Pêgeha YNKê li Bexdayê bi hêztir dibe
Kurdistan 12:45 PM - 2025-11-15
PUKMEDIA
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
Gera Şeşemîn ya Hilbijartina Civata Nûneran ya Îraqê ku
di 11ê Mijdara 2025an de bi rêve çû, ew hilbijartin bû ku di hejmara dengên aliyên
cuda de gelek guhertin dirust kir, hindek ji wan hejmara deng û kursiyan kêm
kirin û hin ji wan jî hejmara deng û kursiyên wan zêde kirin, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di nav tevaya hêz û aliyên siyasî yên Kurd yekane
aliyê siyasî ya Kurdî bû ku deng û kursiyên xwe zêde kir ku hem dengên xwe û
hem jî hejmara kursiyên xwe zêde kir,bi awayekî ku YNKê di hlbijartina sala
2021 an ya Civata Nûneran ya Îraqê ku hejmara dengên wê tenê 368 hezar û 226an
bû ku 17 kursî bûn, lê,
di vê hilbijartinê de, hejmara dengên xwe zêde kir kugihîşt 626 hezar û 187
dengan û hejmara kursiyên xwe jî bo 18 kursiyan zêde kir, ev yek di demekê de
ye ku,YNKê Komîsyonê hîna
biryar nedaye ka ewê bi ser bikevin yan na, lê eger heye ku çend namzedên din
yên YNKê bi serkevin.
Li Silêmanî û Kerkûkê hevrikên YNKê nîne
Her yek ji parêzgehên Silemanî û Kerkûk ew du parêzgehên
ku tê de YNKê yekem bûye û çi aliyekî din ya siyasî nekariye hevrikiyê digel wê
de bike.
Li gorî Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinên Îraqê, li
parêzgeha Silêmaniyê 240 hezar û 899 deng bi dest xistin ku ev li gorî hilbijartina berê, ku
141 hezar 660 deng bûn, lewra gelek dengên xwe zêde kiriye.
Hejmara dengên YNKê li Kerkûkê 115 hezar zêde bûye
Li parêzgeha Kerkûkê, hejmara dengên YNKê di vê
hilbijartinê de gihîştiye 178 hezar û 629 dengan, li gorî hilbijartina sala
2021an ku 63 hezar û 371 deng bûn,lewra niha gelekî dengên xwe zêde kiriye,ku hejmara kursiyên xwe li wê parêzgehê ji sê kursiyan bo çar kursiyan zêde
kiriye.
YNKê li Hewlêr û Neynewa jî dengên xwe zêde kiriye
Li parêzgehên Hewlêr û Neynewa, dengên xwe zêde kirine û
serkeftinên mezin bi dest xistine bi awayekî ku lLi parêzgeha Hewlêrê, hejmara dengên wê gihîştiye 97
hezar û 301 dengan, ku ev jî li gorî hilbijartina sala 2021an, ku 65 hezar û
862 deng zêde kiriye.
Li parêzgeha Neynewa hejmara dengên YNKê
gihîştiye 56 hezar û 346 deng û li gorî hilbijartina sala 2021 an ku 30 hezar û
538 deng bûn, dengên xwe zêde kiriye.
Ev serkeftin encama wê rastiyê ye ku gelek kes bawer
dikin ku YNKê bi serokatiya Serok Bafil dê pirsgirêkan li her deverê çareser
bike û di hikûmeta bê ya Îraqê de xizmet bike,ewê bibe hêza hilbijêrên xwe li
Bexdayê û ji bo mafên wan yên destûrî şer bike.
YNKê hejmara
dengên xwe du qatan zêde kiriye
Li gorî komisyonê, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
(YNK), (YNK) di Gera Pêncemîn ya Hilbijartina Civata Nûneran ya Îraqê ya sala
2021an de 398 hezar û 226 deng bi dest xist û di vê hilbijartinê de, wê hejmara dengên xwe gihand 626 hezar
û 187 dengan û bû yek ji mezintirîn aliyên Îraqê ku rêjeyek mezin ji baweriya
dengdêran bi dest xistiye.
Bi destxistina 626
hezar û 187 dengan ji aliyê YNKê ve hejmara kursiyên wê partiyê ji 17 bo 18 kursiyan
zêde kiriye,û hîna encamên fermî yên Komîsyona Bilind ya Serbixwe ya
Hilbijartinên Îraqê hîn ne hatine ragihandin û tê pêşbînî kirin ku YNK hejmara
kursiyên xwe li hin deverên veqetandî zêdetir bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Parlamenterekî Brîtanî bo piştgiriya Kurdên Rojava pêşnûmeyek pêşkêş dike
05:07 PM - 2026-02-01 -
Zelensky: Emê bi navbeynkariya Amerîka digel Rûsya bicivin
04:28 PM - 2026-02-01 -
Pirsa serok Komar serokê parlementoyê û serokên fraksiyonan kom dike
01:56 PM - 2026-02-01 -
Keşnasî: Barîna berfê dest pê dike
11:38 AM - 2026-02-01
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Em tekez li biratî û yekîtîya me ji bo ax û gel dikin
02:29 PM - 2026-02-01
Rifet Abdulah: Bila salvegera 1ê Şibatê handera yekîtiya me be
12:30 PM - 2026-02-01
Qubad Talebanî: Erkê me ku em li hember dijmin yek helwêt bin
10:35 AM - 2026-02-01
Rewşa koçberên li Kobanê ne aram e û pêdiviya wan bi alîkariyê heye
10:18 AM - 2026-02-01
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil: Em tekez li biratî û yekîtîya me ji bo ax û gel dikin
Kurdistan 02:29 PM - 2026-02-01 -
Parlamenterekî Brîtanî bo piştgiriya Kurdên Rojava pêşnûmeyek pêşkêş dike
Kurdistan 05:07 PM - 2026-02-01 -
Macron digel Mazlûm Ebdî û Şereh Rêkeftina Agirbestê gotûbêj kir
Kurdistan 09:20 PM - 2026-02-01 -
Zelensky: Emê bi navbeynkariya Amerîka digel Rûsya bicivin
Cîhan 04:28 PM - 2026-02-01 -
Rifet Abdulah: Bila salvegera 1ê Şibatê handera yekîtiya me be
Kurdistan 12:30 PM - 2026-02-01 -
Pirsa serok Komar serokê parlementoyê û serokên fraksiyonan kom dike
Êraq 01:56 PM - 2026-02-01 -
22 sal bi ser êrîşa terorîstî ya 1ê Şibatê re derbas bûn
Kurdistan 09:39 AM - 2026-02-01 -
Qubad Talebanî: Erkê me ku em li hember dijmin yek helwêt bin
Kurdistan 10:35 AM - 2026-02-01






Aplîkêşin

