Komisyon: Zêdetirî 800 hezar kes dixwazin bibin karmendên navendên dengdanê

Êraq 10:15 PM - 2025-07-31
 Karmendê Komîsyonê Ajans

Karmendê Komîsyonê

Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê ya Serbixwe ya Îraqê dema dawî ya serlêdanên ji bo karmendên navendên dengdanê heya roja (05-08-2025) an dirêj kir.

Cûmane Xelayî, Berdevka Komîsyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinên Îraqê ji PUKMEDIA re ragihand ku komîsyonê biryar daye ku dema radestkirina formên karmendên navendên dengdanê heya 5ê Tebaxê dirêj bike.

Cûmane Xelayî got:Piştî çalakkirina formên beşdarbûnê li hemû parêzgehên Îraqê, 810 hezar û 311 kesan formên ji bo ku di roja Hilbijartina Civata Nûneran ya Îraqê de wekî karmend kar bikin, tijî kirine.

Girêdayî hejmaran û ew kesên daxwaziyên beşdarîkirinê pêşkêş kirine, Berdeva Komisyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinan ragihand ku, Ji wan 543 hezar û 534 mêr û 266 hezar û 777 jin in, hevdem ji wan 446 hezar û 66 fermanber û 364 hezar û 245 derçûyn xwendingehan yan xwendekar in.

Ev yek di demekê de ye ku, roja 3ê Hezîrana 2025an, Komîsyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinên Îraqê deriyê serlêdanê ji bo karmendên navendên dengdanê ji bo roja hilbijartinê vekir, ku biryar e di 11ê Mijdarê de were lidarxistin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket