Fransa:Divê aliyên şerker li Helebê vegerin Peymana Agirbestê
Kurdistan 10:11 AM - 2026-01-10
North Press Agency
Dîmenek ji topbarankirina Şêx Meqsûd
Hikûmeta Fransa dilgiraniya xwe li ser destpêkirina
şer û pevçûnan li taxa Şêx Meqsûd ya Helebê nîşan da û bang li hemû aliyan kir
ku yekser vegerin peymana agirbestê.
Îro Şemî rêkefta (10-01-2026) an Wezareta Derve ya Fransa di daxuyanyekê de daxwaza gihandina alîkariyên
mirovî û parastina akinciyên wan deveran kir.
Fransa piştgirîya pêşniyarên ku armanca wan
parastina hemû sivîlên li Helebê ye, wekî ku hikûmeta Sûriyê soz daye, dike,
her weha daxwaz kir ku destûr bê dayîn ku şervan bi awayekî "bi
rûmet" ji herêmê vekişin.
Parîsê tekez kir ku ewê bi hevkarên xwe re, di
serî de Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîka, ji bo vegerandina ewlehî û aramiyê li
Helebê di çarçoveya Sûriyeyeke yekgirtî, serwer û piralî de, berdewam be.
Ev helwesta Fransa di demekê de tê ku roja (06-01-2026)
an de şer û pevçûnên dijwar di navbera artêşa Erebî ya Sûriyê û şervanên Kurd
de li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dest pê kirin û li gorî amarên herî dawî, ji
ber pevçûnê zêdetirî 159 hezar kes koçber bûne.
Ev zêdebûn piştî astengkirina pêkanîna Peymana
10ê Adar ya sala 2025an tê ku taybet bû bo têkelkirina hêzên Kurdî di nav
hikûmeta nû ya Sûriyê de.
Fransa, wek hevkarê navneteweyî, berê daxwaz
kiribû ku hemû pêkhateyên Sûriyê di hikûmetê de nûnerên wan hebin û parastî bin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Guterres: Li dijî mafên mirovan êrişeke berfireh heye
02:57 PM - 2026-02-23 -
Bi kêmbûna tirsa ji zêdebûna nakokiya di navbera Amerîka û Îranê de, nirxê petrolê daket
11:25 AM - 2026-02-23 -
Danûstanên navbera Tehran û Washingtonê roja Pêncşemê li Cinêvê dê bên kirin
11:52 PM - 2026-02-22 -
Partiya Wihde ya Demokratîk ya Kurd: Serok Mam Celal endezyarê yekdengiya gelê Kurd bû
10:25 PM - 2026-02-22
zêdetir tamaşe bike
Piştî kuştina "El Mencho", li Meksîkayê kiryarên tundûtûjî û êrîşên tolhildanê dest pê kirin
01:06 PM - 2026-02-23
Kampa Holê hat valakirin û daxistin
11:35 AM - 2026-02-23
164 Heftaneya dijîtal ya Înglîzî hat weşandin
09:32 AM - 2026-02-23
Serok Bafil û Reyan Keldanî tekezî li ser parastina aramiya welat kirin
09:32 PM - 2026-02-22
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil li Bexdayê hewlên xwe ji bo hilbijartina serokkomar û pêkanîna hikûmetê zêde dike
Kurdistan 04:17 PM - 2026-02-22 -
Partiya Wihde ya Demokratîk ya Kurd: Serok Mam Celal endezyarê yekdengiya gelê Kurd bû
Kurdistan 10:25 PM - 2026-02-22 -
Fermandarên Asayîşê li Efrînê danûstanên bo vegera Efrîniyan dikin
Kurdistan 07:23 PM - 2026-02-22 -
Serok Bafil û Reyan Keldanî tekezî li ser parastina aramiya welat kirin
Kurdistan 09:32 PM - 2026-02-22 -
Danûstanên navbera Tehran û Washingtonê roja Pêncşemê li Cinêvê dê bên kirin
Cîhan 11:52 PM - 2026-02-22 -
164 Heftaneya dijîtal ya Înglîzî hat weşandin
Cîhan 09:32 AM - 2026-02-23 -
Bi kêmbûna tirsa ji zêdebûna nakokiya di navbera Amerîka û Îranê de, nirxê petrolê daket
Aborî 11:25 AM - 2026-02-23 -
Amerîka leşkerên xwe ji Qesrikê vedikşîne
Kurdistan 03:40 PM - 2026-02-23



.jpg)


Aplîkêşin

