Erdogan: Turkiye welatê Turk,Kurd, Ereb û hemû pêkhateyan e
Kurdistan 11:35 AM - 2025-08-12
NTV Turk
Serokkomarê Turkiye Recep Teyîp Erdogan
Serokkomarê Turkiye piştî civîna kabîneyê di daxuyaniyekê de
bal kişand ser girîngiya (Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê) ku
di Parlemana Turkiye hatiye damezrandin û got: Em bi hevre xwînê rawestînin, êş
û hêstiran kêm bikin.
Civîna kabîneyê ya ku bi serokatiya Serokê Giştî yê Partiya
Dad û Geşepêdanê (AKP) û Serokomar Recep Teyîp Erdogan li devera Beştepeyê duh hat
sazkirin ku yek demjimêr û 40 xulekan berdewam kir , piştî civînê Erdogan daxuyanî
da û bal kişand ser girîngiya (Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û
Demokrasiyê) ku di çarçoveya proseya çareseriya pirsgirêka Kurd de li Parlemana
Turkiye beriya demekê hatibû damezrandin.
Serokkomar aşkere kir ku hefteya borî ji bo vê armancê pêngaveke watedar hatibû
avêtin û got: Ev (Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê) ku bi
beşdariya partiyên opozisyonê hatibû damezrandin, ji bo ku parlemana me ku cihê
vîna neteweyî ye, xwedî li vê pêvajoyê derkeve, gelekî girîng e lewra em ji ber
vê xwedîderketinê gelekî kêfxweş in; û tekez kir ku biryarên (Komîsyona
Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê) bi yekdengî hatine girtin, ev jî
pêşveçûneke hêvîdar e û em hêvî dikin ku ev nêzîkatiya avaker dewam bike.
Erdogan amaje bi girîngiya yekîtî û hevgirtina pêkhateyên kir û got: Ev dewleta
Turkiye, bi Turk, Kurd û Ereb, dewleta her yek ji 86 milyon kesan e.
Erdogan got: Em hemû xwediyên hîm û bingehîn yên Komara Turkiyê ne, her çend e
şêwazên jiyana me, nêrînên me yên siyasî û ramanên me ji hev du cuda bin jî, ev
yek tiştekî naguherîne û em piştgirî, hevkariyên
û rexneyên her kesî girîng dibînin û (Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û
Demokrasiyê) li gorî bendewariyên gelê me erkên xwe cî bi cî bike û emê jî bi
her awayekî piştgiriyê bidin xebata wê komisyonê.
Erdogan diyar kir ku roja Înê ya borî, Wezîrên Parastina Neteweyî û Karên Navxwe
û Serokê Dezgeha Hewalgiriya Turkiye (MÎT) ji (Komîsyona Hevgirtina Neteweyî,
Biratî û Demokrasiyê) re pêşkêşiyeke berfireh kiribûn û gotibûn: Emê bi hevre
xwînê rawestînin, êş û hêstiran kêm bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Medyaya Ukranî:Li Çernîgovê teqîn,li Kîevê jî hişyariya esmanî
10:24 AM - 2025-12-06 -
Srokatiya Komarê: Pesendkirina biryara nasandina du grupan wek terrorist red dike
08:15 PM - 2025-12-05 -
Zelalbûnek derbarê biryara di rojnameya Îraqê de hatiye weşandin, Sûdanî daxwaza lêpirsîna lezgîn dike
04:56 PM - 2025-12-04 -
9 namzed ji bo posta Serokwezîrê Federal
11:49 AM - 2025-12-04
zêdetir tamaşe bike
Xwepêşandan li bajaroka Xebat berdewam e
08:05 PM - 2025-12-05
Seidî Pîre: Derhênerê sînaryoya vê carê jî ne baş bû
12:02 PM - 2025-12-05
Dahata hefteya borî zêdetir ji 11 milyar dînare
10:04 AM - 2025-12-05
Cewher Axa Herkî: Bi îşkenceyê win nikarin baweriya xelkê bi dest bînin
11:00 PM - 2025-12-04
zortrin xwendraw
-
Medyaya Ukranî:Li Çernîgovê teqîn,li Kîevê jî hişyariya esmanî
Cîhan 10:24 AM - 2025-12-06 -
Buhayê Tomen li hemberî Dolar gelekî daketiye
Cîhan 10:49 AM - 2025-12-06 -
Seidî Pîre: Derhênerê sînaryoya vê carê jî ne baş bû
Kurdistan 12:02 PM - 2025-12-05 -
Xwepêşandan li bajaroka Xebat berdewam e
Kurdistan 08:05 PM - 2025-12-05 -
Dahata hefteya borî zêdetir ji 11 milyar dînare
Kurdistan 10:04 AM - 2025-12-05 -
Srokatiya Komarê: Pesendkirina biryara nasandina du grupan wek terrorist red dike
Êraq 08:15 PM - 2025-12-05


.jpg)



Aplîkêşin

