Macron: Aramiya Sûriyê girêdayî tevlîkirina HSD di nav hikûmetê de ye
Kurdistan 11:35 PM - 2026-01-17
AJANS
Serokê Fransa Emmanuel Macron
Serokê Fransa Emmanuel Macron
daxwaza rawestandina êrîşan li Sûriyê kir, û got:Li dewsa kirdeyên leşkerî,
divê diyalog û danûstandin bên kirin û tekez kir ku Fransa dê hewlên xwe yên
siyasî ji bo piştgiriya yekîtî û aramiya Sûriyê bidomîne.
Macron:Aramiya Sûriyê girêdayî tevlîkirina HSDê di dewleta Sûriyê de ye
Serokê Fransa Emmanuel Macron tekez kir ku yekîtî û aramiya Sûriyê tenê
bi tevlîkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk di dewleta Sûriyê de dikare pêk were,
ne bi şerê li dijî hêzên ku li kêleka civaka navneteweyî li dijî çeteyên DAIŞ'ê
şer kirine.
Macron di daxuyaniyekê de ku li ser hesabê wî yê fermî yê platforma
"X" hate weşandin, got ku êrîşa hikûmetê divê yekser raweste, û tekez
kir ku Fransa û Ewropa nikarin piştgiriyê bidin berdewamiya vê rêbazên leşkerî.
Macron: Fermana Şereh derbrê mafên Kurd pêngavek di riya rast de ye
Her weha got: gihîştina rêkeftineke berfireh li Sûriyê hîna jî gengaz
e, ji ber ku fermana serokatiyê ya li ser mafên Kurdan, ku duh hate pejirandin,
pêngaveke di rêça rast de li ser riya çareseriyeke siyasî pêk tîne.
Ev daxuyanî di demekê de tê ku gundewarê rojhilatê Helebê û navçeya
Tebqa rastî êrîşên berfireh yên çekdarên Hikûmeta Demkî ya Sûriyê li ser
çeperên Hêzên Sûriyeya Demokratîk tên, ev yek alozî zêde dike û şansê gihîştina
çareseriyeke siyasî ya berfireh li welêt dixe metirsiyê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Guterres: Li dijî mafên mirovan êrişeke berfireh heye
02:57 PM - 2026-02-23 -
Bi kêmbûna tirsa ji zêdebûna nakokiya di navbera Amerîka û Îranê de, nirxê petrolê daket
11:25 AM - 2026-02-23 -
Danûstanên navbera Tehran û Washingtonê roja Pêncşemê li Cinêvê dê bên kirin
11:52 PM - 2026-02-22 -
Partiya Wihde ya Demokratîk ya Kurd: Serok Mam Celal endezyarê yekdengiya gelê Kurd bû
10:25 PM - 2026-02-22
zêdetir tamaşe bike
Piştî kuştina "El Mencho", li Meksîkayê kiryarên tundûtûjî û êrîşên tolhildanê dest pê kirin
01:06 PM - 2026-02-23
Kampa Holê hat valakirin û daxistin
11:35 AM - 2026-02-23
164 Heftaneya dijîtal ya Înglîzî hat weşandin
09:32 AM - 2026-02-23
Serok Bafil û Reyan Keldanî tekezî li ser parastina aramiya welat kirin
09:32 PM - 2026-02-22
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil li Bexdayê hewlên xwe ji bo hilbijartina serokkomar û pêkanîna hikûmetê zêde dike
Kurdistan 04:17 PM - 2026-02-22 -
Partiya Wihde ya Demokratîk ya Kurd: Serok Mam Celal endezyarê yekdengiya gelê Kurd bû
Kurdistan 10:25 PM - 2026-02-22 -
Fermandarên Asayîşê li Efrînê danûstanên bo vegera Efrîniyan dikin
Kurdistan 07:23 PM - 2026-02-22 -
Serok Bafil û Reyan Keldanî tekezî li ser parastina aramiya welat kirin
Kurdistan 09:32 PM - 2026-02-22 -
Danûstanên navbera Tehran û Washingtonê roja Pêncşemê li Cinêvê dê bên kirin
Cîhan 11:52 PM - 2026-02-22 -
164 Heftaneya dijîtal ya Înglîzî hat weşandin
Cîhan 09:32 AM - 2026-02-23 -
Bi kêmbûna tirsa ji zêdebûna nakokiya di navbera Amerîka û Îranê de, nirxê petrolê daket
Aborî 11:25 AM - 2026-02-23 -
Amerîka leşkerên xwe ji Qesrikê vedikşîne
Kurdistan 03:40 PM - 2026-02-23



.jpg)


Aplîkêşin

