Sûriyê ne, pêşkêş bike.
Heftem: Fermanek serokatiyê derxîne ji bo destnîşankirina namzetek ji
bo posta parêzgarê Hesekê, wekî gerantiyek ji bo beşdariya siyasî û nûnertiya
herêmî.
Heştem: Hebûna leşkerî ya giran li Kobaniyê ji holê rakin û hêzek
ewlehiyê ji niştecihên bajêr pêk were avakirin, di heman demê de hêzek polîsê
herêmî biparêzin ku ji hêla îdarî ve di bin Wezareta Navxweyî ya Sûriyê de be.
Nehem:Rêveberiya berpirsiyarê doza girtiyên DAIŞê û kampên wê, û her
wiha hêzên berpirsiyarê parastina van cihan bi hikûmeta Sûriyê re, daku
hikûmeta Sûriyê berpirsiyariya yasayî û ewlehiyê ya tevahî ji bo wan bigire ser
xwe.
Dehem: Pesendkirina lîsteya namzedên ku ji aliyê rêveberiya HSDê ve ji
bo postên bilind yên leşkerî, ewlehî û sivîl di nav avahiya dewleta navendî de
ji bo misogerkirina şirîkatiya neteweyî hatine pêşkêş kirin.
Yanzdehemîn: Pêşwazî li Fermana Serokkomarî ya Hejmar 13 ya 2026an tê
kirin, ku mafê çand û zimanê Kurdî ji bo çareserkirina pirsgirêkên mayî yên derbarê
maf û pirsgirêkên medenî - di nav de pirsgirêka kesên bêqeyd/bêwelat û îdîayên
mafên milkê yên ku di dehsalên borî de kom bûne nas dike.
Duwazdehemîn:HSDê dê pabend be ku hemû serkirde û endamên Partiya
Karkerên Kurdistanê (PKK) yên ne-Sûrî ji derveyî sînorên Komara Erebî ya Sûriyê
derxîne daku serweriya herêmî û aramiya wê misoger bike.
Sêdehemîn:Dewleta Sûriyê pabend e ku wekî endamek çalak yê hevpeymaniya
navneteweyî, bi hevrêziya Amerîka, şerê li dijî terorîzmê (DAIŞ) bidomîne daku
ewlehî û aramiya herêmê misoger bike.
Çardehemîn: Xebat ji bo lihevkirinên li ser vegera aramiya bi heybet ya
niştecihên Efrîn û Şêx Meqsûd bo malên xwe.
Serokkimarê Erebî yê Sûriyê Ehmed Şereh
Mezlûm Ebdî, fermandarê Hêzên Sûriye Demokratîk
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Guterres: Li dijî mafên mirovan êrişeke berfireh heye
02:57 PM - 2026-02-23 -
Bi kêmbûna tirsa ji zêdebûna nakokiya di navbera Amerîka û Îranê de, nirxê petrolê daket
11:25 AM - 2026-02-23 -
Danûstanên navbera Tehran û Washingtonê roja Pêncşemê li Cinêvê dê bên kirin
11:52 PM - 2026-02-22 -
Partiya Wihde ya Demokratîk ya Kurd: Serok Mam Celal endezyarê yekdengiya gelê Kurd bû
10:25 PM - 2026-02-22
zêdetir tamaşe bike
Piştî kuştina "El Mencho", li Meksîkayê kiryarên tundûtûjî û êrîşên tolhildanê dest pê kirin
01:06 PM - 2026-02-23
Kampa Holê hat valakirin û daxistin
11:35 AM - 2026-02-23
164 Heftaneya dijîtal ya Înglîzî hat weşandin
09:32 AM - 2026-02-23
Serok Bafil û Reyan Keldanî tekezî li ser parastina aramiya welat kirin
09:32 PM - 2026-02-22
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil li Bexdayê hewlên xwe ji bo hilbijartina serokkomar û pêkanîna hikûmetê zêde dike
Kurdistan 04:17 PM - 2026-02-22 -
Partiya Wihde ya Demokratîk ya Kurd: Serok Mam Celal endezyarê yekdengiya gelê Kurd bû
Kurdistan 10:25 PM - 2026-02-22 -
Fermandarên Asayîşê li Efrînê danûstanên bo vegera Efrîniyan dikin
Kurdistan 07:23 PM - 2026-02-22 -
Serok Bafil û Reyan Keldanî tekezî li ser parastina aramiya welat kirin
Kurdistan 09:32 PM - 2026-02-22 -
Danûstanên navbera Tehran û Washingtonê roja Pêncşemê li Cinêvê dê bên kirin
Cîhan 11:52 PM - 2026-02-22 -
164 Heftaneya dijîtal ya Înglîzî hat weşandin
Cîhan 09:32 AM - 2026-02-23 -
Bi kêmbûna tirsa ji zêdebûna nakokiya di navbera Amerîka û Îranê de, nirxê petrolê daket
Aborî 11:25 AM - 2026-02-23 -
Amerîka leşkerên xwe ji Qesrikê vedikşîne
Kurdistan 03:40 PM - 2026-02-23



.jpg)


Aplîkêşin

