Derbaz Kosret Resûl: Cudahiyên Kûr di Navbera YNK û PDK de Tune ne

Kurdistan 11:38 AM - 2025-12-17
Derbaz Kosret Resûl PUKMEDIA

Derbaz Kosret Resûl

.
Derbaz Kosret Resûl hebûna nêrînên cuda di navbera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistanê de derbarê avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê de piştrast kir.

Her weha Derbaz Kosret, endamê Mekteba Siyasî ya YNK, endamê şandeya danûstandinê ya wê, di civîneke çapemeniyê de diyar kir: "Civîna me bi PDK re zelal û eşkere bû, û her du aliyan nêrînên xwe yên li ser avakirina hikûmeta nû pêşkêş kirin.

Wî zêde kir: Em hêvî dikin ku berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê pêşîn bin, û em ê ji ramanên teng ên partîzanî dûr bikevin. Divê hemî partiyên Kurd qonaxek nû dest pê bikin û sala nû bikin faktorek ji bo xurtkirina yekîtî û hevgirtinê.

Wî rave kir: Bi awayeke gîştî, di navbera YNK û PDK de derbarê avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê de ti cûdahiyên kûr nînin, lê nêrînên cuda hene. Rewşa berî hilbijartinên parlemanî ji ya niha cuda ye, û divê em bi hev re bixebitin da ku hemî pirsgirêkên têkildarî herêmê û Bexdayê çareser bikin.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket