Îsraîlê ji bo tunekirina serkirdeyên Hamas Qeter bombebaran kir
Cîhan 06:11 PM - 2025-09-09
El Cizîre
Bombebarana Qeterê ji aliyê Îsraîlê ve
Qeter, ku peywendiyên hevseng bi aliyan û Îsraîlê re diparêze, du sal in
navbeynkariya rêkeftineke aştiyê dike, lê serkirdeyên Hamasê di êrîşeke leşkerî
ya kêmdîtî de li ser welêt beşdar bûne îro Sêşem rêkefta (09-09-2025) an , li
Qeterê li hev civiyan û erêkirina Amerîka ya rêkeftineke aştiyê pesend kir, lê
artêşa Îsraîlê serkirdeyên tevgerê ji esman ve armanc girtin.
Hêza esmanî ya Îsraîlê avahiyek li Dewhe paytexta Qeterê bombebaran kir û
civîna şandeya danûstandinê ya Hamasê armanc girt.
Medyaya Îsraîlê ragihand ku Xelîl Heye, serkirdeyê navdar yê Hamasê, di êrîşa
li ser Dewheyê de armanc hatiye girtin, lê El Cezîre ev raport red kir û got ku
di êrîşê de çi endamên şandeya Hamasê ne hatine kuştin.
Artêşa Îsraîlê got: Wan êrîşeke rast li dijî serokatiya payebilind a Hamasê pêk
anîn.
Her weha got: Bi salan e ku ev endamên serkirdeyên Hamasê operasyonan li dijî
Îsraîlê bi rêve dibin û rasterast ji komkujiya 7ê Cotmehê berpirsiyar in û li
dijî dewleta Îsraîlê şer bi rêve dibin.
Hamasê hîna bi fermî li ser bombebaranê çi daxuyanî ne daye û Wezareta Derve ya
Qeterê êrîşa li ser axa xwe wekî kiryareke dijminane û tirsonek şermezar kir ji
ber ku armanc herêmeke akincîbûnê bû.
Wezareta Karên Derve got: Ev êrîşa dijminane hemû yasa û rêziknameyên
navneteweyî bin pê dike û gefê li ewlehiya welatiyên Qeterê û yên li welêt
dixwe.
Qeter dê li hemberî tevgerên Îsraîlê yên ku serweriya wê armanc digirin, saziş
neke.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Medyaya Ukranî:Li Çernîgovê teqîn,li Kîevê jî hişyariya esmanî
10:24 AM - 2025-12-06 -
Srokatiya Komarê: Pesendkirina biryara nasandina du grupan wek terrorist red dike
08:15 PM - 2025-12-05 -
Zelalbûnek derbarê biryara di rojnameya Îraqê de hatiye weşandin, Sûdanî daxwaza lêpirsîna lezgîn dike
04:56 PM - 2025-12-04 -
9 namzed ji bo posta Serokwezîrê Federal
11:49 AM - 2025-12-04
zêdetir tamaşe bike
Xwepêşandan li bajaroka Xebat berdewam e
08:05 PM - 2025-12-05
Seidî Pîre: Derhênerê sînaryoya vê carê jî ne baş bû
12:02 PM - 2025-12-05
Dahata hefteya borî zêdetir ji 11 milyar dînare
10:04 AM - 2025-12-05
Cewher Axa Herkî: Bi îşkenceyê win nikarin baweriya xelkê bi dest bînin
11:00 PM - 2025-12-04
zortrin xwendraw
-
Medyaya Ukranî:Li Çernîgovê teqîn,li Kîevê jî hişyariya esmanî
Cîhan 10:24 AM - 2025-12-06 -
Buhayê Tomen li hemberî Dolar gelekî daketiye
Cîhan 10:49 AM - 2025-12-06 -
Seidî Pîre: Derhênerê sînaryoya vê carê jî ne baş bû
Kurdistan 12:02 PM - 2025-12-05 -
Xwepêşandan li bajaroka Xebat berdewam e
Kurdistan 08:05 PM - 2025-12-05 -
Dahata hefteya borî zêdetir ji 11 milyar dînare
Kurdistan 10:04 AM - 2025-12-05 -
Srokatiya Komarê: Pesendkirina biryara nasandina du grupan wek terrorist red dike
Êraq 08:15 PM - 2025-12-05


.jpg)



Aplîkêşin

