Dr.Wîdad Akrawî bawernameya Zanîngeha Oxfordê wergirt
Kurdistan 03:53 PM - 2025-09-07
Dr Widad Akreyi Website
Dr. Wîdad Akrawî
Dr. Wîdad Akrwayî ku yekek ji navdartirîn kesayetên Kurdî
û sembola Aştiyê ye, bawernameya rêzgirtinê ya Zanîngeha
Oxfordê wergirt ji ber beşdariyên wê di lêkolînên bijîşkî li Kurdistanê
Dr. Wîdad Akrwayî sembola navdar ya Kurd û damezrênera Rêxistina (Defend International) ya Mafên Mirovan bawernameya rêzgirtinê ya Zanîngeha
Oxfordê wergirt ji bo xizmeta wê wekî nirxandinvanek ji bo Govara wan ya
bijîşkî,(Epidemiologic Reviews).
Pispora tenduristiyê ya Kurd û çalakvana mafên mirovan, Dr. Wîdad Akrawî xwediya
mastera di genetîkê de û doktorayê di tenduristî û epidemiolojiya navneteweyî
de ye,wê gelek pirtûk nivîsandine ku hem pirsgirêkên tenduristiyê û hem jî pirsa mafên mirovan gotûbêj dike, ku di wê çarçoveyê de behsa ezmûnên xwe ya derbarê binpêkirinên mafên
mirovan di dema êrîşa hikûmeta Îraqê bo ser Kurdan di sala 1974an de û pêlên
Enfalê dike.
Bi salan e ku Dr. Wîdad Akrawî ji bo xebata xwe ya mirovî gelek xelat
wergirtiye,ku ew ji aliyê Fellowship of Reconciliation (Hevaltiya Lihevhatinê)
ve wekî "çalakvanek aştiyê ya eşkere" hatiye naskirin û wekî yekem
jina ciwan ya bi esla xwe Rojhilata Navîn hatiye naskirin ku li ser mijarên wekî
bazirganiya ne yasayî ya çekên sivik, tundûtîjiya li ser bingeha zayendî, bê çekkirina
kîmyewî û biyolojîkî, û ewlehiya navneteweyî parêzvanî kiriye.
* Xelatên ku heya niha Dr. Wîdad Akrawî wergirtine ev in:
- Xelata Taybet ya sala 2013an ji bo tijîkirina valahiya navbera
Şaristaniyan de ji nivşên pêşerojê.
- Xelata Aştiyê ya ( Pfeffer) ya Navneteweyî ya 2014 an ya taybet bi kinciyên Kobanî, Şingal û Xiristiyanên ku li Rojhilata Navîn yên rastî zordariyê
hatine.
-Mîdalya Şaredarê Davenportê ya 2017an û Xelata Pacem in Terris ji bo
pabendbûna wê ya fedakar ya ji bo mafên mirovan.
-Di sala 2018an dewê Xelata Navneteweyî ya Jina Harmûnî wergirt.
-Di sala îsal de wek Jina Salê hat hilbijartin
Dr. Wîdad Akrawî ji aliyê Zanîngeha Oxford ve ji ber beşdariyên wê yên
berdewam di warên lêkolînên bijîşkî û pabendbûna wê ya bê navber ji bo mafên
mirovan û aştiya cîhanî hat xelatkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Medyaya Ukranî:Li Çernîgovê teqîn,li Kîevê jî hişyariya esmanî
10:24 AM - 2025-12-06 -
Srokatiya Komarê: Pesendkirina biryara nasandina du grupan wek terrorist red dike
08:15 PM - 2025-12-05 -
Zelalbûnek derbarê biryara di rojnameya Îraqê de hatiye weşandin, Sûdanî daxwaza lêpirsîna lezgîn dike
04:56 PM - 2025-12-04 -
9 namzed ji bo posta Serokwezîrê Federal
11:49 AM - 2025-12-04
zêdetir tamaşe bike
Xwepêşandan li bajaroka Xebat berdewam e
08:05 PM - 2025-12-05
Seidî Pîre: Derhênerê sînaryoya vê carê jî ne baş bû
12:02 PM - 2025-12-05
Dahata hefteya borî zêdetir ji 11 milyar dînare
10:04 AM - 2025-12-05
Cewher Axa Herkî: Bi îşkenceyê win nikarin baweriya xelkê bi dest bînin
11:00 PM - 2025-12-04
zortrin xwendraw
-
Medyaya Ukranî:Li Çernîgovê teqîn,li Kîevê jî hişyariya esmanî
Cîhan 10:24 AM - 2025-12-06 -
Buhayê Tomen li hemberî Dolar gelekî daketiye
Cîhan 10:49 AM - 2025-12-06 -
Seidî Pîre: Derhênerê sînaryoya vê carê jî ne baş bû
Kurdistan 12:02 PM - 2025-12-05 -
Xwepêşandan li bajaroka Xebat berdewam e
Kurdistan 08:05 PM - 2025-12-05 -
Dahata hefteya borî zêdetir ji 11 milyar dînare
Kurdistan 10:04 AM - 2025-12-05 -
Srokatiya Komarê: Pesendkirina biryara nasandina du grupan wek terrorist red dike
Êraq 08:15 PM - 2025-12-05


.jpg)



Aplîkêşin

