Îsraîl amara kuştî û birîndarên xwe di şerê Xeze de aşkere dike
Cîhan 09:50 AM - 2025-08-24
RT
Wêneyek ji arşîva şerê Xezeyê
Artêşa Îsraîlê
ragihand ku ji destpêka şerê Xezeyê û heya niha 899 efser û leşkerên wan hatine
kuştin, ku 455 ji wan di operasyona bejayî de, û 6 hezar û 210 leşker û
efserên din jî birîndar bûne, ku 925 ji wan di rewşeke merirsîdar de ne, her
weha 78 leşkerên din jî di gulebarana dostan de hatine kuştin.
Artêşa Îsraîlê
êvara roja Şemiyê rêkefta (23-08-2025) an di daxuyaniyekê de ragihand ku ji destpêka
şerê Xezeyê 7ê Cotmeh ya
2023an de û heya niha 899 efser û leşkerên wan hatine kuştin, ku 455 ji wan di
operasyona bejayî ya li Xezeyê de bûn.
Di daxuyaniyê de
hatiye ku ji destpêka şer ve 6 hezar û 210 efser û leşker birîndar bûne, ku 925
ji wan di rewşeke metirsîdar de ne, û du hezar û 880 birîndar di şer û pevçûnên
bejahiyê de hatine tomarkirin ku 552 ji birînên wan metirsîdar in.
Artêşa Îsraîlê diyar
kir ku 167 leşker niha tên dermankirin,ku ji wan 165 di rewşeke navîn an jî metirsîdar
de ne, her wiha destnîşan kir ku ji destpêka şer ve 78 leşker bi guleyên dostan
yan jî di bûyerên operasyonel de hatine kuştin û 1998 jî birîndar bûne.
Ev yek di demekê
de ye ku, duh roja Şemiyê Artêşê Îsraîlê kuştina Neqîb Uri Gerlitz yê 20
salî, ji bajarokê Meitar, ku fermandarê taqimek ketîbeya"Şemşon" ya ser
bi Lîwaya Kifîr bû, di encama teqîna teqemeniyekê de li başûrê Kerta Xezeyê
ragihandibû.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Medyaya Ukranî:Li Çernîgovê teqîn,li Kîevê jî hişyariya esmanî
10:24 AM - 2025-12-06 -
Srokatiya Komarê: Pesendkirina biryara nasandina du grupan wek terrorist red dike
08:15 PM - 2025-12-05 -
Zelalbûnek derbarê biryara di rojnameya Îraqê de hatiye weşandin, Sûdanî daxwaza lêpirsîna lezgîn dike
04:56 PM - 2025-12-04 -
9 namzed ji bo posta Serokwezîrê Federal
11:49 AM - 2025-12-04
zêdetir tamaşe bike
Xwepêşandan li bajaroka Xebat berdewam e
08:05 PM - 2025-12-05
Seidî Pîre: Derhênerê sînaryoya vê carê jî ne baş bû
12:02 PM - 2025-12-05
Dahata hefteya borî zêdetir ji 11 milyar dînare
10:04 AM - 2025-12-05
Cewher Axa Herkî: Bi îşkenceyê win nikarin baweriya xelkê bi dest bînin
11:00 PM - 2025-12-04
zortrin xwendraw
-
Medyaya Ukranî:Li Çernîgovê teqîn,li Kîevê jî hişyariya esmanî
Cîhan 10:24 AM - 2025-12-06 -
Buhayê Tomen li hemberî Dolar gelekî daketiye
Cîhan 10:49 AM - 2025-12-06 -
Seidî Pîre: Derhênerê sînaryoya vê carê jî ne baş bû
Kurdistan 12:02 PM - 2025-12-05 -
Xwepêşandan li bajaroka Xebat berdewam e
Kurdistan 08:05 PM - 2025-12-05 -
Dahata hefteya borî zêdetir ji 11 milyar dînare
Kurdistan 10:04 AM - 2025-12-05 -
Srokatiya Komarê: Pesendkirina biryara nasandina du grupan wek terrorist red dike
Êraq 08:15 PM - 2025-12-05


.jpg)



Aplîkêşin

