Qubad Talebanî: Kurdan her timî piştgirîya gelê Filistînê kiriye
Kurdistan 04:25 PM - 2025-09-10
Ragihandina Qubad Talebanî
Civîna Qubad Talebanî digel Konsulê Giştî yê Filistînê
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê
Filistînê li Herêma Kurdistanê Dr. Mahir Kerakî kir û di civînê de behsa rewşa
Filistînê û peywendiyên navbera herdu aliyan hate kirin.
Di civîna ku roja Çarşemê 10ê Îlona 2025an de bi rêve çû, Qubad Talebanî bal
kişand ser peywendiyên dîrokî yên di navbera her du tevgerên Kurdî û tevgera
Filistînê de û ragihand ku gelê Kurd her timî piştgirî li daxwazên rewa yên
gelê Filistînê kiriye, û hevsozî û hevxemiya xwe ji bo wê karesatên mirovî
nîşan daye; ku bi ser gelê Filistîn û Kerta Xezeyê de hatiye.
Cîgirê Serokwezîr hêvî xwest ku şer di demek nêzîk de bi
dawî bibe û aştî li herêmê serdest bibe, û di vê çarçoveyê de jî piştgiriya xwe
ji bo çareseriya du dewletan nîşan da ku niha ji aliyê piraniya welatên cîhanê
ve tê piştgirî kirin.
Di beşek din ya civînê de, her du aliyan gotûbêj li ser bi
hêztirkirina peywendiyên di navbera Kurdistan û Filistînê de kirin; û li hev
kirin ku pêwîste hem gelê Kurdistanê û hem jî gelê Filistînê di asta civaka
navneteweyî de piştgiriyê bidin hev du û hevxemê yektir bin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Medyaya Ukranî:Li Çernîgovê teqîn,li Kîevê jî hişyariya esmanî
10:24 AM - 2025-12-06 -
Srokatiya Komarê: Pesendkirina biryara nasandina du grupan wek terrorist red dike
08:15 PM - 2025-12-05 -
Zelalbûnek derbarê biryara di rojnameya Îraqê de hatiye weşandin, Sûdanî daxwaza lêpirsîna lezgîn dike
04:56 PM - 2025-12-04 -
9 namzed ji bo posta Serokwezîrê Federal
11:49 AM - 2025-12-04
zêdetir tamaşe bike
Xwepêşandan li bajaroka Xebat berdewam e
08:05 PM - 2025-12-05
Seidî Pîre: Derhênerê sînaryoya vê carê jî ne baş bû
12:02 PM - 2025-12-05
Dahata hefteya borî zêdetir ji 11 milyar dînare
10:04 AM - 2025-12-05
Cewher Axa Herkî: Bi îşkenceyê win nikarin baweriya xelkê bi dest bînin
11:00 PM - 2025-12-04
zortrin xwendraw
-
Medyaya Ukranî:Li Çernîgovê teqîn,li Kîevê jî hişyariya esmanî
Cîhan 10:24 AM - 2025-12-06 -
Buhayê Tomen li hemberî Dolar gelekî daketiye
Cîhan 10:49 AM - 2025-12-06 -
Seidî Pîre: Derhênerê sînaryoya vê carê jî ne baş bû
Kurdistan 12:02 PM - 2025-12-05 -
Xwepêşandan li bajaroka Xebat berdewam e
Kurdistan 08:05 PM - 2025-12-05 -
Dahata hefteya borî zêdetir ji 11 milyar dînare
Kurdistan 10:04 AM - 2025-12-05 -
Srokatiya Komarê: Pesendkirina biryara nasandina du grupan wek terrorist red dike
Êraq 08:15 PM - 2025-12-05


.jpg)



Aplîkêşin

