Îro 11.ehemîn Salroja Jenosîda Êzdiyan e
Kurdistan 09:35 AM - 2025-08-03
PUKMEDIA
Dîmenê Awarebûna Êzdiyan
Îro 11 sal li ser jenosîda Êzdiyan derbaz dibin kiu roja 3ê Tebaxa 2014 an terorîstên DAÎŞê êrîşî navçeya Şingalê
kirin û piştî şer û pevçûnên navbera terorîstan û beşek ji Pêşmergeyên wê
navçeyê, ew dever hate dagîrkirin.
Beşek ji welatiyên wê deverê ku piraniya wan Êzidî ne, ji tirsa hovîtiyên
terorîstan berê xwe dane çiyayê Şingalê, hindek jî ketine destên terorîstên
DAIŞê û bi awayekî hovane mêr şehîdkirin û jin û keçên wan pê bazirganî kirin û
birin navçeyên di bin kontrola wan de li Sûriye û Îraqê, beşeke din ji keç û
jinan wek diyarî ji serkirde û fermandarên DAIŞê re hatin dayîn.
DAIŞê komkujî pêk anî
Bi dagîrkirina navçeya Şingalê û derdora wê re DAIŞê dest bi
komkujiyan kir û çend welatiyên sivîl yên wê deverê şehîd kirin.
Bi firokeyan xwarin û alîkarî ji penaberên li Çiyayê Şengalê
re hatin şandin
Ji ber hebûna hejmareke zêde ya welatiyan li çiyayên Şingalê û rewşa nebaş ya
jiyana wan, destpêkê av û betanî ji firokexaneya Bexdayê û xwarin û ji Herêma
Kurdistanê xwarin û kelûpel wergirtin.
DAIŞê Êzdî serjê dikirin
DAIŞê serê 80 zilamên Êzîdî li gundekî Êzîdiyan kirin,û bi
kamyonan êrîşî gundekî kirin û ji wan xwestin ku ew bibin Misilman, lê wan pesend
nekir û piştre DAIŞê di nav demjimêrekê de 80 zilamên Êzîdî ji gund kom kirin û
serê wan jê kirin û hemû jinên wan ber bi gundê Tileferê ve revandin.
Ji her alî ve hêz ketin Şingalê
Dagirkirina Şingalê hêzên çekdar yên her çar parçeyên
Kurdistanê bersiv da û ji bo vê jî gerîlayên PKK’ê weke hêzeke Kurdistanî ji bo
alîkariya Êzdiyan xwe gihandin navçeyê.
YNKê mefrezeyek ava kir
Li hember koçberbûna welatiyên Êzîdî ber bi çiyayê Şingalê
ve, ew hêzên biçûk yên Pêşmerge ku li nêzîkî wê mane hemû hêzên YNKê bûn û erkê
wan ew bû ku welatiyên li çiya ji terorîstan biparêzin daku komkujî çênebe,
heta ku ji destê terorîstan bên rizgarkirin, zêdetirî 100 pêşmergeyên YNKê di
berevaniyê de şehîd bûne û xwe ji bo parastina Êzdiyan kirine qurbanî.
Êzidî xwediyên ola herî kevn a Êraqê ne
Êzidiyên ku demeke dirêj li Şingalê ne, xwediyên ola herî
kevn Ya Îraqê ne hejmara wan di navbera 600 û 650 hezar kesî de ne di dîrokê de
bi 73 qirkirinên komî re rû bi rû mane, ya herî dawî di destê DAIŞ’ê de ye.
Jenosîda Êzdiyan
Piştî dagirkirina ŞIngalê, di 15-8-2014’an demjimêr 23:00’an
de terorêstên DAIŞ’ê tawanên herî hovane li dijî şêniyên Êzidî yên gundê Koço
pêk anîn, bi biryarê tawanbarê DAÎŞê Waliyê Mûsilê Ebû Lays ku navê wî yê rast
Ridwan Talib Hemdûn e nêzîkî 500 ciwan û jin li cihên cuda hatin kuştin û di 16
gorên komî de hatin bin axkirin, her weha bi sedan jin û keçên wan jî li
bazarên Mûsil û Sûriyê hatine firotin, û rastî destavêtinê hatin û bi awayekî
ne mirovane ew hatin firotin.
Lêpirsîn bê encam bû
Piştî derbazbûna demek e dirêj li ser jenosîda Şingalê,
encamên komîta lêkolînê ya ji bo ji dest dana Şingalê hate avakirin, navên 30
fermandarên leşkerî yên Pêşmerge ku bi jidestdana Şingalê tên tawanbarkirin li
cem rayedarên herêmê ye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Berdevka Çavdêrên Şefafiyet: Ji bo çavdêran pirsgirêk hene
05:45 PM - 2025-11-11 -
Şalaw Kosret Resûl: Îro rojeke dîrokî û çarenivîse
02:09 PM - 2025-11-11 -
Serokkomar daxwaza beşdarbûna berfireh di hilbijartinan de dike
01:29 PM - 2025-11-11 -
Berdevkê YNK: Dengê xwe bidin partiya ku xizmeta we dike
10:12 AM - 2025-11-11
zêdetir tamaşe bike
Li Silêmanî, Kerkûk, Helebçe, Raperîn, Koyê û Germiyanê, YNK hêza yekem e.
07:54 PM - 2025-11-11
Dest bi Proseya hejmartina dengan hat kirin
05:59 PM - 2025-11-11
Serok Bafil: Ji bo xizmetê ya çar salan bi lez biçin ser sindoqan
05:18 PM - 2025-11-11
Xalid Şiwanî: Baweriya me bi dengderên me heye
03:48 PM - 2025-11-11
zortrin xwendraw
-
Serokê YNKê serkeftina hilbijartinê li welatiyan pîroz dike
Kurdistan 08:23 PM - 2025-11-11 -
Dest bi Proseya hejmartina dengan hat kirin
Kurdistan 05:59 PM - 2025-11-11 -
Serok Bafil: Ji bo xizmetê ya çar salan bi lez biçin ser sindoqan
Kurdistan 05:18 PM - 2025-11-11 -
Li Silêmanî, Kerkûk, Helebçe, Raperîn, Koyê û Germiyanê, YNK hêza yekem e.
Kurdistan 07:54 PM - 2025-11-11 -
Xalid Şiwanî: Baweriya me bi dengderên me heye
Kurdistan 03:48 PM - 2025-11-11 -
Komîsyon: Hilbijartin pir baş birê diçe
Kurdistan 11:26 AM - 2025-11-11 -
Serokkomar daxwaza beşdarbûna berfireh di hilbijartinan de dike
Êraq 01:29 PM - 2025-11-11 -
Serokkomar: Beşdarbûna berfireh di hilbijartinan de tekane rêya serrastkirina şaştiyane
Êraq 10:13 PM - 2025-11-10






Aplîkêşin

