NY:Divê sivîl li Helebê bên parastin
Cîhan 01:57 PM - 2026-01-13
Ajans
Koçberên Şêx Meqsûd li Helebê
Stephane
Dujarric Berdevkê Neteweyên Yekbûyî tekezî li ser pêwîstiya misogerkirina
ewlehî û parastina sivîlan li bajarê Heleb ya Sûriyê di dema operasyonên
leşkerî yên berdewam de kir, û daxwaza tedbîrên yekser kir ji bo pêşîgirtina li
ziyan û misogerkirina derbasbûna ewle ji bo kesên koçber û parastina prensîbên
mirovî kir.
Navenda Ragihandina Neteweyên Yekbûyî li ser zarê Dujarric veguhest ku piştrast
kir ku rêxistin rewşê ji nêz ve dişopîne û bi hemî aliyên peywendîdar re di peywendiyan
de ye û got: NY ji qurbanî û birîndaran haydar e û hewcedariya parastina
sivîlan, û her weha binesaziya ku ew bikar tînin, dubare dike.
Dujarric aşkere kir ku hevkarên NY ji dema ji nû ve destpêkirina şer li Helebê
ve koçberbûna nêzîkî 119 hezar kesan ragihandine.
Dujarric piştrast
kir ku UNHCR û hevkarên din yên li ser erdê ji malbatên koçber yên li wargehên
demkî û civakên mêvandar re alîkariyê peyda dikin.
Ji aliyê xwe ve, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) tekez kir ku îdiayên dubare yên
Hikûmeta Demkî ya Sûriyê di derbarê rewşa li ser erdê li derdora Meskene û Dêr
Hafir de hewldanek e ji bo afirandina aloziyê û çêkirina behaneyan ji bo
zêdekirina rewşê.
Navenda Medyayê
ya HSDê di daxuyaniyekê de ragihand:Hêzên me daxuyaniyên şaş yên ku yên Wezareta
Parastinê ya hikûmeta Şamê ve derbarê rewşa li derdora Meskene û Dêr Hafir de
hatine dayîn dişopînin û got: Em tekez dikin ku li herêmên jorîn çi tevgerên
leşkerî an jî kombûna leşkeran ji aliyê hêzên me ve tune ne, û hemû îdiayên
belavbûyî bê bingeh in.
Di daxuyaniyê de hatiye: Em li dijî berdewamiya vê nêzîkatiya têkder rin û em
hişyariyê didin, ku em pabendbûna xwe ya bi kêmkirina aloziyan piştrast dikin,
di heman demê de mafê xwe yê rewa yê girtina her tedbîrek pêwîst ji bo
parastina herêmê û parastina sivîlan diparêzin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Guterres: Li dijî mafên mirovan êrişeke berfireh heye
02:57 PM - 2026-02-23 -
Bi kêmbûna tirsa ji zêdebûna nakokiya di navbera Amerîka û Îranê de, nirxê petrolê daket
11:25 AM - 2026-02-23 -
Danûstanên navbera Tehran û Washingtonê roja Pêncşemê li Cinêvê dê bên kirin
11:52 PM - 2026-02-22 -
Partiya Wihde ya Demokratîk ya Kurd: Serok Mam Celal endezyarê yekdengiya gelê Kurd bû
10:25 PM - 2026-02-22
zêdetir tamaşe bike
Piştî kuştina "El Mencho", li Meksîkayê kiryarên tundûtûjî û êrîşên tolhildanê dest pê kirin
01:06 PM - 2026-02-23
Kampa Holê hat valakirin û daxistin
11:35 AM - 2026-02-23
164 Heftaneya dijîtal ya Înglîzî hat weşandin
09:32 AM - 2026-02-23
Serok Bafil û Reyan Keldanî tekezî li ser parastina aramiya welat kirin
09:32 PM - 2026-02-22
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil li Bexdayê hewlên xwe ji bo hilbijartina serokkomar û pêkanîna hikûmetê zêde dike
Kurdistan 04:17 PM - 2026-02-22 -
Partiya Wihde ya Demokratîk ya Kurd: Serok Mam Celal endezyarê yekdengiya gelê Kurd bû
Kurdistan 10:25 PM - 2026-02-22 -
Fermandarên Asayîşê li Efrînê danûstanên bo vegera Efrîniyan dikin
Kurdistan 07:23 PM - 2026-02-22 -
Serok Bafil û Reyan Keldanî tekezî li ser parastina aramiya welat kirin
Kurdistan 09:32 PM - 2026-02-22 -
Danûstanên navbera Tehran û Washingtonê roja Pêncşemê li Cinêvê dê bên kirin
Cîhan 11:52 PM - 2026-02-22 -
164 Heftaneya dijîtal ya Înglîzî hat weşandin
Cîhan 09:32 AM - 2026-02-23 -
Bi kêmbûna tirsa ji zêdebûna nakokiya di navbera Amerîka û Îranê de, nirxê petrolê daket
Aborî 11:25 AM - 2026-02-23 -
Amerîka leşkerên xwe ji Qesrikê vedikşîne
Kurdistan 03:40 PM - 2026-02-23



.jpg)


Aplîkêşin

