Gera pêncem 250 proje yasayan ji bo gera bê dihêle
Kurdistan 02:04 PM - 2025-11-18
PUKMEDIA
Avahiya Civata Nûneran ya Îraqê
Ji ber nakokî û nerazîbûnên siyasî yên di navbera
fraksiyonan de, beşek girîng ji proje yasayan rûniştina berê ne hat dengdan û
ji bo rûniştina şeşemîn, ku 250 pêşnûmeqanûn hene, hatin veqetandin, ku ya herî
girîng proje yasayên petrol û gazê û budçeya giştî ye.
Zêdetirî 125 proje yasa amade ne ji bo dengdanê
Li gorî raporek di rojnameya Sebah de, zêdetirî 125 proje
yasa amade ne ji bo dengdanê an xwendina duyemîn û dawî her wiha bi qasî heman
hejmar proje yasayên din hene ku girîng û pêwîst in ku di zûtirîn dem de werin
rojevê û dengdan li ser wan were kirin.
Pisporê yasayî Elî Temîmî ji rojnameyê re got: Hin yasayên
girîng hene, her çend girîng bin û ji bo civakê sûdmend bin jî, lê hîn deng li
ser ne hatine dayîn.
Derbarê yasayên girîng de, wî got: Ya herî girîng ji van yasaya
petrol û gazê ye, ku ji sala 2007an vir ve ne hatiye pejirandin û pir girîng e ji ber
ku ew peywendiya di navbera hikûmeta navendî û Hikûmeta Herêma
Kurdistanê de rêk dixe, Civata Petrolê ya Federal ava dike, ku peymanan bi kompaniyên
re îmze dike û mûçeyan diyar dike, ev
ne tenê qeyrana mûçeyan ya di navbera hikûmeta navendî û Hikûmeta Herêma
Kurdistanê de çareser dike, lê di heman demê de hemû pirsgirêkên mayî yên di
navbera her du hikûmetan de jî çareser dike.
Elî Temîmî derbarê yasayên din jî aşkere kir ku, yasayên
din hene ku hîn ne hatine dengdan, wek mafê gihîştina agahiyan, yasaya tawanên
sîber û mafê xwepêşandanê li gelek welatan.
Hejmarek Proje Yasa bi yekdengî hatine pesendkirin
Pisporê yasayê û parêzer Mihemed Mecîd El-Seiî ji rojnameya
Sebah re got: Zêdetirî 125 peroje yasa amade ne ku di rûniştinên berê de deng
bidin ew kom bûne derbarê wan yasayan
jî got: yasayên herî eşkere ku di navbera fraksiyonan de lihevkirinek
siyasî bi dest nexistine yasaya petrol û gazê, yasaya budceya giştî, qanûna
Dadgeha Federal û yasaya ewlehiya neteweyî ne.
Wî tekez kir ku sedema herî eşkere ya derengketina yasaya
Dadgeha Federal, nakokiyên li ser mekanîzmaya hilbijartina dadweran û
endametiya pisporên yasayî û piraniya pêwîst ya du sêyan ya dengan e her weha derengketina yasaya Civata
Federal jî ji ber nakokiyan e, nemaze yên têkildarî temsîliyeta parêzgeh û
herêman û desthilatên encumenê li hember Civata Nûneran.
Her weha amaje bi wê yekê kir ku,di nav yasayên
aborî û îdarî de ku hîn deng li ser nehatine dayîn, yasaya federal a petrol û
gazê heye, ku ji ber nakokiyên li ser desthilatên herêman û rêveberiya zeviyan
û mekanîzmayên hinardekirinê ye, her weha got: Ew qanûna aborî ya herî girîng e
ji ber ku ew rêveberiya çavkaniyên petrolê rêk dixe.
Hejmarek ji proje yasayên pir nakok li ser hene
Mihemed Mecîd el-Seidî rave kir ku yasaya yekgirtî ya
ewlehiya civakî û xanenişînê ji ber aliyên darayî û budceya mezin hatiye
rawestandin, ku ev ji bo civakê proje yasayek girîng e daku jiyanek baş ji bo
wan garantî bike,wekî din, yasaya Parêzeran gihîştiye dawiyê û ne hatiye
dengdan.
Di heman demê de, pisporê yasayî Tariq Şerah aşkere kir ku
ku ji ber nakokiyan zêdetirî 120 yasa hene ku ne hatine rojevê û di dengdana
yekem de nehatine dayîn,sedema
vê yekê siyasî an hunerî ye, wekî yasaya tundûtûjiya navmalî, ku sê serdeman tê
gotûbêjkirin û dengdan li ser nayê kirin, her wiha girîng e ku yasaya
hilbijartinê were sererastkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Guterres: Li dijî mafên mirovan êrişeke berfireh heye
02:57 PM - 2026-02-23 -
Bi kêmbûna tirsa ji zêdebûna nakokiya di navbera Amerîka û Îranê de, nirxê petrolê daket
11:25 AM - 2026-02-23 -
Danûstanên navbera Tehran û Washingtonê roja Pêncşemê li Cinêvê dê bên kirin
11:52 PM - 2026-02-22 -
Partiya Wihde ya Demokratîk ya Kurd: Serok Mam Celal endezyarê yekdengiya gelê Kurd bû
10:25 PM - 2026-02-22
zêdetir tamaşe bike
Piştî kuştina "El Mencho", li Meksîkayê kiryarên tundûtûjî û êrîşên tolhildanê dest pê kirin
01:06 PM - 2026-02-23
Kampa Holê hat valakirin û daxistin
11:35 AM - 2026-02-23
164 Heftaneya dijîtal ya Înglîzî hat weşandin
09:32 AM - 2026-02-23
Serok Bafil û Reyan Keldanî tekezî li ser parastina aramiya welat kirin
09:32 PM - 2026-02-22
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil li Bexdayê hewlên xwe ji bo hilbijartina serokkomar û pêkanîna hikûmetê zêde dike
Kurdistan 04:17 PM - 2026-02-22 -
Partiya Wihde ya Demokratîk ya Kurd: Serok Mam Celal endezyarê yekdengiya gelê Kurd bû
Kurdistan 10:25 PM - 2026-02-22 -
Fermandarên Asayîşê li Efrînê danûstanên bo vegera Efrîniyan dikin
Kurdistan 07:23 PM - 2026-02-22 -
Serok Bafil û Reyan Keldanî tekezî li ser parastina aramiya welat kirin
Kurdistan 09:32 PM - 2026-02-22 -
Danûstanên navbera Tehran û Washingtonê roja Pêncşemê li Cinêvê dê bên kirin
Cîhan 11:52 PM - 2026-02-22 -
164 Heftaneya dijîtal ya Înglîzî hat weşandin
Cîhan 09:32 AM - 2026-02-23 -
Bi kêmbûna tirsa ji zêdebûna nakokiya di navbera Amerîka û Îranê de, nirxê petrolê daket
Aborî 11:25 AM - 2026-02-23 -
Amerîka leşkerên xwe ji Qesrikê vedikşîne
Kurdistan 03:40 PM - 2026-02-23



.jpg)


Aplîkêşin

