Heyva borî li Sûriyê 181 kes hatibûn kuştin ku 17 ji wan jin in
Cîhan 12:12 PM - 2026-01-01
IRNA Erebî
Dîmenê kuştinan li Sûriyê
Di heyva dawîn ya sala 2025`an de 181 kes li deverên cûr bi cûr yên di
bin kontrola hikumeta veguhêz a Sûriyê de hatibûn kuştin.
Di heyva Kanûna sala 2025`an de li deverên di bin kontrola hikumeta
veguhêz a Sûriyê de 181 kes ku di nav de 17 jin û 16 zarok hene, di bûyerên
cuda de hatibûn kuştin.
Di meha Kanûnê ya sala borî de rêjeya tundiyê zêde bû ku li gelek
deverên di bin kontrola hikumeta veguhêz de, êrişên hêzên hikumeta veguhêz,
kuştin, dijminatiyên malbatî û eşîrî, pevçûnên çekdarî, operasyonên ewlehiyê û
teqînên bermahiyên şer, çêbûne û di encamê de gelek kes hatin kuştin.
Bûyerên kuştinê li seranserî bajarên Heleb, Şam û gundewarên wê,
Lazqiyê, Tertûs, Hema, Hums, Dêrazorê, Deraa, Siwêda û Idlibê hatine encamdan,ev
yek nîşan dide ku li deverên di bin kontrola hêzên hikumeta veguhêz û yên di
bin dagirkeriya dewleta Turk de, tundî zêdetir bûye.
Di nava qurbaniyan de jin û zarokên ji hemû pêkhateyan hene, her wiha
goreke komî ku tê de cenazeyên 6 mêr, zarokekî û jinekê hebûn, li gundê Turkan yê
nêzî bajarê El Sifîrê yê Helebê hat dîtin.
Ev yek di demekê de ye ku di heyva Mijdara borî 170 kes ku 13 jê jin û
21 jî zarok bûn, li deverên di bin kontrola hikumeta veguhêz û dagirkeriya
dewleta Turk de hatibûn kuştin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Guterres: Li dijî mafên mirovan êrişeke berfireh heye
02:57 PM - 2026-02-23 -
Bi kêmbûna tirsa ji zêdebûna nakokiya di navbera Amerîka û Îranê de, nirxê petrolê daket
11:25 AM - 2026-02-23 -
Danûstanên navbera Tehran û Washingtonê roja Pêncşemê li Cinêvê dê bên kirin
11:52 PM - 2026-02-22 -
Partiya Wihde ya Demokratîk ya Kurd: Serok Mam Celal endezyarê yekdengiya gelê Kurd bû
10:25 PM - 2026-02-22
zêdetir tamaşe bike
Piştî kuştina "El Mencho", li Meksîkayê kiryarên tundûtûjî û êrîşên tolhildanê dest pê kirin
01:06 PM - 2026-02-23
Kampa Holê hat valakirin û daxistin
11:35 AM - 2026-02-23
164 Heftaneya dijîtal ya Înglîzî hat weşandin
09:32 AM - 2026-02-23
Serok Bafil û Reyan Keldanî tekezî li ser parastina aramiya welat kirin
09:32 PM - 2026-02-22
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil li Bexdayê hewlên xwe ji bo hilbijartina serokkomar û pêkanîna hikûmetê zêde dike
Kurdistan 04:17 PM - 2026-02-22 -
Partiya Wihde ya Demokratîk ya Kurd: Serok Mam Celal endezyarê yekdengiya gelê Kurd bû
Kurdistan 10:25 PM - 2026-02-22 -
Fermandarên Asayîşê li Efrînê danûstanên bo vegera Efrîniyan dikin
Kurdistan 07:23 PM - 2026-02-22 -
Serok Bafil û Reyan Keldanî tekezî li ser parastina aramiya welat kirin
Kurdistan 09:32 PM - 2026-02-22 -
Danûstanên navbera Tehran û Washingtonê roja Pêncşemê li Cinêvê dê bên kirin
Cîhan 11:52 PM - 2026-02-22 -
164 Heftaneya dijîtal ya Înglîzî hat weşandin
Cîhan 09:32 AM - 2026-02-23 -
Bi kêmbûna tirsa ji zêdebûna nakokiya di navbera Amerîka û Îranê de, nirxê petrolê daket
Aborî 11:25 AM - 2026-02-23 -
Amerîka leşkerên xwe ji Qesrikê vedikşîne
Kurdistan 03:40 PM - 2026-02-23



.jpg)


Aplîkêşin

