Teqînên tund li paytext Caracas û deverên din yên Venezuela
Cîhan 11:30 AM - 2026-01-03
AP
Teqînên li Venezuela
Raportên medyayê û dîmenên vîdyoyê nîşan didin
ku teqînên bihêz li bajarê Caracas paytexta Venezuela roja Şemiyê serê sibê rû
dan.
Ajansa France Press (AFP) ragihand ku li Caracas teqînên bi deng hatine bihîstin, û hin hesabên li
ser platforma X dîmenên vîdyoyê yên ku teqînên li paytexta Venezuela nîşan
didin, weşandin.
Li gorî nûçeyek Ajansa France Press (AFP), teqînên bi deng û dengên dişibin
gurîna balafiran li Caracas ji dora saet 2:00ê sibehê bi dema herêmî (6:00ê
sibehê GMT) ve hatin bihîstin.
Ev deng, ku sedema wan hîna jî nayê zanîn, di nav aloziyên zêde yên li
Karayîban û gefên Serokê Amerîka Donald Trump yên li ser Venezuela de tên, ji demijmêr
6:15ê sibehê GMT ve, dengên teqînan hîn jî dihatin bihîstin.
Her weha Ajansa Nûçeyan ya Reuters jî ragihand ku li gorî şahidên bûyerê, di demjimêrên
serê sibê yên roja Şemiyê de li Caracas teqînên bi deng hatine bihîstin.
Ajansê destnîşan kir ku li başûrê bajêr, li nêzî baregeheke leşkerî ya mezin,
qutbûna karebayê çêbûye.
Medyaya Venezuelayê ragihand ku herî kêm şeş teqîn li Caracas çêbûne.
Ajansa Çapemeniyê ya Almanî (DPA) ragihand ku li Caracas û balafirên ku nizm
difirin li ser paytext Venezuela heft teqîn bihîstine.
Reuters piştrast kir ku piştî teqînan li herêmeke nêzîkî baregeheke leşkerî li
başûrê paytexta Venezuela, Caracas, qutbûna karebayê çêbûye.
akinciyên taxên cuda derketin kolanan û kombûna mirovan ji gelek deverên
Caracas hate dîtin û Hikûmeta Venezuela yekser li ser vê mijarê çi daxuyanî
neda û sedema teqînan hîna jî nayê zanîn.
Di Kanûna Pêşîn ya borî de, Trump "Dorpêçek tevahî û bê kêmahî" li
ser "tankerên petrolê yên destûrdayî" yên ku ber bi Venezuela ve
diçin û tên ragihand û Parastina peravê û Wezareta Parastinê her wiha du tanker
desteser kirin, ku her yek ji wan zêdetirî milyonek bermîl petrol hildigirt.
Kok û pîvanên nakokiyan:
di navbera Amerîka û Venezuelayê de dikarin wiha werin kurtkirin:
1- Petrol û Çavkanî: Venezuela xwediyê rezervên petrolê yên herî mezin ên
cîhanê ye, ku ew dike armanca hêzên mezin.
2- Nakokiya Jeopolîtîk: Washington Venezuelayê wekî bingehek bandorê ji bo
Rûsya û Çînê dibîne, ku ew wan wekî gef li ser ewlehiya xwe ya herêmî dibîne.
Ji hêla
din ve jî , Venezuela bawer dike ku Amerîka li Baxçeya xwe ya paşîn" li dorpêçê
digere, (Amerîkaya Latîn).
3- Îdeolojî: Venezuela polîtîkayên çepgir dişopîne ku dijminatiya serdestiya
Amerîka dikin, ku tengezariyan zêde dike.
4- Bazirganiya narkotîkê û gendelî: Amerîka hikûmeta Maduro bi beşdarbûna di
bazirganiya narkotîkê de bi riya kartelên mîna Tren de Aragua tawanbar dike û
ji bo şerkirina wê sizayan disepîne û operasyonên leşkerî yên sînorkirî dide
destpêkirin, ku Caracas vê yekê red dike û wekî hincetek ji bo destwerdanê
dibîne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Guterres: Li dijî mafên mirovan êrişeke berfireh heye
02:57 PM - 2026-02-23 -
Bi kêmbûna tirsa ji zêdebûna nakokiya di navbera Amerîka û Îranê de, nirxê petrolê daket
11:25 AM - 2026-02-23 -
Danûstanên navbera Tehran û Washingtonê roja Pêncşemê li Cinêvê dê bên kirin
11:52 PM - 2026-02-22 -
Partiya Wihde ya Demokratîk ya Kurd: Serok Mam Celal endezyarê yekdengiya gelê Kurd bû
10:25 PM - 2026-02-22
zêdetir tamaşe bike
Piştî kuştina "El Mencho", li Meksîkayê kiryarên tundûtûjî û êrîşên tolhildanê dest pê kirin
01:06 PM - 2026-02-23
Kampa Holê hat valakirin û daxistin
11:35 AM - 2026-02-23
164 Heftaneya dijîtal ya Înglîzî hat weşandin
09:32 AM - 2026-02-23
Serok Bafil û Reyan Keldanî tekezî li ser parastina aramiya welat kirin
09:32 PM - 2026-02-22
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil li Bexdayê hewlên xwe ji bo hilbijartina serokkomar û pêkanîna hikûmetê zêde dike
Kurdistan 04:17 PM - 2026-02-22 -
Partiya Wihde ya Demokratîk ya Kurd: Serok Mam Celal endezyarê yekdengiya gelê Kurd bû
Kurdistan 10:25 PM - 2026-02-22 -
Fermandarên Asayîşê li Efrînê danûstanên bo vegera Efrîniyan dikin
Kurdistan 07:23 PM - 2026-02-22 -
Serok Bafil û Reyan Keldanî tekezî li ser parastina aramiya welat kirin
Kurdistan 09:32 PM - 2026-02-22 -
Danûstanên navbera Tehran û Washingtonê roja Pêncşemê li Cinêvê dê bên kirin
Cîhan 11:52 PM - 2026-02-22 -
164 Heftaneya dijîtal ya Înglîzî hat weşandin
Cîhan 09:32 AM - 2026-02-23 -
Bi kêmbûna tirsa ji zêdebûna nakokiya di navbera Amerîka û Îranê de, nirxê petrolê daket
Aborî 11:25 AM - 2026-02-23 -
Amerîka leşkerên xwe ji Qesrikê vedikşîne
Kurdistan 03:40 PM - 2026-02-23



.jpg)


Aplîkêşin

