Hikûmeta Sûriyê çekdarên zêdetir dişîne Dêr Hafirê
Kurdistan 02:23 PM - 2026-01-14
Rewangeha Sûrî
Çekdarên hikûmeta Şamê amadekariyan bo êrîşkirinê dikin
Hikûmeta Sûriyê leşkerên zêdetir ber bi sînorê Dêr
Hafirê veguheztiye, û Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan dibêje ku çekdar ji bo
amadekariya operasyonek li dijî hêzên HSDê ji Ceble û Laziqiyê hatine
veguhastin.
Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan (SOHR) ragihan
ku hikûmeta demkî ya Sûriyê leşkerên nû ber bi sînorê Dêrhafrê ve biriye û li
gundên rojhilatê Helebê li dijî hêzên HSDê bi cih kiriye, daku amadekariya
êrîşekê li ser deverên di bin kontrola HSDê de bikin.
Çavkaniyan aşkere kiriye ku ew hêz çekdarin û ji
Lazqiye û Cebelê hatine anîn, hatina van hêzan bi xurtkirina sengerên leşkerî û
pêşxistina operasyonên meydanî li ser sînor re hevdem e.
Ji aliyekî din ve, şeva borî li çend eniyan di
navbera hêzên HSDê û çekdarên ser bi artêşa Turkiyê de alozî derket, HSDê got:Şeva
borî û îro sibê du baregeh ji aliyê dronên Turkiyê ve hatine armancgirtin.
Ev yek jî di demekê de ye ku roja 6ê Çileya
2026an, çekdarên hikûmeta Şamê êrîşî taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd kirin û piştî
berxwedaneke bêhempa ya endamên Hêzên Asayîşa Navxweyî, grûpên çekdar her du
tax kontrol kirin û çend tawan jî encamdan.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Guterres: Li dijî mafên mirovan êrişeke berfireh heye
02:57 PM - 2026-02-23 -
Bi kêmbûna tirsa ji zêdebûna nakokiya di navbera Amerîka û Îranê de, nirxê petrolê daket
11:25 AM - 2026-02-23 -
Danûstanên navbera Tehran û Washingtonê roja Pêncşemê li Cinêvê dê bên kirin
11:52 PM - 2026-02-22 -
Partiya Wihde ya Demokratîk ya Kurd: Serok Mam Celal endezyarê yekdengiya gelê Kurd bû
10:25 PM - 2026-02-22
zêdetir tamaşe bike
Piştî kuştina "El Mencho", li Meksîkayê kiryarên tundûtûjî û êrîşên tolhildanê dest pê kirin
01:06 PM - 2026-02-23
Kampa Holê hat valakirin û daxistin
11:35 AM - 2026-02-23
164 Heftaneya dijîtal ya Înglîzî hat weşandin
09:32 AM - 2026-02-23
Serok Bafil û Reyan Keldanî tekezî li ser parastina aramiya welat kirin
09:32 PM - 2026-02-22
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil li Bexdayê hewlên xwe ji bo hilbijartina serokkomar û pêkanîna hikûmetê zêde dike
Kurdistan 04:17 PM - 2026-02-22 -
Partiya Wihde ya Demokratîk ya Kurd: Serok Mam Celal endezyarê yekdengiya gelê Kurd bû
Kurdistan 10:25 PM - 2026-02-22 -
Fermandarên Asayîşê li Efrînê danûstanên bo vegera Efrîniyan dikin
Kurdistan 07:23 PM - 2026-02-22 -
Serok Bafil û Reyan Keldanî tekezî li ser parastina aramiya welat kirin
Kurdistan 09:32 PM - 2026-02-22 -
Danûstanên navbera Tehran û Washingtonê roja Pêncşemê li Cinêvê dê bên kirin
Cîhan 11:52 PM - 2026-02-22 -
164 Heftaneya dijîtal ya Înglîzî hat weşandin
Cîhan 09:32 AM - 2026-02-23 -
Bi kêmbûna tirsa ji zêdebûna nakokiya di navbera Amerîka û Îranê de, nirxê petrolê daket
Aborî 11:25 AM - 2026-02-23 -
Amerîka leşkerên xwe ji Qesrikê vedikşîne
Kurdistan 03:40 PM - 2026-02-23



.jpg)


Aplîkêşin

