Serokkomar pêşwazî li Balyozê Awusturalya kir

Êraq 01:30 PM - 2025-07-31
Serokkomar Pêşwazî li Balyozê Awusturalya kir Nivîsgeha Ragihandina Serokatiya Komarê

Serokkomar Pêşwazî li Balyozê Awusturalya kir

Îro roja Pêncşemê rêkefta ( 31-07- 2025) an Serokkomarê Îraqê Dr. Ebdul Letîf Cemal Reşîd li Koşka Bexdayê pêşwazî Balyozê Awusturalya li Îraqê rêzdar Glenn Miles kir.

Di civînê de, Serokkomarê Îraqê tekez kir ku Îraq dixwaze peywendiyên xwe digel Awusturalya bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên hevpar yên her du welatan bike pêş bixe, û tekez li ser girîngiya hemahengî û çalakiyên hevbeş ji bo çespandina ewlehî û aramiya li herêmê û kêmkirina aloziyên ku gefê li aştiya herêmî û navneteweyî dixwin kir.

Serokkomarê Îraqê got: Pêwîste civaka navneteweyî ji bo bidawîkirina êşa gelê Filistînê ya ji ber êrîşên berdewam yên Îsraîlê li ser Kerta Xeze kar bike, û alîkariya mirovî jî, ji bo akinciyên wê deberê peyda bike.

Ji aliyê xwe ve, Balyoz Miles spasiya welatê xwe ji bo peywendiyên di navbera her du welatan de pêşkêşî serokkomar kir, û tekez li ser pabendbûna welatê xwe ya ji bo piştgiriya Îraqê kir.

PUKMEDIA



zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket