Ji bo vegera endamên PKKê bo Turkiye yasayek tê dariştin
Kurdistan 12:35 PM - 2025-08-12
BBC Turk
Gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê
Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP ji bo pêşvebirina pêvajoya Aştiyê bi awayekî zêdetir yasayekê
amade dike: Bingeha yasayî ji bo pênaseya "rêxistina PKK ya xwe hilweşiyayî
dê were danîn.
Piştî biryara Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya şewitandina
çekan, Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê) ya Civata Mezin ya
Neteweyî ya Turkiye dest bi xebata xwe ya ji bo avakirina binesaziya
rêziknameyên yasayî kiriye, di heman demê de partiya desthilatdar jî li ser
pêşniyarên rêziknameyên yasayî kar dike.
Di vê çarçoveyê de, Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) pilan
dike ku rêziknameyên wekî vegera endamên rêxistina PKKê ji bo Turkiye û ji nû
ve tevlîbûna wan ya civakê, endametiya rêxistinê û alîkarî û tevlêbûna
rêxistinê di yek yasayê de bicivîne.
Armanca yasayê ew e ku bingeha yasayî ji bo pênaseya
"rêxistina terorîst ya ku biryar daye xwe hilweşîne û bêçek bike" ava
bike.
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê) ya
ku li Civata Mezin ya Turkiye hatiye damezrandin, îro demjimêr 14:00an dê civîna
xwe ya sêyemîn saz bike.
Ev yek di demekê de ye ku piştî banga Ebdula Ocalan ya di heyva
Sibatê de ji bo ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) kongreyekê li dar bixe û
pêvajoyek bê çekbûnê ya tevahî dest pê bike, PKKê di heyva Gulan ya sala 2025an
de ragihand ku ew ê bi fermî hilweşe û dev ji têkoşîna xwe ya çekdarî berde.
Bi bersiva vê bangê, PKKê roja 11ê Tîrmeh ya heyva 2025an de pêngava yekem ya
fermî ber bi bêçekbûnê avêt, ku komek gerîlayên PKKê ku hejmara wan 15 xurt û
15 keç bûn çekên xwe danîn û di merasîmekê de li gundewarê parêzgeha Silêmaniyê
hatin lidarxistin, ew têk birin, ev pêngav piştî zêdetirî çar dehsalan têkoşîna
çekdarî xalek girîng nîşan da.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Medyaya Ukranî:Li Çernîgovê teqîn,li Kîevê jî hişyariya esmanî
10:24 AM - 2025-12-06 -
Srokatiya Komarê: Pesendkirina biryara nasandina du grupan wek terrorist red dike
08:15 PM - 2025-12-05 -
Zelalbûnek derbarê biryara di rojnameya Îraqê de hatiye weşandin, Sûdanî daxwaza lêpirsîna lezgîn dike
04:56 PM - 2025-12-04 -
9 namzed ji bo posta Serokwezîrê Federal
11:49 AM - 2025-12-04
zêdetir tamaşe bike
Xwepêşandan li bajaroka Xebat berdewam e
08:05 PM - 2025-12-05
Seidî Pîre: Derhênerê sînaryoya vê carê jî ne baş bû
12:02 PM - 2025-12-05
Dahata hefteya borî zêdetir ji 11 milyar dînare
10:04 AM - 2025-12-05
Cewher Axa Herkî: Bi îşkenceyê win nikarin baweriya xelkê bi dest bînin
11:00 PM - 2025-12-04
zortrin xwendraw
-
Medyaya Ukranî:Li Çernîgovê teqîn,li Kîevê jî hişyariya esmanî
Cîhan 10:24 AM - 2025-12-06 -
Buhayê Tomen li hemberî Dolar gelekî daketiye
Cîhan 10:49 AM - 2025-12-06 -
Seidî Pîre: Derhênerê sînaryoya vê carê jî ne baş bû
Kurdistan 12:02 PM - 2025-12-05 -
Xwepêşandan li bajaroka Xebat berdewam e
Kurdistan 08:05 PM - 2025-12-05 -
Dahata hefteya borî zêdetir ji 11 milyar dînare
Kurdistan 10:04 AM - 2025-12-05 -
Srokatiya Komarê: Pesendkirina biryara nasandina du grupan wek terrorist red dike
Êraq 08:15 PM - 2025-12-05


.jpg)



Aplîkêşin

