Zelenskyy sibe dê sardana Amerîka bike
Cîhan 03:11 PM - 2025-08-17
Ajans
Wêneyek ji Arşîvê ,Serokê Amerîka û Serokê Ukranya
Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy ragihand ku ew ê sibê
roja Duşemê rêkefta (18-08-2025) an serdana Waşintonê bike û digel Serokê Amerîka
Donald Trump bicive.
Serokê Rûsya Vladimir Putin û Trump beriya niha li Wîlayeta Alaska
ya Amerîka di bin mijara (Li dû aştiyê) de sê demjimêran civiyabûn,piştî civîna
lûtkeyê, Trump got: Me bi Putin re pêşveçûnek mezin çêkir, lê em hîna ne gihîştine
çi rêkeftinekê.
Serokê Amerîka ragihand ku ewê bi kesên guncaw yên ji
welatên endamên NATOyê re derbarê civîna bi Zelenskyy re peywendiyan deynin.
Zelenskyy, di daxuyaniyekê de li ser (X), ragihand ku ew
bi Trump re zêdetirî demjimêr û nîvekê bi telefonê axivî û got: Ezê sibe roja
Duşemê li ser vexwendina serokê wî welatî serdana Waşintonê bikim daku hemî
hûrguliyên derbarê bidawîanîna komkujî û şer gotûbêj bikim û got: Ez ji bo
vexwendinê spasdar im.
Beriya niha Trump gotibû: Civînek di navbera Zelensky û
Putin de dê hebe, û eger ew bixwazin, ezê jî têde beşdar bibim.
Trump û Zelenskyy herî dawî roja 28ê Sibatê li Ofîsa
Oval li ber kamerayê gotûbêj kirin, lê civîna rojnamevaniya hevbeş ya hatibû
ragihandin hat betalkirin, û Zelenskyy ji Qesra Spî bi tenê derket,û peymana
erdên kêm jî ne hat îmzekirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Medyaya Ukranî:Li Çernîgovê teqîn,li Kîevê jî hişyariya esmanî
10:24 AM - 2025-12-06 -
Srokatiya Komarê: Pesendkirina biryara nasandina du grupan wek terrorist red dike
08:15 PM - 2025-12-05 -
Zelalbûnek derbarê biryara di rojnameya Îraqê de hatiye weşandin, Sûdanî daxwaza lêpirsîna lezgîn dike
04:56 PM - 2025-12-04 -
9 namzed ji bo posta Serokwezîrê Federal
11:49 AM - 2025-12-04
zêdetir tamaşe bike
Xwepêşandan li bajaroka Xebat berdewam e
08:05 PM - 2025-12-05
Seidî Pîre: Derhênerê sînaryoya vê carê jî ne baş bû
12:02 PM - 2025-12-05
Dahata hefteya borî zêdetir ji 11 milyar dînare
10:04 AM - 2025-12-05
Cewher Axa Herkî: Bi îşkenceyê win nikarin baweriya xelkê bi dest bînin
11:00 PM - 2025-12-04
zortrin xwendraw
-
Medyaya Ukranî:Li Çernîgovê teqîn,li Kîevê jî hişyariya esmanî
Cîhan 10:24 AM - 2025-12-06 -
Buhayê Tomen li hemberî Dolar gelekî daketiye
Cîhan 10:49 AM - 2025-12-06 -
Seidî Pîre: Derhênerê sînaryoya vê carê jî ne baş bû
Kurdistan 12:02 PM - 2025-12-05 -
Xwepêşandan li bajaroka Xebat berdewam e
Kurdistan 08:05 PM - 2025-12-05 -
Dahata hefteya borî zêdetir ji 11 milyar dînare
Kurdistan 10:04 AM - 2025-12-05 -
Srokatiya Komarê: Pesendkirina biryara nasandina du grupan wek terrorist red dike
Êraq 08:15 PM - 2025-12-05


.jpg)



Aplîkêşin

