Bafil Celal Talebanî wek serokê Hevpeymaniya Sosyal Demokrat li cîhana Erebî hat hilbijartin
Kurdistan 01:45 PM - 2025-08-30
PUKMEDIA
Bafil Celal Talebanî, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
Îro 30 Tebax ya
sala 2025 an li Silêmaniyê Konfiransa Hevpeymaniya Sosyal Demokrat li Cîhana
Erebî bi dawî bû ku çar rojan berdewam kir û têde Serokê Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê
(YNK) Bafil Celal Talebanî wek Serokê Hevpeymanîya Sosyal Demokrat ya cîhana
Erebî hat hilbijartin û di gotarekê de got: Bi rihê Serok Mam Celal emê berdewam
bin
Derbaz Kosret Resûl: Em baweriya xwe bi bernameyên Serok Mam Celal tînin
Di roja dawî ya
kongreyê de, Berpirsê Peywendiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Derbaz
Kosret Resûl gotarek pêşkêş kir û ragihand ku, civîna partiyên sosyal demokrat li
Silêmaniyê xebata Serok Mam Celal tîne bîra min, ku zêdetirî nîv sedsalek e di
nav rêveberiya YNKê de nirxên sosyal demokrat fêrî me kir.
Her weha got: Niha
dem hatiye ku hemû partîyên xwişk hevsoziya yektir dikin û ji bo prensîpên ku
Serok Mam Celal bi hevre kar dikin, baweriya xwe bi prensîp û bernameyên Serok
Mam Celal bînin û em ê her demê pabendî mîrata wî bin û ez spasiya Serok Bafil
dikim ji bo berdewamiya vê rêbazê.
Serok Bafil: Em ê ji bo yekîtî, çaksazî û dadperweriyê kar bikin
Piştre axaftina dawî ji hêla Bafil Celal Talebanî, Serokê
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ve hat e kirin û têde ragihand: Emê xebata xwe ji bo demokrasiyê li ser riya Serok Mam
Celal bidomînin; û emê bi heman rihê Serok Mam Celal kar bikin; û her demê jî
me wusa kiriye, bajarê Silêmaniyê
her timî singa xwe ji bo xizmeta xebata Kurd vekiriye, di vî warî de, em ne
tenê bi gotinan behsa azadiyê dikin, bi kirdarî jî ji bo wê yekê kar dikin û piraniya partiyên opozîsyonê û çalakvanên
sivîl li Silêmaniyê ne.
Her weha got:
Serokatîkirina hevpeymaniyê erkekî
mezin e, bi taybet niha ku Rojhilata Navîn di nav pevçûna welatên bihêz re
derbas dibe, ji ber vê yekê,
girîng e ku em bi hevre bêtir hemahengiyê bikin,di vî warî de, divê em di asta
navneteweyî de yekgirtî bin daku em li gorî hêviyên ku ji me tê xwestin em tevbigerin.
Serok Bafil, Serokê
Hevpeymaniya Sosyal Demokrat li Cîhana Erebî got: Em ji bo yekîtî, çaksazî û dadweriyê
kar dikin û gel ji me hêvî dike ku em wusa tevbigerin, em dizanin ku li Rojhilata Navîn gelek
pirsgirêk hene ku divê werin çareserkirin, lê em dikarin wan bi hevre çareser
bikin, ji ber vê yekê, em bi
eşkereyî dibêjin: Em piştgiriyê didin doza Xezeyê û em nikarin bûyerên 7ê
Cotmehê jî ji bîr bikin, lê ev nayê wê wateyê ku divê em çavên xwe ji bûyerên
Xezeyê re bigirin, her çend welatên Ewropî di çareserkirina pirsgirêka Xezeyê
de hêdî bin jî pêngavên girîng avêtine.
Derbarê Sûriyê got:
Em ji rewşa pêkhateyên Sûrî û rewşa gelê me yê Kurd li wir dilgiran in, divê em
Sûriyê ji bîr nekin û em ji doza Kurdî dilgiran in û em hêvî dikin ku hikûmeta
Sûriyê dê hemû alîyan bigire nav xwe.
Serokê Yekîtiya
Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî ragihand :YNKê ne tenê partiyeke Kurdistanî ye di heman
demê de ji bo çaksazî, yekîtî, dadperwerî û azadiyê li Herêma Kurdistanê, Îraqê
û herêmê kar dike, ji ber vê
yekê, girîng e ku di vê qonaxê de bernameyek e hevpar ji bo aştî û dadperweriyê
hebe.
Çend wêstega ji
jiyana Bafel Celal Talabanî:
*Di sala 1973an
de ji dayik bûye û li Brîtanya xwendiye.
*1996
Perwerdehiya leşkerî digel Fransîyan kiriye.
*1998
Perwerdehiya leşkerî digel Brîtanîyan kiriye.
*2000
Perwerdehiya leşkerî digel Amerîkiyan kiriye.
*2022 Bi
alîkariya Amerîka Djije Teror damezrand.
*Serpereştê Sekreteriya
Serok Mam Celal bû.
*2018 Wekî Endamê
Serkirdayetiya YNKê hat hilbijartin.
*2022 Wekî
Serokê YNKê hat hilbijartin.
2023 Di kongreya
pêncemîn de wekî Serokê YNKê hat hilbijartin.
*2025
Wekî Serokê Hevpeymaniya Sosyal Demokrat
li Cîhana Erebî hat hilbijartin.
Naveroka
Kongreya Hevpeymaniya Sosyal Demokrat li Cîhana Erebî
Naveroka
kongreya Hevpeymaniya Sosyal Demokrat li Cîhana Erebî ji (aştî, pirsgirêkên
ewlehiyê, pirsgirêkên rojane yên cîhana Erebî) pêk tê, ku têde hejmarek e mezin
ji kesayetî û serkirdeyên cîhana Erebî û Îraq û Kurdistana, têde beşdar bûn.
Kongreya
Hevpeymaniya Sosyal Demokrat li Cîhana Erebî roja 27ê Tebaxa 2025an li
Silêmaniyê bi beşdariya hejmareke mezin ji kesayetî û serkirdeyên cîhanî dest pê kir û
îro jî bi dawî bû.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Medyaya Ukranî:Li Çernîgovê teqîn,li Kîevê jî hişyariya esmanî
10:24 AM - 2025-12-06 -
Srokatiya Komarê: Pesendkirina biryara nasandina du grupan wek terrorist red dike
08:15 PM - 2025-12-05 -
Zelalbûnek derbarê biryara di rojnameya Îraqê de hatiye weşandin, Sûdanî daxwaza lêpirsîna lezgîn dike
04:56 PM - 2025-12-04 -
9 namzed ji bo posta Serokwezîrê Federal
11:49 AM - 2025-12-04
zêdetir tamaşe bike
Xwepêşandan li bajaroka Xebat berdewam e
08:05 PM - 2025-12-05
Seidî Pîre: Derhênerê sînaryoya vê carê jî ne baş bû
12:02 PM - 2025-12-05
Dahata hefteya borî zêdetir ji 11 milyar dînare
10:04 AM - 2025-12-05
Cewher Axa Herkî: Bi îşkenceyê win nikarin baweriya xelkê bi dest bînin
11:00 PM - 2025-12-04
zortrin xwendraw
-
Medyaya Ukranî:Li Çernîgovê teqîn,li Kîevê jî hişyariya esmanî
Cîhan 10:24 AM - 2025-12-06 -
Buhayê Tomen li hemberî Dolar gelekî daketiye
Cîhan 10:49 AM - 2025-12-06 -
Seidî Pîre: Derhênerê sînaryoya vê carê jî ne baş bû
Kurdistan 12:02 PM - 2025-12-05 -
Xwepêşandan li bajaroka Xebat berdewam e
Kurdistan 08:05 PM - 2025-12-05 -
Dahata hefteya borî zêdetir ji 11 milyar dînare
Kurdistan 10:04 AM - 2025-12-05 -
Srokatiya Komarê: Pesendkirina biryara nasandina du grupan wek terrorist red dike
Êraq 08:15 PM - 2025-12-05


.jpg)



Aplîkêşin

