Cihên wergirtina gotinên şahidên tawanên Ecac hat diyarî kirin

Kurdistan 10:03 PM - 2025-08-03
Ecac Ehmed Herdan PUKMEDIA

Ecac Ehmed Herdan

Nivîsgeha Xanima Yekem daxwaz ji hemû kesên ku şahidê tawanên tawanbar Ecac Ehmed Herdan bûne, ji roja Duşemê, 4ê Tebaxa 2025an heya 9ê Tebaxa 2025an dike ku serdana Muzexaneya Niştimanî ya Silêmaniyê, Rêveberiya Giştî ya Şehîdên Germiyanê li Kelarê, Monumênta Enfalê ya li Çemçemalê bikin û belgeyên pêwîst yên yasayî bi xwe re bibin, ji ber ku ew bi riya tîmeke taybet belgeyan kom dikin û gotinên şahidan werdigirin daku wan belgeyan ji bo dadgehê amade bikin.

Nivîsgeha Xanima Yekem di daxuyaniyekê de derbarê dosyeya tometbar Ecac Ehmed Herdan ragihand piştî hewldanên Xanima Yekem ya Îraqê ji bo girtina Ecac Ehmed Herdan, tometbarê  sereke yê girtîgeha Nugre Selman, ku rolek e wî ya hovane digel Enfalkiriyên girtîgehê û kesûkarên wan hebû, piştî darizandin û sizakirin Elî Hesen Mecîd û pênc berpirsên din yên payebilind bi tawana Enfalê ji aliyê Dadgeha Sizaya Bilind ya Îraqê ve di salên 2006 û 2007an de, dozek e serbixwe li dijî çend gumanbarên Enfalê, ku Ecac jî di nav wan de bû, hatibû vekirin.

Her weha aşkere kir ku di vê qonaxê de,divê gilî û daxuyaniyên hemû kesên ku şahidê kiryarên vî tawanbarî bûne, wek erkekî neteweyî û ji bo ku barê gilîkarên vê dozê bi riya tîmek taybet were sivikkirin, werin tomar kirin, daku wan belgeyan ji bo dadgehê amade bikin û rêkarên yasayî temam bikin.

Nivîsgeha Xanima Yekem ji hemû kesên ku şahidê kiryarên vê tawanbarê bûne, ji demjimêr 9ê sibê heta 12ê nîvro roja Duşemê, 4ê Tebaxa 2025an, heta roja Şemiyê, 9ê Tebaxa 2025an, daxwaz dike ku serdana navnîşanên jêrîn bikin û belgeyên yasayî yên pêwîst jî bi xwe re binin.

Navnîşan:

- Silêmanî (Muzexaneya Niştimanî ya Silêmaniyê).

-Kelar (Rêveberiya Giştî ya Şehîdên Germiyanê).

- Çemçemal (Monumênta Enfalê).


Ev yek di demekê de ye ku, roja 31ê Tîrmeha 2025an de, Nivîsingeha Xanima Yekem ya Îraqê girtina tawanbarekî helmeta Enfalê bi navê "Ecac Ehmed Herdan" ragihand û daxwaz ji zîndaniyan û kesûkarên wan û windahiyan kir ku ji bo tomarkirina giliyan li dijê wî tawanbarî peywendiyan digel wan navnîşanan bikin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket