Roja 6ê Îlon ya Reş

Kurdistan 10:55 AM - 2025-09-06
Silêmanî - Arşîv PUKMEDIA

Silêmanî - Arşîv

Di heyva Nîsan ya sala 1929 an de şeş parlemanterên Kurd li Civata Nûneran Îraqê derbarê mafên Kurdan de noteyek girîng dan Serokwezîrên Îraqê, û carek e din di sala 1930an de, nûnerên Kurd raportek pêşkêşî Nûnerê Bilind kirin,lê vê carê jî guh nedan daxwaziyên wan, ji bo cara sêyem, di heyva Adar ya sala 1930an de, heman desteyê raportek din pêşkêşî serokwezîrên Îraqê kir û têde daxwaza cî bi cîkirina biryarên Komeleya Neteweyan kir ku naveroka raportê ji çend daxwaziyan pêk tên ku ev in:

1. Dirustkirina lîwayek nû ku navenda wê li Duhokê be

2. Damezrandina Rêveberiya Perwerdehiya Kurdistanê ku rêveberê wê Kurd be.

3.Yekxistina rêveberiya çar lîwayan (Silêmanî, Kerkûk, Hewler, Duhok).

4. Terxankirina budçeyek e taybet ji bo Kurdistanê.


Lê daxwaziyên nûnerên Kurd bûn sedema ne razîbûnên neteweperestên Ereb yên ku ji haliyê Yasîn El-Haşimî, Serokê Partiya Gel ve ku wî nûnerayetiya wê dikir, her çend e çendîn soz ji bo cî bi cîkirina daxwaziyên nûnerên kurd hatibûn dayîn lê ew ne hatin cî bi cîkirin û bû sedema destpêkirina serhildanên ne razîbûnan û di vê çarçoveyê de beriya 95 salan xwepêşandan li çendîn taxên Silêmaniyê bi rêve çû, ku têde welatî bi taybet ji bo nîşandana nerazîbûnên li dijî sozên hikûmeta Îraqê daketin Berderkî Sera ya Silêmaniyê û çendîn tax û  kolanên wê; lê ji ber bi karanîna tundûtîjiyan ji aliyê hêzên hikûmetê ve li dijî welatiyên sivîl di encamê de zêdetirî 45 xwepêşander hatin kuştin, û 195 kesên din jî birîndar bûn û bi sedan kes jî hatin desteserkirin ku di nav wan Helbestvan Bêkes jî hebû.

Piştre di sala 1931an de, dema ku Melîk Mehmûd nameyek ji nûnerê Samî yê Brîtanî re nivîsand, ku çar xalan pêk dihat ji bo avakirina dewletek Kurdî û cudabûna Herêma Kurdistanê ji Îraqê pêşkêş kir, û  têde daxwaz kir:

1. Damezrandina dewleteke Kurdî ji Zaxo heta pişta Xaneqînê ava ku li vê derê çi Erebek (ne leşkerî û ne jî sivîl) nemînin.

2. Divê ev herêm (Kurdistan) di bin çavdêriya Brîtanya de be heta ku Komeleya Miletan biryarekê li ser bide.

3. Kesên ku ji ber şoreşa Berderke Serawe (di xwepêşandana 6ê Îlonê de) hatine girtin, serbest bên berdan.

4. Divê her efser û karmendên Kurd yên ku li Erebistana Siûdî kar dikin, ji bo Kurdistanê bên vegerandin.


Dema ku desthilatdaran xwepêşandanên sivîl yên xelkê Silêmaniyê bi zorê tepeser kirin, wan nizanîbûn ku gel dê di bidestxistina mafên xwe û şoreşa Melîk Mehmûd de bê deng nemîn in, her çend e çek û alavên leşkerî yên kevin li cem wan hebûn jî, wan karîbûn ber bi Kerkûkê ve bimeşin û di Şerê Derbendê Baziyan de çîrokeke qehremanî tomar bikin.

Taybetmendiya herî girîng ya vê çalakiya girseyî li Silêmaniyê ew e ku xwepêşandan wekî xalek e werçerxanê ye ji têkoşîna çekdarî bo têkoşîna sivîl tê hejmartin.

Kesên ku xwepêşandanê bi rê ve birin, ji nav kesayetiyên navdar yên di warên (çandî, perwerdeyî, olî, civakî, bazirganî û h.w.d) yên Silêmanî û Kurdistanê de hatin hilbijartin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket