Li ser daxwaza parlamenterek e YNKê biryarek bo berjewendiya xwendekarên herêmê hat dayîn

Kurdistan 11:30 AM - 2025-08-02
 Bedriye Husên, Endama Parlemana Îraqê ji Firaksiyona YNKê PUKMEDIA

Bedriye Husên, Endama Parlemana Îraqê ji Firaksiyona YNKê

Endama Parlemana Îraqê ji Firaksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi fermî mercên cudakar yên biryarek e Wezareta Xwendina Bilind ya Îraqê hildiweşîne.

Bedriye Husên, Endama Parlemana Îraqê ji Firaksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji PUKMEDIA, malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê re ragihand ku,piştî ku min ji Wezareta Xwendina Bilind ya Îraqê xwest ku destûrê bide xwendekarên ji Herêma Kurdistanê beşdarî ezmûnan bibin, wan bi kêfxweşî daxwaza min pesend kir.

Bedrîya Husên got: Ev biryar dê dawiyê li siyaseta cudakar bîne, ji ber ku berê tenê xwendekarên zanîngehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji beşdarbûna di van ezmûnan de bêpar bûn, ji ber vê yekê ku gelek xwendekarên Kurd yên li zanîngehên Bexdayê dixwînin jî ne mafdar bûn ku beşdarî wan ezmûnan bibin.

Bedirye Husên got:Ez dixwazim spasiya Wezîrê Xwendina Bilind ya Îraqê û wê wezaretê bi giştî bikim ji bo piştgiriya wan û pîrozbahiyê li xwendekar û zanîngehên Kurdistanê yên li herêmê bikim.

Ev yek di demekê de ye ku, Bedrîye Husên, Endama Parlemana Îraqê ji firaksiyona YNKê, roja 2ê Hezîran ya borî daxwazek pêşkêşî Wezareta Xwendina Bilind kiribû,û di rojên borî de, wezaretê bi awayekî erênî bersiva wê daxwazê dabû, û di nameyek e fermî de ku ji hêla Rêveberê Giştî yê Rêveberiya Lêkolîn û Geşepêdanê ve hatiye îmzekirin, biryar hat e dayîn ku hemû xwendekarên li zanîngehên Îraq û Kurdistanê dikarin beşdarî ezmûnan bibin, û li gorî amaran,bi sedan xwendekarên zanîngehên herêmê dê ji vê biryarê sûdmend bibin û derfetek e nû ji bo wan peyda dibe û ev serkeftin mînakek bi saya û bandora endamên Parlemana Îraqê yên firaksiyona YNKê daku mafên welatiyên Herêma Kurdistanê werin parastin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket