Venezuela: 47 Leşker di êrîşa Amerîka de hatin kuştin
Cîhan 10:37 AM - 2026-01-17
En Son Haber
Wezîrê Parastinê yê Venezuela Vladimir Padrino Lopez
Wezîrê
Parastinê yê Venezuela Vladimir Padrino Lopez ragihand ku di destwerdana
leşkerî ya Amerîka de li Venezuelayê, ku di encamê de Serok Nicolas Maduro hat
girtin, 47 leşker hatine kuştin,Wezîrê Parastinê yê Venezuela Vladimir Padrino
Lopez di axaftina xwe ya bi televîzyona dewletê VTV re li ser leşkerên Hêzên
Çekdar yên Neteweyî yên Bolîvarî (FANB) yên ku di êrîşa Amerîkî ya li ser
Venezuela ya 3ê Çile de jiyana xwe ji dest dan, axivî.
Di êrişa
Amerîka bo ser Venezuela de 47 leşker hatin kuştin
Lopez got:Li
hember teknolojiya pêşketî û çavkaniyên pir zêde nehevseng ên ku li dijî
Venezuela hatine bikar anîn, 47 leşkerên mêr û jin yên Hêzên Çekdar yên
Neteweyî yên Bolîvarî jiyana xwe feda kirin.
Lopez, bi bîr xist ku di êrîşa Amerîkayê de 32 Kubayî jî hatine kuştin û wiha domand:
Lopez, bal
kişand ser "demên aloz û bi êş" yên ku welat tê re derbas dibe û got:Hêzên
me yên çekdar pêdiviya xwe hêza exlaqî heye. Rûmet, şeref û serbilindiya me ya
leşkerî bilind e.
Ev yek di
demekê de ye ku, li
Caracas, paytexta Venezuela, di 3ê Çileyê de, li dora demjimêr 2:00ê berbanagê
sibehê bi dema herêmî, dengê teqînan û dengên balafiran hat bihîstin û piştî
teqînan, hikûmeta Venezuela Amerîka bi êrîşa li ser saziyên sivîl û leşkerî li
deverên cuda yên welêt tawanbar kir.
Serokê
Amerîka Donald Trump ragihand ku êrîşeke berfireh li dijî Serokê Venezuela
Maduro hatiye destpêkirin û Maduro û jina wî ji welêt hatine derxistin.
Ji aliyê xwe
ve, Serdozgera Giştî ya Amerîka Pam Bondi jî ragihand ku li Amerîka li dijî
Maduro û jina wî Cilia Flores doz hatine vekirin û Maduro bi sûcên
"terorîzma madeyên hişber, bazirganiya kokainê, û xwedîkirina çekên
makîneyî û amûrên têkder yên li dijî Amerîka" tê tawanbarkirin.
Hikûmeta
Venezuela bang li civaka navneteweyî kir ku Amerîka şermezar bike, hin welatan
êrîş rexne kirin û hindek din jî di daxuyaniyên xwe de piştgiriya xwe ji bo
Amerîka anîn ziman.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Guterres: Li dijî mafên mirovan êrişeke berfireh heye
02:57 PM - 2026-02-23 -
Bi kêmbûna tirsa ji zêdebûna nakokiya di navbera Amerîka û Îranê de, nirxê petrolê daket
11:25 AM - 2026-02-23 -
Danûstanên navbera Tehran û Washingtonê roja Pêncşemê li Cinêvê dê bên kirin
11:52 PM - 2026-02-22 -
Partiya Wihde ya Demokratîk ya Kurd: Serok Mam Celal endezyarê yekdengiya gelê Kurd bû
10:25 PM - 2026-02-22
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 07:05 PM - 2026-02-23 Saziya Vîzyonê lêkolînek berfireh ji bo xurtkirina aboriya Silêmaniyê dest pê dike
Amerîka leşkerên xwe ji Qesrikê vedikşîne
03:40 PM - 2026-02-23
Piştî kuştina "El Mencho", li Meksîkayê kiryarên tundûtûjî û êrîşên tolhildanê dest pê kirin
01:06 PM - 2026-02-23
Kampa Holê hat valakirin û daxistin
11:35 AM - 2026-02-23
164 Heftaneya dijîtal ya Înglîzî hat weşandin
09:32 AM - 2026-02-23
zortrin xwendraw
-
Fermandarên Asayîşê li Efrînê danûstanên bo vegera Efrîniyan dikin
Kurdistan 07:23 PM - 2026-02-22 -
Partiya Wihde ya Demokratîk ya Kurd: Serok Mam Celal endezyarê yekdengiya gelê Kurd bû
Kurdistan 10:25 PM - 2026-02-22 -
Serok Bafil û Reyan Keldanî tekezî li ser parastina aramiya welat kirin
Kurdistan 09:32 PM - 2026-02-22 -
Danûstanên navbera Tehran û Washingtonê roja Pêncşemê li Cinêvê dê bên kirin
Cîhan 11:52 PM - 2026-02-22 -
164 Heftaneya dijîtal ya Înglîzî hat weşandin
Cîhan 09:32 AM - 2026-02-23 -
Bi kêmbûna tirsa ji zêdebûna nakokiya di navbera Amerîka û Îranê de, nirxê petrolê daket
Aborî 11:25 AM - 2026-02-23 -
Amerîka leşkerên xwe ji Qesrikê vedikşîne
Kurdistan 03:40 PM - 2026-02-23 -
Saziya Vîzyonê lêkolînek berfireh ji bo xurtkirina aboriya Silêmaniyê dest pê dike
Kurdistan 07:05 PM - 2026-02-23




.jpg)

Aplîkêşin

