NY: Erdheja li Efganistanê bandor li sed hezaran zarokan kiriye
Cîhan 09:27 AM - 2025-09-09
Ajans
Erdheja li Efxgnistanê
Nirxandinên destpêkê yên Neteweyên Yekgirtî yên li ser bandora erdheja kujer ya dawî
li Efganistanê nîşan
didin ku 5 hezar û 230 xanî rûxiyan e û ziyan gihîştiye 672 xanîyên din li 49
gundan her weha Neteweyên Yekgirtî negihîştiye
piraniya gundên dûr.
Shannon Ohara, seroka Ofîsa Neteweyên Yekgirtî ya ji bo hemahengiya
Karûbarên Mirovî (OCHA) li Efganistanê, ragihand ku riyên zirardar li rojhilatê
çiyayî û asê yê welêt, ku erdheja bi pileya 6.0 lê rû da, zirarê li
441 gundên bandordar pir dijwar kiriye, her weha aşkere jî kir ku rêze erdhejên
piştî erdhejê, ku bi pileya ji 5.2 heta 5.6 diguherin, nirxandinê hîna aloztir
kirine.
Erdheja roja 31ê Tebaxê rû da û di encamê de herî kêm 2
hezar û 200 kesan canê xwe ji dest dane û bi derxistina termên zîdetir re çêdibe
ku ev hejmar zêdetir bibe.
Neteweyên Yekgirtî texmîn dike ku erdhejê bandor li nêzîkî
500 hezar kesan kiriye, ku ji nîvî zêdetir zarok bûn.
Ohara diyar kir ku gihîştina deverên herî bandordar pir
dijwar bû; nêzîkî şeş demjimêr û nîvan kişand ku mirov bigihîje navenda erdhejê ya Celal Abadê ku bajarê herî mezin yê nêzîkî herêma erdhejê nû ku li ser yekane rê, riyek
e teng e ku di nav çiyê de hatiye kolandin, bi astengiyên kevirî yên ji ber
erdhejê çêbûne.
Navbirî destnîşan kir ku çend otombêl ku di nav de kamyonên
barhilgir yên alîkariya mirovî jî hene, hewl didin ku bigihîjin wê geliyê daku alîkariya akinciyan
bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Medyaya Ukranî:Li Çernîgovê teqîn,li Kîevê jî hişyariya esmanî
10:24 AM - 2025-12-06 -
Srokatiya Komarê: Pesendkirina biryara nasandina du grupan wek terrorist red dike
08:15 PM - 2025-12-05 -
Zelalbûnek derbarê biryara di rojnameya Îraqê de hatiye weşandin, Sûdanî daxwaza lêpirsîna lezgîn dike
04:56 PM - 2025-12-04 -
9 namzed ji bo posta Serokwezîrê Federal
11:49 AM - 2025-12-04
zêdetir tamaşe bike
Xwepêşandan li bajaroka Xebat berdewam e
08:05 PM - 2025-12-05
Seidî Pîre: Derhênerê sînaryoya vê carê jî ne baş bû
12:02 PM - 2025-12-05
Dahata hefteya borî zêdetir ji 11 milyar dînare
10:04 AM - 2025-12-05
Cewher Axa Herkî: Bi îşkenceyê win nikarin baweriya xelkê bi dest bînin
11:00 PM - 2025-12-04
zortrin xwendraw
-
Medyaya Ukranî:Li Çernîgovê teqîn,li Kîevê jî hişyariya esmanî
Cîhan 10:24 AM - 2025-12-06 -
Buhayê Tomen li hemberî Dolar gelekî daketiye
Cîhan 10:49 AM - 2025-12-06 -
Seidî Pîre: Derhênerê sînaryoya vê carê jî ne baş bû
Kurdistan 12:02 PM - 2025-12-05 -
Xwepêşandan li bajaroka Xebat berdewam e
Kurdistan 08:05 PM - 2025-12-05 -
Dahata hefteya borî zêdetir ji 11 milyar dînare
Kurdistan 10:04 AM - 2025-12-05 -
Srokatiya Komarê: Pesendkirina biryara nasandina du grupan wek terrorist red dike
Êraq 08:15 PM - 2025-12-05


.jpg)



Aplîkêşin

