Li Îraqê zêdetirî 700 malbat ji ber çolbûnê koçber bûne

Êraq 12:28 PM - 2025-09-02
Diyardeya çolbûnê li Îraqê PUKMEDIA

Diyardeya çolbûnê li Îraqê

Rêvebirê koç û koçberan yê parêzgeha Necef ragihand ku 742 malbat ji ber guherîna avhewayê û çolbûnê koçberî Necefê bûne ku piraniya van malbatan bi çandiniyê mijûl bûn lê ji ber guherîna avhewayê zeviyên xwe winda kirine.

Reid Tufeylî Rêveberê Giştî yê Koçber û Koçberan yê Necefê ji rojnameya Sebahê re ragiahnd ku 742 malbat ji parêzgehên Dîwaniye, Musene û Zîqar koçber bûne, ku piraniya wan ji Dîwaniye hatine.

Her weha aşkere kur ku alîkariya tenduristî û xwarinê ji penaberan re hatiye dayîn û berdewamiya alîkariyê girêdayî pêdana bi berdewamiya pişka darayî ye ku ji wan re hatiye veqetandin û got: Piraniya wan malbatan bi çandiniyê re mijûl dibûn, lê ji ber hişkesaliyê û guherîna avhewayê, zeviyên wan bi çolbûnê re rû bi rû ne.

Di heman demê de, Îraq bi kêmbûna avê re rû bi rû ye, ku asta ava embarkirî daketiye kêmtirî heşt milyar sêca, di wê derbarê de Xezwan Sehlan, Cîgirê Rêveberê Giştî yê Desteya Cîbicîkirina Projeyên Avdanê li Wezareta Çavkaniyên Avê, got: Asta ava embarkirî ya Îraqê berdewam kêm dibe û gihîştiye kêmtirî heşt milyar sêcar .

Her weha got: Tê pêşbînî kirin ku ava ku tê embarkirin ji bo zivistana bê tenê ji bo vexwarin û baxçevaniyê bes e,ne ji bo çandiniyê.

Amaje bi wê yekê jî kir ku asta ava ku Turkiye ji bo Îraqê bi riya Rûbarê Firatê dişîne digihêje 200 sêcar di  her saniyekê de, ji ber vê yekê, rojane 850 heta 900 sêcar av ji bendavên Hedîse, Mûsil, Dukan, Derbendîxan û Sersar ji bo pêdawîstiyan tê derxistin.
 
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket