Serok Bafil..Hewldanên mezin ji bo çareserkirina pirsgirêkan

Kurdistan 01:45 PM - 2025-08-01
Serok Bafil Celal Talebanî digel Serokwezîrên Federal PUKMEDIA

Serok Bafil Celal Talebanî digel Serokwezîrên Federal

Serok Bafil Celal Talebanî

Birêz Bafil Celal Talebanî, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, ji bo gihîştina têgihîştinek e dualî di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistan û hikûmeta Federal ya Îraqê de derbarê mijara mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê, hewldanên mezin dan û gelek civîn saz kirin.

Sûdanî pesna hewldanên Serok Bafil Talebanî dide

Di civîna Civata Wezîran ya Federal de ya ji bo pesendkirina muzekereya têgihîştinê ya ku bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re di derbarê petrol, dahatên ne petrolî û mûçeyan de hatiye îmzekirin, hewldanên Serok Bafil Celal Talebanî hatin pesinandin.

Di civînê de, Serokwezîrên Civata Wezîran ya Federal, Birêz Mihemed Şeyah Sûdanî, spasiya Birêz Bafil Celal Talebanî, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê kir ji bo hewldanên wî yên di misogerkirina serkeftina danûstandinan û gihîştina rêkeftinekê di navbera herêm û Bexdayê de ji bo çareserkirina pirsgirêka mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê.


Cibicîkirina têgihîştina hevbeş

Di civîna li Dabaşanê de ya di navbera Birêz Bafil Celal Talebanî, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, û Steve Bittner, Konsulê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê de, pêwîstiya cîbicîkirina rêkeftina hevbeş hate tekez kirin û Serok Bafil Celal Talebanî bal kişand ser mercên dijwar yên ku welatî bi giştî û bi taybetî jî mûçexwer  pêre rû bi rû bûne û got: Divê çi astengî li pêşiya lihevkirina li ser mijara mûçeyan neyê dirustkirin û em hewl û karên xwe ji bo pêkanîna wê terxan dikin û em bi hemî aliyên peywendîdar re di peywendiyan de ne.

Ji aliyê xwe ve, Konsolê Giştî yê Amerîka pesna rola Serok Bafil Celal Talebanî ya anîna cem hev ya aliyên cuda ji bo gihîştina vê têgihîştina hevpar da.

Hevkarî û hemahengî di navbera hemû aliyan de

Di civîna li Dabaşanê jî ya di navbera Birêz Bafil Celal Talebanî, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, û Andrew Paisley, Konsulê Giştî yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê de, pêwîstiya hemahengî û hevkariyê di navbera hemû aliyên li Herêma Kurdistanê û Îraqê de ji bo derbaskirina pirsgirêkan hate tekez kirin.

Serok Bafil Celal Talebanî got: Em wekî nûnerên gelê Kurdistanê çûn Bexdayê û bi aliyên peywendîdar re me hevdîtin kirin daku li ser şandina mûçeyan lihevkirinekê çêbikin, ji ber ku fermanber bi rewşên dijwar re rû bi rû ma bûn, lewra niha dema bicîhanîna vê lihevkirinê ye, û ez hêvî dikim ku çi astengiyek li pêşiya wê neyê dirustkirin û hinardekirina petrolê di zûtirîn dem de ji nû ve dest pê bike.

Serok Bafil Celal Talebanî got jî: Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê baweriya xwe bi çareserkirina pirsgirêkan bi riya gotûbêjan heye, û hewlên me yên ji bo parastina mafên destûrî encamên girîng bi dest xistine.

Encamên girîng

Serokê Firaksyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Civata  Nûneran, Herêm Kemal Axa, got: Serdana Birêz Bafil Celal Talebanî ya ji bo Bexdayê di çareserkirina pirsgirêkên mayî de, bi taybetî jî pirsgirêka mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê, encamên girîng bi dest xistiye.

Her her wiha aşkere kir ku ev destkeftî bêyî yekîtîya helwesta Kurdî û hewldanên dîplomatîk yên aram yên berdewam yên serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, ku di encamê de bi hikûmeta federal re lihevkirinek cidî çêbû, ne pêkane bû.

Herêm Kemal Axa di dawiyê de got: Ev pêngav berdewamiya mîrata rêbaza Serok Mam Celal e ya ji bo avakirina lihevkirinan û parastina aramiya herêmê bi riya pêşxistina gotûbêjan li dewsa dirustkirina aloziyan.

Serdana şandeya hevbeş ya Herêma Kurdistanê ji bo Bexdayê û civîna digel Serokwezîrên Hikûmeta Federal, Birêz Mihemed Şeyah El Sûdanî û Serokê Civata Bilind ya Dadweriyê, Birêz Fayêk Zeydan re ya derbarê dabînkirina mûçeyên fermanberên herêmê li gorî bendên destûr û yasayê, rêkeftinek e bi bandor bi xwe re anî.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket