Civata Nûneran ya Îraqê dê deng li ser çend projeyasayan bide

Êraq 11:30 AM - 2025-07-31
Avahiya Civata Nûneran ya Îraqê PUKMEDIA

Avahiya Civata Nûneran ya Îraqê

Biryar e, roja Şemiya bê rêkefta (02-08-2025) an, Civata Nûneran ya Îraqê rûniştina xwe ya sêyemîn li dar bixe, daku deng li ser hejmarek projeyasayan bide ; her weha çend babetên din jî gotûbêj bike.

Civata Nûneran ya Îraqê di daxuyaniyekê de amaje bi wê yekê kir ku Civata Nûneran ya Îraqê dê di rûniştina xwe ya roja Şemî ya bê de li ser Pêşniyara Serrastkirina Duyemîn ya Yasaya Saziya Girtiyên Siyasî ya hejmar 4 ya sala 2006 an deng bide, her wiha dl dengdanê li ser Proje Yasaya  Pejirandina Peymana Handan û Veberhênanê û Parastina Hevbeş ya di navbera hikûmeta Îraqê û hikûmeta Şahnişîna Erebistana Siûdiyê de were kirin.

Di civîn dnegdan li ser Yasaya Pêşniyarkirî ya Serrastkirina Yekemîn ya Yasaya Binemayên Yeksanî ya Bawernameyan û Bawernameya Erebî û Biyanî ya hejmare 20 ya salan 2020an ûdengdana li ser Reşnivîsa Yasaya Rêkxistina Wuze ya Nûjenkirî, û dengdan li ser Proje Yasaya Azadiya Raderbirîn û Civîn û Xwepêşandanên Aştiyane dê were kirin.

Di daxuyaniyê de hatiye zelalkirin ku, Xwendina Yekem ji bo Projeyasaya Zanîngeha Zanistên Ewlehiya Îraqê û Xwendina Duyem li ser Sererastkirina Yekem ya Yasaya Parastina Sivîl ya hejmare (44) ya sala 2013an û Xwendina Duyem ji bo Projeyasaya Rêkxistina Mafên Qurbaniyên Nexweşxaneya (Ibin El Xetîb) û Qurbaniyên Navenda (El Neqa) û Qurbaniyên bûyera (Hemdaniyê) dê bê kirin, her weha Xwendina Duyem ji bo Yasaya Pêşniyarkirî ya Parastin û Başkirina Jîngehê jî dê bê kirin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket